Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye

Êzîdîn Şingalî

Di 9’emîn salvegera fermana 3.8.2014’an de li paytexta Iraqê Bexdayê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansek bi sernavê ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’  hate lidarxistin. Encamnameya konferansê bi vî awayî ye;

 

Ji vir û 9 sal berê, di 3.8.2014’an de komkujiya herî mezin a sedsala 21’emîn bi ser civaka Êzidî de hat. Beriya her tiştî em şehîdên fermana 74’an, ew şehîdên ku Şengalê bi xwîna xwe parastin û rizgarkirin bi minetdarî bibîrtînin. Di salvegera fermanê de li paytexta Iraqê Bexdayê, konferansek di vê astê de bersiva herî xurt a li hemberî fermanê ye. Di 2014’an de ferman hat Şengalê da ku Êzidî nemînin.  Ev hesab bi berxwedanê hate şikestin û îro em dengê Çiyayê Şengalê digihînin Bexdayê ku ev deng bûye hêviya Iraqê jî.

 

Civaka Êzidî çand û baweriya herî qedîm a Mezopotamyayê ye û xwedî nirxên azadî, aşitî û wekheviyê ye. Êzidî dema diayê dikin, destpêkê ji bo 72 miletan dia dikin paşiyê ji bo xwe diayê dikin. Lê civaka Êzidî ku ji bo 72 miletan dia dike, di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hat. 2 sebebên esasî yên vê fermanê hebûn; ya yekemîn aliyên ku di ber parastina Şengalê de berpirsyar bûn bi vê erka xwe ranebûn, PDK’ê jî bi hezaran pêşmergeyên xwe ji Şengalê vekişandin ku civaka Êzidî jê re got ‘’Xiyaneta Mezin.’’ Civaka Êzidî bê parastin ma û ev rê li ber fermanê vekir. Sebeba duyemîn jî ew bû ku civaka Êzidî ne xwediyê nîdameke rêveberî û parastinê bû ku karibe bi hêza xwe ya cewherî li ber DAIŞ’ê bisekine. Ji ber vê bi sedhezaran Êzidî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû mai, ferman evçend giran bû. Tenê gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojavayê Kurdistanê xwe gîhandin hawara Şengalê û tevî civaka Êzidî heya astekî rê li ber fermanê girtin.

 

Avakirina Rêveberiya Xweser bersiva fermanê ye

 

Civaka Êzidî di fermanê de xwe gihand wê qeneetê ku eger nîdama xwe ya rêvebirin û parastinê ava neke, nikare hebûna xwe biparêze. Li ser vê esasê civaka Êzidî bi avakirina nîdama Rêveberiya Xweser bersiva fermanê da. Rêveberiya Xweser a Şengalê ne tenê îdareyeke teng a siyasî û civakî ye, rêveberiya xweser nîdama hebûna civaka Êzidî ye. Lê dewleta tirk û PDK’ê ku di fermanê de hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê kirin, xwe li hemberî îradeya gel negirtin û ji bo fermanê temam bikin êrîşên li ser Şengalê berdewam kirin. Ev êrîşên leşkerî, siyasî, çandî û aborî 9 sal in bênavber berdewam dike. Di van êrîşan de bi dehan fermandar û pêşengên civaka Êzidî hatin qetilkirin, ji ber vê civaka Êzidî dibêje ‘’Ferman berdewam dike.’’

 

Hêzên navneteweyî û herêmî, ji bo rehettir mudaxaleyê Şengalê bikin, fermana li ser Êzidiyan di bin nave peymanê de veşêrin û siyaseta Iraqê li gor berjewendiyên xwe bişekilînin, Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojeva Iraqê. Di esas de dewleta tirk a dagirker, PDK û hêzên navneteweyî li pişt vê peymanê bûn û ev peyman li siyaseta Iraqê jî ferz kirin. Piştî îmzekirina vê peymanê dewleta tirk û PDK’ê êrîşên li ser Şengalê girantir kirin. Her wiha dewleta tirk, hewldanên xwe yên dagirkirina axa Iraqê û parçekirina yekîtiya siyasî û civakî ya Iraqê zêdetir kirin. Di encamp de pirsgirêkên Iraqê jî kûrtir bûn rewşa siyasî aloztir bû. Ji ber vê, Peymana 9’ê Cotmehê ne tenê li dijî Şengalê ye, li dijî yekîtîya Iraqê ye jî.

 

Pêwîst e peymaneke nû bi Şengalê re were amadekirin

 

Heya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêz û aliyên siyasî yên Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî û siyasî (statu) yên Şengalê, bi saziyên dewlet û hikumetê re, bi aliyên siyasî re gelek caran hevdîtin kirin, projeyên çareseriyê pêşkeş kirin. Lê heya niha dewleta Iraqê siyasetekê ku pirsgirêkên Şengalê bi awayeke bingehîn çareser bike pêş nexistiye. Dewleta tirk a dagirker û PDK jî bi siyaseta xwe ya li Iraqê rê li ber çareseriyê digirin. Lê êdî dem hatiye ku saziyên dewletê û hikumeta Iraqê îradeyeke xurt nîşan bidin, li ser esasên siyaseta demokratîk têkiliyên xwe yên bi Şengalê û civaka Êzidî re ji nû ve ava bikin.

 

Di roja me de li gelek coxrafyayên cîhanê herêmên xweser (rêveberiyên herêmî, îdareyên la merkezî) hene. Bi taybetî ji bo dewleta federal a Iraqê, çareseriyek bi vî rengî wê bibe gavekî ku yekîtiya demokratîk a Iraqê xurt bike, her wiha rê li ber dagirkirina Iraqê ji aliyê dewletên herêmê ve bigire. Ne tenê ji ber sedemên siyasî û îdarî, ji ber sedemên exlaqî û wicdanî jî lazim e Dewleta Federal a Iraqê rê li ber vê çareseriyê veke.

Derfetên yasayî û siyasî hene ku Iraq van pirsgirêkan çareser bike, Iraq xwedî destûreke demokratîk e. Hêz û aliyên siyasî û civakî yên Şengalê jî tifaqa xwe ragihandin ku yek ji rojevên wan ên esasî çareserkirina pirsgirêkên îdarî û siyasî yên Şengalê ye. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re û bi tifaqê re muxatabî pêş bixin, mimkûn e ku derbarê rewşa îdarî ya Şengalê de gavên çareseriyê werin avêtin.

 

Yasayên Iraqê derfet dide xweseriya Şengalê

 

Di Madeya 116 a destûrê de tê gotin ku: ‘’Sîstema Federal a Komara Iraqê ji paytext, herêm, ji wîlayetên bi ti herêmê ve ne girêdayî û ji rêveberiyên xwecihî (rêveberiyên herêmî) tê avakirin.’’ Her wiha di Madeya 117 de jî hatiye nivîsandin ku: ‘’Ev destûra bingehîn; hêrêmên nû nas dike ku bi şertê hikmên destûra bingehîn werin avakirin.’’ Ev her 2 xal, bi şeklekî zelal rê dide ku Şengal weke herêmeke xweser, bibe parçeyek dewleta Iraqê. Destûra bingehîn a Iraqê wê mafê dide ku civaka Êzidî û civakên din ên Iraqê, li gor rastiya xwe herêmên xweser ava bikin û ji aliyê hikumeta navendî ve jî werin destekkirin. Her çiqas di Madeya 125’emîn de jî navê civaka Êzidî rasterast nehatibe nivîsandin jî, di çarçoveya peyva ‘’civakên cûda’’ de dikare hemû civakên li Iraqê werin nirxandin.  

 

Iraqê 9 sal in Jenosîde qebûl nekiriye

 

Piştî fermana 3.8.2014’an heya roja me ya îro nêzî 20 dewlet û saziyên navnetewî, fermana li ser Êzidiyan weke Jenosîde qebûl kirine. Biryara Jenosîde, di rojeva Parlamena Iraqê de ye jî, herî dawî Pêşnûme Biryara Jenosîde di Komîteya Hiqûqê ya Parlemena Iraqê de hate erêkirin. Niha lazim e Serokatiya Parlemena Iraqê vê biryarê bîne rojeva parlemenê û bide dengdanê. Dewletên Ewrûpî fermana li ser Êzidiyan weke Jenosîde qebîl dikin lê çima dewleta Iraqê ev 9 sal in itiraf bi jenoside nake? Civaka Êzidî vê pirsa girîng li hikumeta Iraqê dike û li benda vê biryarê ye. Bi biryara jenosîdê ve girêdayî, lazim e ew kesên ku berpirsyariya wan a siyasî, îdarî û leşkerî hene were mehkemekirin. Bi taybet rayedarên PDK’ê kur ê li ber fermanê vekirin û hevkariya DAIŞ’ê kirin pêwîst e hesabê fermanê bidin. Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê girtî ne lê heya niha ev kes bi sûcê fermanê nehatine mehkemekirin. Weke tê zanîn, Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Hezîrana 2023’an de biryar da ku dest bi mehkemekirina çeteyên DAIŞ’ê bike. Ev ji bo ji bo civaka Êzidî biryareke girîng e. Niha wext hatiye ku dewleta Iraqê jî gav bavêje û bi beşdariya saziyên demokratîk ên Êzidiyan û bi taybetî jî bi beşdariya jinên Êzidî, dest bi mehkemekirina bersûcan bike. Ji bo civaka Êzidî yek ji mijarên herî girîng jî, gorên komî ye. Heya niha li Şengalê 89 gorên komî hatine dîtin lê tenê 46 ji wan hatine vekirin. Lazim e devê vê birînê jî were girtin, hemû gorên komî were vekirin û hestiyên şehîdên fermanê teslîmî malbatên wan were kirin.

 

Êzidî vedigerin ser cih û warê xwe yê pîroz

 

Di dîroka Êzidiyan de cara yekem e ku piştî fermaneke giran Êzidî careke din vedigerin ser cih û warê xwe. Di fermanê de derdora 10 hezar Êzidî li Şengalê mabûn ku hemû jî xwe spartibûn çiyê. Lê niha li deşt û çiyayên Şengalê derdora 200 hezar Êzidî, Şîa, Sunne hene. Yek ji serkeftinên herî mezin a Rêveberiya Xweser, vegera gel a Şengalê ye. Lê lazim e ji bo vegera gel û ji nû ve avakirina Şengalê, hikumeta Iraqê hevkarî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re bike.

 

Em hêvî dikin ku ev konferans bibe wesîle ku ji bo Êzidiyan û hemû gelên rastî ferman û komkujiyê hatine heqîqet û edalet pêk were. Li ser vê esasê di 9’emîn salvegera fermanê de em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybet jî nivîskar, rewşenbîr û saziyên demokratîk dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku rê li ber projeya çareseriyê veke û mafên destûrî ya civaka Êzidî qebûl bike. Em bang li UN û dewletên ku Jenosîde qebûl kirine dikin ku statuya Şengalê nas bikin û dest ji piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê berdin. Her wiha em di serî de civaka Êzidî, bang li hemû civakên Iraqê dikin ku li ser fikrê yekîtîya demokratîk tifaqa xwe xurt bikin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.