Di Civaka rojhilata Navîn de Pirsgirêkên Qewm, Etnîsîte û Qebîleyan
Abdullah Ocalan
Di civaka Rojhilata Navîn de ji dîrokê heta roja me ya îro di serê pirsgirêkan de pirsgirêkên timî tên pirsgirêkên qebîle (eşîr), etnîsîte û netewe ne. Şaristaniya dewletdar çendîn pêşketiye, pirsgirêkên bi vî rengî jî hem berfirehbûne hem jî zêde bûne. Berî şaristanî pêş bikeve, qebîle jî têra xwe xwedî jiyaneke azad a xwezayî bû. Exlaqê qebîleyê gelekî serdest bû. Ferd ji bo qebîleya xwe, qebîleyê jî ji bo ferdê xwe dikarîbû her fedekariyê bike. Civatparêzî û ferdparêziyeke rastî hebû. Kengî şaristaniyê dest avêt qebîleyan û xwest wan bike kole, bi vî awayî di dîrokê de pêvajoya berxwedanên mezin û berfireh dest pê kirin. Nakokiya sereke têkiliya qebîleya li dijî koletiyê li ber xwe dide û dewletê ye. Çol û çiya bûne wargehên berxwedanê. Şertê dest jê nabe yê xwe xwedîkirin û zêdebûnê, parastin e. Divê mirov baş zanibe ku piştî kolekirina jinê, rûyê herî hov ê dîrokê di kole peydekarina qebîleyan de hatiye dîtin. Qebîle dibin eşîr û bi vî awayî berxwedana xwe hê mezin dikin û dixwazin ji vê pirsgirêkê rizgar bibin. Lê hêzên şaristaniyê bi teknolojiya sîleh û rêxistiniya xwe bi pirranî bi ser ketine.
Di serdema navîn de organîzasyonên eşîr û qebîleyan bi rêxistiniyeke heta asta milliyet-qewm hevalbendî kirine. Ber bi netewebûyînê ve gaveke din hatiye avêtin. Li rêxistinî û îdeolojiyên qebîle û eşîran, rêxistinî û îdeolojiya qewman jî zêde bûye. Dînên yek xwedayî yên Çîn, Hind û Rojhilata Navîn bi awayekî bi dînên qewmî radibûn. Şerên dîn û qewman di zikhev de dimeşiyan. Qewmên Grek, Ermenî, Asûrî, Ereb, Fars û Kurdan dînê xwe li gorî berjewendiyên xwe yên qewmî hildibijartin. Hin ji wan dibûn Xirîstiyan, hin ji wan dibûn Misilman. Jixwe dînê Cihûyan hê ji destpêkê ve weke senteza dîn û qewm şikil girtibû. Lê ne qebîle û îdeolojiyên eşîran, ne jî dînên qewman di wê qabîliyetê de nebûn ku pirsigirêkên heyî çareser bikin. Cihûtî ji serî ve pirsgirêk bû. Gelên ji destpêkê ve dest ji pûtperestiyê kişandin, gelên Asûrî, Ermenî û Helen yekîtî, biratî û aştiya di Xirîstiyantiyê de lê digeriyan bi ti awayî nikarîbûn bi temamî di jiyanê de bi cih bînin. Vê rewşê wê rê li ber bûyerên bêtalih vekira ku ji ber xirîstiyaniyê bi sedsalan hatin serê van gelan.
Îslam a li ser hîmê dijberiya pûtperestiyê bilind bû, herçend ji qebîle û eşîrên Ereban re aştî, yekîtî û serdestî anî jî di demeke kin de xwe bi Cihû û Xirîstiyanan re di nava şer de dît. Dîn hewl dida ji beşekî pirsgirêkan re çareseriyê bibîne, lê di heman demê de bi xwe re gulokeke pirsgirêkan jî anî. Nexasim qewmên Ermenî, Asûrî û Cihû yên di Anatolyayê de asê bûbûn, hinekî jî bûn qurbanên pêşketina xwe ya pêşwext û li hemberî Ereb, Tirk, Fars û Kurdên Îslamiyet naskirî, diketin pêvajoyeke wê têde gelekî zehmetî bikişandana. Li van pirsgirêkan kengî şerên mezheban ên dawî li wan nedihat jî zêde bûn, êdî her diçû pirsgirêkan wê rê li ber tesfiyeya wan vekirana.
Pirsgirêkên Dîn û Mezheban
Li pirsgirêkên dînî yên di nava qewman de wê pirsgirêkên mezheban jî zêde bibûya. Sozên dînan ên ji bo biratî, hevgirtin û aştiyê didan li hemberî berjewendiyên maddî xwedî bandoreke bi sînor bûn. Çînbûna di nava civakê de pêş dikeve, ji mêj ve heman qewm veguherandibû kulmoza pirsgirêk û pevçûnê. Di nava qebîleyeke piçûk û hişk hevgirtî ya mîna Cihûyan de, hê di dema Mûsa de di nava xizmên wî yên herî nêz de rê li ber pevçûnên dijwar vekiribû. Berberiya di navbera Musa û xwîşk û birayên wî Harûn û Maryamê de balkêş e. Îsa berê pêşî bang li Mûsewiyên xizan dikir. Muawiye hê Muhemmed wefat nekiribû li dijî Ehlê Beytê dest bi şerê xanedanî û serdestbûnê kiribû. Di Îslamê de Xariciyan wê biryara kuştina wan bidaya da ku xelîfetiyê ji du serî û heta sê seriyan ango Elî, Muawiye û Emr Îbn-Ul As rizgar bikin. Kurê Muawiye Yezîd wê li Çola Kerbelayê ewladên neqane yên Ehlê Beytê weke berxikan serjê bikira. Her gelê dibû misilman wê hem di nava xwe de û wê hem jî di navbera xwe de pirsgirêkên nû yên weke lod û gidîşan mezin dibûn, bi xwe re bianiyana. Şaristaniya Îranê ya bi kok wê bi çêkirina mezhebê Şîa hewl bida bersivê bide têkçûna xwe ya li hemberî Misilmanên ereb. Begên ezbetên serdest ên Osmanî û Selçûkiyên tirk wê berjewendiyên xwe di rêûresma serdest a Îslama Sunnîtiyê de bidîtana. Tirkmenên ku beşa xizan bûn, wê bêhtir Şîa û Elewîtî hilbijarta. Kurd jî wê bi awayekî bi heman rengî dabeşbûna. Begên desthilatdar Sunnî bûn û bi siltanên tirk û ereb re hevkarî bingeha têkiliyên wan bû, lê beşên bi rûmet û xizan wê bûbûna Elewî û Zerdeştî.
Li şaristaniyên Rojhilata Dûr di serî de li Hindistan û Çînê dabeşbûnên bi heman rengî yên dînî û mezhebî belav bûn û bi xwe re pirsgirêkên nû anîn. Em dema bingehê maddî yên tevahiya van pirsgirêkên dîn û mezheban lêbikolin, em ê bi hêsayî bibînin amûrên mêtinkarî û zordestiyê yên belav dibin û zêde dibin bi rola sereke radibin. Yekdestdariyên îdeolojîk û maddî yên ketine zikhevdu, şerên mêtinkarî û zordestiyê li dijî civakê dimeşînin. Hê ji dewleta rahib a Sumer û Misrê ev pirsgirêk hatine çêkirin û bi şeran bêtir hatine mezinkirin. Bûda piştî ezmûna xwe ya mezin, wexta got ‘Nabe tu agir bi agir vemirînî’ rastiyeke mezin dianî ziman. Desthilatdarî dihat maneya şer û şer jî mêtinkarî bû. Ev jî tê wê maneyê ku desthilatdarî bi tenê dikare bi desthilatdariyê re şer bike. Ji ber ku rêyeke din a xwe gihandina kara şîrîn tineye.
Bi vî awayî dîroka şaristaniyê ya ji pênc hezar salî zêdetir ji aliyekî ve dîrokeke rojane pirsgirêkan çêdike, ji aliyê din ve jî çareseriyên xeyalî yên bi navê amûrên çareseriyê diavêjin naverastê, bi tenê pirsgirêkan zêde dikin û belav dikin. Ne mîtolojiya xwedayan a bi heybet a rahibên Sumeran, ne pêxember û dînên yek xwedayî yên ji heman çavkaniyê, ne jî dabeşbûna mezhebên gelek-serî, ji koletiya reh û rîşên xwe kûr çûyî re dibûn çare. Çareseriyên xeyalî venediguherîn çareseriyên maddî.
Di Civaka Rojhilata Navîn de Berxwedanên Qebîle, Eşîr û Qewman (Etnîsîteyan)
Sîstema dinyayê bi hûnandina îdeolojiya xwe, tevî ku gelekî îdea dike, nîzam li gorî fermana xwedayî nexebitiye û nemeşiyaye. Eşkere ye ku ferman û nîzama xwedayî (Tevî hemû hewldanên îdeolojîk ên piştperdekirinê, ji bo min maneya ‘ferman’ û ‘nîzamê’ eşkere ye) rêzik û fermanên tebeya rêveber (rêveber + esker + rahib) a li ser mayeyê civakî rûniştî, temsîl dike. Ji jor heta bi evdê herî li jêr bi hezar salan pirrî caran zirav kirine, pirrî caran dugêsinî kirine (çawa ku mirov çil carî ji kesekî re bibêje tu dîn î, ew dîn bibe) û weke ferzeke xwedayî û mîna rastiyek be, ev hegemonya îdeolojîk dawerivandine hinavên civakê, lê tevî vê yekê, ev nîzama zilm, zordarî û talanê nikarîbûye bi temamî xwe veşêre û xwe bide qebûlkirin. Yên li derveyî sîstemê mane û timî bi ‘sefer’ên kolekirin û talanê yên sîstemê re rûbirû mane, yên di nava sîstema qebîleyan de ne. Ji lewra serhildanên eşîr û qewman li dijî van êrîşan di nava pêvajoyê de mîna sîstema şaristaniyê domdar bûne. Sîstemê propaganda kiriye û navê ‘barbartiyê’ li van tevgeran kiriye. Ji ber sedemên min rave kirî, berevajiyê vê rast e; nîzama şaristaniyê ‘mekîneyeke barbartiyê’ ye. Ya naxwaze ji jiyaneke mirovane qut bibe jî nîzama komin-qebîleyan e.
Ji aliyê dîrokî ve gel hebûn, karîbûn xwe bidin nîşan û wenda nebin, lê belê divê mirov nexasim destnîşan bike ku pirraniya gelan di vê de bi serneketin. Ya rastî, divê dîrok weke ku hatiye nivîsandin nebûya. Ez ji xwe piştrast dibêjim ku dîroka rastî ew dîrok e, nikarîbûye xwe bide xuyakirin û nivîsandin. Timî kirine ku ked, berxwedan, afirênerî û vedîtinên pirraniya civakê neyên dîtin. Bi zanebûn an jî xweber wisa bûye. Destketiyên civakî hatine desteserkirin. Kirine ku xwediyên wan ên rastî neyên naskirin, nikarîbûne binivîsînin û bidin nivîsandin. Nexasim vedîtin û keşfên jinê, tevî vedîtin û keşfên cotkar, şivan û zenaetkaran hema bêje tevahiya vedîtin û keşfan pêk tînin, lê dîsa jî dîrok heqê vê rastiyê nade.