9 sal in hestiyên Êzidiyan li benda rakirinê ne

 Îbrahîm Êzidî

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê çeteyên DAIŞ’ê dest bi qetilkirina Êzidiyan kir. Ji bilî revandina jin û zarokan, bi hezaran kes bi kom qetilkirin û ew kirin gorên komî de. Li piraniya Şengalê gorên komî hene û heya niha nehatine vekirin.

Her wiha gelek kes heya niha aqûbeta wan nayê zanîn û malbatên wan jî dixwazin gorên komî bên vekirin da ku nasnameya windahiyên wan bê aşkerekirin. Ruxmî ku heya niha 20 welat û saziyên navdewletî komkujiya Êzidiyan wek Jenosîd naskirine, lê civaka Êzidî û malbatên qurbaniyan li bende ne ku hestiyên şehîdên wan bên rakirin û ji gorên komî bên derxistin.

‘Em li benda windahiyên xwe ne’

Dayê Erzan ku temenê wê 73 sal e, di dema fermanê de ji malbata wê 5 kes tên revandin, piştî zêdetir ji du salan keça wê bi rêya QSD’ê ji destê çeteyan tê rizgarkirin û radestî wan tê kirin. Lê heya niha aqûbeta 4 kesan ji malbata wê nayê zanîn û vê bangê dike: ‘‘Em bang li hemû cîhanê dikin, ji bo ku em tiştekî ji windahiyên xwe zanibin, destek bidin me û li me xwedî derkevin. Heya niha em nizanin çi bi wan kesan hatiye gelo hatine revandin yan jî di gorên komî de hatine veşartin.’’

Amarên gorên komî

Li gorî amarên saziyên pêywendîdar ên gorên komî, heya niha li Şengalê 89 gorên komî hatine dîtin ku beşek ji van goran ên takekesî ne. Piraniya gorên komî dikevin aliyê başûrê Çiyayê Şengalê, ji ber ku ev herêm beriya cihên din ji aliyê PDK’ê ve radestî çeteyan hate kirin.

Yekem car di 4’ê Sibata 2015’an de li navbera bajarokê Xanesor û navçeya Sînunê de sê gorên komî ji aliyê gerilayên HPG’ê, YJA Star û şervanên Êzidî ve hatin dîtin. Dema vekirina her sê goran de termê 54 qurbaniyan hate derxistin.

Yek ji cihên ku xelkê gund bi temamî hatine dîlgirtin gundê Koço bû. Li Koço di 15’ê Adara 2019’an de 20 gorên komî hatin vekirin û di van goran de cenazeyên nêzî 500 qurbaniyan hatin dîtin. Di Sibata 2021’an de cenazeyên 104 Êzidiyan li Gundê Koço hatin definkirin.

Li Solaxê Gora Dayikan

Her wiha li gundê Solax di 26’ê Cotmeha 2020’an de goreke komî ku tê de 80 dayikên bi temen, dayikên du canî û 12 zarokên ku çeteyên DAIŞ’ê wan bi saxî binax kiribûn hate vekirin. Di gora komî ya li Solaxê de a bi navê ‘’Gora Dayikan’’ de nasnavê 7 jinan eşkere nebûye.

Li aliyê bakûrê Çiyayê Şengalê jî li komelgeha Herdanê di 22’yê Sibata 2022’an de 7 gorên komî ji aliyê ekîba di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin vekirin. Ji van goran nêzî 100 kes hatin derxistin.

Di 28’ê Hezîrana 2022’yan de li gundê Qinê 6 gorên komî hatin vekirin. Di wan goran de jî nêzî 129 kes hatin derxistin.

Li gundê Hemedanê cara yekem di 5’ê Adara 2023’yan de ji çar gorên komî tenê yek hate vekirin. Di berdewamiya xebatên vekirina goran de termê 40 cangoriyan hatiye derxistin. Di heman demê de îsal, li nêzîkî gundê Hemedanê goreke din a komî hate dîtin.

Li komelgeha Girzerikê, li ber xendekan nêzî 50 şêniyên gund û yên li derdora gund şer dikirin ji wan kesan heya niha agahî nehatiye girtin. Li nava Girzerik de 5 cih hene ku tê texmînkirin ev kesên agahî ji wan nayê girtin di van 5 cihan de bi awayekî komî hatibin binaxkirin.

Li gundê Siba Şêx Xidirê 5 gorên komî hene.

Li navçeya Tilizêr heya niha 10 gorên komî hatine dîtin, lê heya niha tenê yek ji wan hatiye vekirin.

Dî 9’ê Gulana 2023’yan de li navenda Şengalê goreke komî ya ku tê de 5 kesên Şîa hebûn hate dîtin.

Heya niha bi giştî 89 Gorên komî hatine dîtin, ji vana tenê 46 gorên komî hatine vekirin. Ji gorên ku hatine vekirin termê 1032 şehîdên fermanê hatine derxistin. 201 qurbanî testên wan ên DNA’yê temam bûne û radestî kesûkarên wan hatine kirin. Heya niha testa DNA ya 831şehîdên gorên komî nehatiye eşkere kirin.

‘Hikûmet bi cidî kar nake’

Berpirsê Rêxistina Êzidiyan a ji bo belgekirina kiryarên DAIŞ’ê Xêrî Elî, ragihand ku li tevahiya Şengalê gelek gorên takekesî hene û got: “Ev cih wek gorên komî nehatine naskirin. Her wiha rêxistinên navdewletî jî bi van cenazeyan re mijûl nabin. Her wiha karê ji bo vekirina gorên komî tê kirin jî wek tê xwestin nayê meşandin.”

3 sal in testên wan derneketine

Ev cenazeyên ku ji gorên komî hatine derxistin hinek jiwan zêdetirî 3 sala ye li Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê ne û testên wan ên DNA’yê nehatine çêkirin. Herî dawî di 20’ê Hezîranê de cenazeyê 39 kesên ku ji gorên komî hatibûn derxistin radestî malbatên wan hatine kirin. Di dema radestkirina van cenazeyan de Hikûmet Iraqê pereyê tabût û ala Iraqê her wiha pereyê rê ji malbatên şehîdan wergirtin. Ev jî bû sedema nerazîbûneka mezin di nava Êzidiyan de.