BERXWEDANA ÇANDÎ Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname

 

Elî firat

 

Cudahiya herî bingehîn a mirov ji candarên din, bêguman kêrhatina wî/ê ya afirîneriyê ye. Bi pênaseyeke din; bûyîna xwezaya duyem bixwe ye. Xwezaya duyem tê maneya(wateya) pêvajoya civakîbûna mirov. Jixwe xala bingehîn a ku mirov ji candarên din vediqetîne ew e ku bi saya(xêra) afirîneriya xwe dijî. Xwezaya yekemîn bi tevahî rêzikên çêbûn û pêşketina hemû gerdûnê pêk tîne, xwezaya duyemîn xwe di şexsê mirov de, di nav viya de heyî dike.

Xwezaya duyemîn, di heman demê de destpêka dîroka civakî ye. Dîroka gerdûnî jî destpêka xwezaya yekemîn e. Bi vî aliyê xwe dîroka civakî wekî ku her tim tê bikaranîn, bi dîroka nivîskî re dest pê nake. Berevajî dîroka nivîskî, ji dîroka ku ji asta koma destpêkê ya ku mirov wek cure dest bi cudahîbûn û afirandina çanda aydî xwe dike û berdewam dike tenê rûpelek e.

Di nav xwezaya yekem de mirov xwezaya xwe ava dike(kom, civakîbûn), avahîbûnên(binyatgerîtiyên) ku civakîbûnê pêk tînin, serpêhatiya destpêkê ya watedariyên ku naveroka vê avahîbûnê pêk tîne, di heman demê de(bi gelemperî) tê maneya derketina holê ya çandê jî.

Jiyaneke bi qasî asîmanan zelal, kelecaneke ku her roj çavkaniya xwe ji vedîtinên(îcadên) nû digire xwe serbest îfade dike, destpêka demeke ku bihuştên xeyal û çîrokên heta nîvê şevan ne tenê ji bo zarokan ji hemû endamên civaka mirovên heyî re, di tehma(tama) helbestê de tê vegotin e. Ew demên ku tu nîşaneya veqetîna kirde û obje jî di heban û jiyana mirov de tune ye ne. Çanda ahengê bi temamî li gor şexsiyeta xwezaya yekemîn berdewam dike.

Piştî bi hezaran salan êdî dest pê dike temayên(mijarên ) sereke yên lêgerîna bihuştê li xeyal û çîrokan tê barkirin. Ji ber ku êdî di nav dilê xwezaya duyem de çand, hîle, qurnazî û despotiya zîhniyeta bajarên dewletparêz, desthilatparêz û ferdparêz ku xwezaya yekem û duyem weke lutfeke xwedayî ku divê di bin fermana wan de be dibînin hat(girt ser ruhê jiyana mirov) li ser serê jiyana mirov danî. Dîroka nexweşînên civakî, êş, kul û keder, qul(evd) û koletiyan di jiyana mirov de hem bi têgîn û hem bi arguman, hem jî bi zar û zimanê xwe hat û miseletî serê mirov bû, vaye zayîna xwe ya nenormal di van deman de kir. Bi gotineke din serboriya afirandina çand a mirovahiyê bi du milan ve veqetiya. Ya yekem û xwedî dîroka herî dirêj çanda Neolîtîkê bû. Ya duyem jî çanda desthilatparêz a bajarên dewletparêz ku di temenekî çend hezar salan e de bû. Ev, di heman demê de nirxên çandî yên ku mirovahiyê ew afirandine û ziman, edebiyat, huner û her cure çalakiyên ku wê tînin ziman bi reng, şexsiyet, cewher û bîçima xwe bi aliyên din ve averêkirin, jirêderxistin bû. Ya ku pêk hat jî ev bû. Çanda dewletparêz a ku ne pêwîst ne jî mecbûrî bû, di rastiyê de di dîroka civakîbûniya mirov de jirêderketineke zîhnî bû. Bi ferzkirinan, bi zordarî, dek û dolab û bi qirkirinan li ber boçûna dîroka civakîbûnê dest pê kir bû levîathanekî. Hat xwestin li şûna dîroka civakîbûnê dîroka çanda dewletbûn û desthilatdarbûnê bê serdestkirin. Tercîha jiyanê bi du aliyan hat veqetîn. Veqetîneke tûj û mecbûrî. Ji bo tercîhên jiyanê yên mirovan di xwezaya xwe de bi rê ve neçin, ji aliyê zîhniyeta dewletparêz ve her cure hewldan hatin dayîn. Hemû nirxên ku mirovahiyê ew afirandine êdî biçûk hatin dîtin, sivik û hov hatin hesibandin, her tiştên li ser navê doh û paşerojê hatin kavilkirin, çi hebe di niha de lê hat gerandin, hikmên wate û pêwîstî nîn e ku ji siberojan re jî tiştek bê hiştin, ew demên ku ev hemû rakêşer hatin kirin, di dinyaya mirovahiyê de di eyara erdhejê de çûn û hatinên xwe ava kirin.

Di rewşeke ku mirovan hewl dan heqîqetê nas û fêm bikin de, çanda bajarên dewletparêziyê civak weke kabûsekî xist bin fermana xwe. Vê yekê jî bi xwe re feraseteke(çemk) nû derxist holê. Mirov ketin ser rêya lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku her tiştên li ser navê jiyan û mirovahiyê bi qurnazî û bêwîcdanî berevajîkirin; bi qirkirinên fizîkî, bi neheqiyan, kevir li ser kevirî nehiştin, talan, xesp, girtina bin destê xwe ku li ser nirxên mirovahiyê ew afirandine hatine pêşxistin, êdî bubû weke toqa çarenûs û qederê. Û toqa qederê di teolojiyê de, mohra xwe jî lê xist ku di rastiyê de xwediyê rastîn ê civakîbûn û afirandina çandî ya ku li derdora jina dayîk teşe girtiye ew bixwe nîn e û hestiyekî ji parsûyê ye û êdî dawî li dinyaya azad hatiye bû.

Ji aliyekî ve pêvajoya çandîbûn û çandbûnê berdewam dikir, ji aliyê din ve dîroka şer û fikara parastina hebûna çandî, vaye bi derketina holê ya çanda bajarên dewletparêziyê dest pê kir.

 

Derbasbûna Dinyaya Qirkirinê

Zîhniyeta bajarên dewletparêziyê her ku berê xwe dida avakirina xwe ya çandî, bidestxistina nirxên civaka dîrokî ya aydî civakê û dîroka mirovbûn û civakîbûnê bi hîle û zordariyê bi xwe dan destpêkirinê, di nav hev de meşand. Desthilatiyên dewletparêz, ji aliyekî ve hewl didan wekî tek û tekane xwedî û afirînerê civaka xwe û destpêka dîrokê xwe sazî bikin, ango avahîbûna xwe saz bikin, ji aliyê din ve watedarî û binyatgeriyên civakên cuda ku dihatin maneya dewlemendiya mirovahiyê bi erdê re dikirin yek û îhtimaleke mezin dane ku cudahiyan bikin weke pêvek û dûvikên xwe. Di bin navê ji yên ‘paşvemayî û hov’ re şaristanî û esaletê bibin de, bi jiholêrakirina wan a ji dîrokê re mijûlbûn bûye hîsteriyeke desthilatdariyê. Di vê mijûliyê de asta ku gihîştinê, mirov dikare di pîvandina firehbûn û serdestiya sînorên paranoyaya desthilatdarbûnê de weke daneya bingehîn bigire dest.

Elîteke dewletparêz li ser civaka xwe berê xwe bide çewisandineke çandî ya bêmerhamet û dihelîne, armanca wê ew e ku civakê ji xwe re bike tebaa û rajêrî. Tê xwestin ku dîroka civakê weke dîroka elîta dewletparêz di hişê mirovan de bê kolandin, bicîkirin. Di rewşeke wiha de hemû mijûliyên çandî, divê li gor xizmeta mayîndetî û beka elîta dewletparêz de bin. Yên di viya de bi ser bikevin weke guzîde û delalên dewletê, di bin ewlehiya wê de dikaribûn xwe bigirin bin ewletî û garantiyê. Berevajî viya jî êdî çi bi serê te de hat … Di vê rewşê de civakê dikin weke pêlîstoka dewletê û gêj dikin. Di vê dinyayê de êdî hal û tevgerên ruhekî ku her tiştî ji dewletê hêvî dike raser û serdest dibe. Ji jiyan û cudahiyên çandî yên ku dewlet jê re dibêjin ‘derz’ û wan fel(eksantrîk) dibînin û ji cudahiyên çandî re tehamûl namîne. Cudahî, êdî li hember wan dijderketin e. Bêhişbêjiya(hezeyana) ku psîkoza desthilatdariyê, nenaskirina hebûnên ji bilî xwe û her heyînên gengaz jî ji bo xwe weke tehdîteke xedar dibîne, di heman demê de pîvana zîrektiyên polîtîk ên hemû kadroyên dewletê ne. Rastiyek heye ku di dinyaya mirov a ruhî de reha bingehîn a paranoya û şîzofreniyê, dema ku çanda desthilatdariya bajarên dewletparêziyê dikeve dinyaya mirovahiyê dest pê dike. Di bingeha xerîbî û ecêbiya ji civakîbûna di paşxaneya jiyana xwediyên desthilatdariyê re berevajî de ev heye. Ji ber ku şaristanîbûn, di eslê xwe de, navê destpêka hevduxwarina mirov e. Her ku sîstema desthilatparêz xwe sazî kir, xwe bi nexweşînên sîstemî yên xwe, halên ruh, şêwazên tevgeran, helwestan, mîmîkan, her tiştê mirovî da xwarin. Civak, vegeriya rûdaneke(yansima) halê ruh û tengaviya ku sîstem tê de dijî. Di rastiyê de tek afirîner, sedem, xwedî û efendiyê hemû xerabûnên tevgerî yên pasîko-sosyal ên bi civakîbûnê re nakok in û ne mirovî ne, seknên jiyanê yên bi hilweşîna exlaqî re wekhev in, kurt û cewherî sîstem bixwe ye. Asta jiyana mirovan neynika(eynika) dewletê ye. Girtîxane, bi encamên tirs û pêkanînên dewletekê tên tijekirin an jî tije ne. Vedîtina zîhniyeta dewletparêz a ku bi navê hiqûqê tê binavkirin, bi karê mertalê parastinê tenê ewlekirina sîstema dewletparêz dike armanc. Di dewletan de exlaq tu car nabe, ango tune ye. Dîsa li ser navê hiqûqê dîwarekî ji kevirên sar hatiye danîn, lêkirin.

Veguherana çandî ya ku dewlet li ser civakên xwe pêk anîn, tenê bi viya re bi sînor neman. Bi dîroka dewletbûnê re awayên cur be cur ên qirkirina çandî li ser gelên din hatin pêkanîn. Li ser civakên di warê çandî de binyatgerî û watedariya wan hîn bi hêz û xurt, hat xwestin bi qirkirina fizîkî serdestî bê danîn. Weke mînak Cihû. Lê li ser gelên ku di rewşa xwe bi xwe têr dikirin de ne jî, qirkirina çandî ya bi bişaftinê dest pê dikir û dihat kûrkirin, demdirêjî lê ya herî xeternak û belavker bû. Bi qirkirina çandî nirxên civakî yên gelan hatin talankirin û xespkirin. Li gor xerîbkirinê kirin aydî xwe. Ew binyatgeriyên ku bikaribin wî gelî li ser piyan bihêlin, hatin parçekirin, qedexekirin, sûc hatin hesibandin û heramkirin. Kes, her çiqas bi fizîkî nasnameya wî/wê ya gelê ku aydî wî ye eşkere li holê be jî, anîn halekî wisa ku bi çandî, di ziman, tevger, cil û berg, zar û xîtab, di avakirina xeyal û utopyayên wan ên pêşerojê de şopên kûr ên dewleta netewe ya serdest dide der û dijî. Bi vî awayî ji bo wan civak û kesan, pirsgirêka hebûnê(ontolojîk) bû sereke. Ji bo vê mirov dikare kurdan weke mînaka herî bandorker(kartêker ) nîşan bide. Hemû saziyên wan hatine belavkirin, bi parçebûna wateyî ya kûr re rû bi rû mane, zîhniyeta wan hatiye wendakirin, dinyaya wan a çandî bi qedexeyan hatiye tengkirin û bi biçûkdîtinan ji pêş çav hatine xistin, ji bêxwedîtiyê re hatine terikandin. Li ser navê wî jî meşandina nîqaşa hebûn û tunebûnê, ji bêmerhametiya qirkirina çandî re mînaka herî balkêş e. Kurd ji kêm gelên ku li ser wan dîroka qirkirina çandî hatiye cêribandin û pêkanîn in. Berdêlên lêgerîna dinyayeke li derveyî red û qebûlên qirkirina çandî xedar in, ev, di her fersendê de pê dane hînkirin.

 

Di Nav Sîstemê de Ji Xwe re li Azadî û Xweseriyê Gerîn Xeflet e

Qirkirina çandî, bi zîhnî, mirov xistina rewşa ji xwebûnê jêgerîn, devjêberdan e. Ev, di heman demê de, rênîşaneya pirsgirêka hebûnê ye. Yên ku hebûna wan neyê qebûlkirin, dîtin û tune bên hesibandin, bêguman azadiya wan jî nikare bibe. Ji ber vê yekê ye ku mijûliya di nav hev de meşandina pirsgirêka hebûn û azadiyê ya kurdan ji bo kurdan bûye bingeh. Li hember berdêlên giran ên xwebûn û têkoşîna jiyana azad, di civaka kurd de cîgirtin, hêzên modernîteya kapîtalîst û desthilatdariyên di rewşa ajanên wan ên li Rojhilata Navîn de ne, di helwestên înkarî yên derbarê hebûna kurd de sistbûnek derxistiye holê. Li hember viya fersend ji bo avahiyên dewletparêz ên neteweyî yên kurd tê dayîn. Di rastiyê de ev rewş, bi safseteya(gotinên vala û bêbinî) ‘kurdên lîberal’ derxistine pêş. Ev jî armanc dike ku bendeke din deyne ber têkoşîn û lêgerînên jiyana azad û berxwedana wan. A rastî, ya ku tê jiyankirin û tê xwestin bidin jiyankirin; ji bo hîn bi kûrahî û bi ziravî meşandina qirkirina çandî derfetên nû dide.

Polîtîkaya qirkirina çandî ya gerdûnî, di serdema modernîteya kapîtalîst de bûye xwedî nasname. Di tu demeke dîrokê de mirov nebûye şahid ku bi qasî serdema modernîteya kapîtalîst qirkirina fizîkî û çandî hatiye pêkanîn. Kara herî zêde, endustriyalîzm û dewletparêziya neteweyî bi awayê hegomonîk di sazîkirina qirkirina çandî de derbas dibe. Modernîteya kapîtalîst, tenê li ser esasên perçiqandina binyatgerî û watedariya gelan xwe dike hêza dinyayê. Ji bo vê jî, li her deverê dinyayê bi hemû hêza xwe destek-kirina desthilatdariyên sîxur û hevkar ên girêdayî xwe, sazî û xebatan datîne pêşiya xwe. Di vê mijarê de, di nav hegemonyaya xwe de rê nade valahiyeke herî biçûk jî. Yên ku weke valahiyên sîstemê tên zenkirin jî, yê xwe dispêre sîstema xerakirin û çêkirinê, di bin venêrîna nihêrtina ji jor ve, derfet dayîna helandin û dan helandinê ye. Dîsa bi heman rengî, di nav hêzên li ber xwe didin de jî her cure xebat û fînansmanên xwe birêxistinkirinê jî temîn dike. Çanda emperyal, li ser çandên civakî yên ku xweserî û cudahiyên gelan temsîl dikin, bi rê û rêbazên herî zirav, di serî de jî di qada edebiyat(wêje), huner û çapemeniyê de hewl dide ku serwer bike. Hemû ecibandin, pêşbirk û festîval, xelat, piştgirî û referansên navneteweyî girtine bin yekdestdariya xwe. Di vî warî de yekdestdariyeke erjeng, tirsnak hatiye sazkirin.

Di hemû qadên jiyanê de, di qada civakî, siyasî, aborî, dîplomatîk û çandî de bi yekdestdariyeke di asta gerdûnî de, gel ji bo bêçare bimînin, bibin pêvek û dûvika sîstemê, entegre bibin, xerîb bibin tên teşwîqkirin. Di vî warî de sîstem, bi vegotineke demagojîk û bi têkoşîneke psîkolojîk ji bo bibe navnîşana rêya hemû ecibandin, bêrîkirin(hesret), hêvî, xeyal û halên mirovî hewl dide.

Hêzên hegemonîk, li ser meylên azadiyê yên gelan di asta gerdûnî de bi qedexekirinên hiqûqî, bi piştgiriya teknolojiyên bilind û xurt ên leşkerî terorîzmê pêk tînin. Di vê dinyayê de yên ku ji bo hegemonyaya gerdûnî terorîzma gerdûnî pêk tînin, tenê hêzên modernîteya kapîtalîst in. Tê zanîn ku ev hêz, di warê çandî de dipelêxin û derbas dibin, hemû çavkaniyên ku her cure dînamîkên çandî yên aydî gel ji hundir ve bi rizandinê tune bikin, dixin dewreyê. Rizandin, yek ji rêbazên bêmerhamet ên modernîteya kapîtalîst e. Bêmerhamet e, ji ber ku hêrsa kara zêde di nav xwe de meylên faşîst dihewîne. Li hember têkoşînên jiyana azad a gelan çawa ku serê mirovekî bi birekê birîn, kujerî û canîtî be, bi çekên giran ên teknolojîk tunekirina mirovan, wisa pêwîst dike ku sîstem di rewşeke dîn û har, aqilavêtî de be. Rewşa dînîtiyê, aqilavêtinê, halê serkeftinê na, çi bike jî bi ser neketinê, şemitîna axa di bin pêyên wan de û li ber xwe nedana xwe bi xwe xwarina wan e. Hemû nexweşîn, xerabûnên psîko-sosyal û çandî ku di serdema modernîteya kapîtalîst de derdikevin, belavbûna tiştê ku di sîstemê bixwe de tê jiyankirin e. Sahneyên dînbûn, aqilavêtinê yên di sînemayên dinyayê de, yek ji xuyangên, rûdanên bêçareserî mayînên dinyaya senarîstan e. Em dikarin fîlmên polîsiye jî di vê çarçoveyê de bigirin dest. Her tiştên aydî sîstemê, yê herî rexnegir jî tê de, çarenûsparêzî, qederparêziya ‘di encamê de rewş û halê dinyayê ev e’ dide hînkirin. Vaye aliyê herî xeternak ê qirkirina çandî; di sazîbûnên di vê qadê de sîstem xwe destê yekem ê zana, yê herî baş dizane, yê herî rast û pîvan datîne dibîne û ev ji aliyê mirovan ve tê qebûlkirin. Halê bi zîhnî ji xwebûnê qutbûn, windabûn ev e. Ev, halê herî xetere û bi êş e. Tiştê ku sîstem şaş dibîne, şaş e. Yê ku sîstem paşmayî û hov dibîne jî wisan e. Hemû qada hunerê û nivîsê ya edebiyatê di nav vê gerînekê de tê perpitîn û pê êş didin kişandin. Amadekirina tezekî şoreşger; tê maneya rû bi rû mayîna daxuyaniyên fermî yên bi sedan mirovên bi navê zanyar, ên di kirasê hunermend û nivîskaran de. Ji ber ku fermiyeta dewletparêz, meqama erêkirin û diyarkirina heqîqetê ye. Rewabûna yên ji bilî wî tune ye. Modernîteya kapîtalîst êdî tenê sîxurên îstîhbarî xwedî nake. Di warê civakî, siyasî, çand, aborî, hunerî, zanistî û hwd. di her qadê de sîxurên xwe amade dike. Jixwe beşek jê jî pêwîstî bi mehane, destheq girtinê jî namîne, bi zîhnî, belavkirin û parastina modernîteya kapîtalîst dikin ku ev, rastiyeke din e. Di vê mijarê de portreyên herî reben û belengaz, kesayetên di bin banê gelên bindest de ne û hêza wan a berxwedanê nemaye ku tiştê ev dikin tenê xwe xweşkirin, xweşekî kirin e. Di dinyaya modernîteya kapîtalîst de tu çiqas bixwazî tu dikarî muxalefetê bikî. Lê tenê bi şertekî; di nav jiyana şaş de bimînî û rastiyan rexne bikî… Ji ber ku tu, ji bo sîstemê endamekî/e thînk-thankê yî. Hem jî bê destheq. Vaye paşxaneya tiştê ku modernîteya kapîtalîst jê re dibêje lîberalîzm û weke azadî lanse dike, derdixe navê ev e. Bi mînakdayîna ji van tîpan sîstem propagandaya azadîxwazî û demokratiya xwe nake, viya bi beleşî bi wan dide kirin. Vaye xefik û dafika li hember berxwedanê ya hîleya lîberalîzmê…

 

Berxwedan, Avakirin, Kêlî bi Kêlî Jiyankirin e

Modernîteya kapîtalîst weke demên dawî yên şaristaniya kevn tê diyarkirin. Şaristaniya kevn, di nav xwe de bi amûrên dagirkeriyê heyî dibe. Bûye. Tenê civaka ku ji nav derketiye bi zilm û zordarî û dagirkeriyê neheland û nedaqurtand; têkiliya simbiyotîk û ekolojîk a bi xwezaya yekem re hilweşand û wê dagir kir û anî ber qedandinê. Di halê heyî de hem xwezaya yekem hem jî xwezaya duyem, di dîroka xwe de, demên xwe yên herî bi qrîz û qeyran, bi pirsgirêk û zehmetiyê dikişînin dijîn. Ger pêşî lê neyê girtin, pêkhatina zêdetir felaketên ji xwezayê û civakî jênerevîn e. Çîn, bajar û dewletbûn di rewşa heyî de veguherîne çavkaniya pençeşêra(kanser) civakî. Hilweşîna xweza û derdorê, zêdebûna di çekdarbûna nuklerî de, zêdebûna bêkariyê, civaka xerîdar, zêdebûna gelhe(nufûsê), pençeşêrên biyolojîk, nexweşînên cinsî û qirkirinên çandî û fizîkî yên her ku diçe zêde dibe nîşaneyên viya ne. Bi vê sedemê hilweşîna şaristaniya kevn, hilweşîna mirovahiyê nîn e. Berevajî, modernîteya demokratîk/ rêya şaristaniya demokratîk bûyîna alternatîf e.

Modernîteya demokratîk, utopyayek, an jî tiştekî di paşerojê de hatiye jiyankirin nîn e. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, bi berdewamkirina hebûn û dîroka xwe, çavkaniya jiyanê ya nirxên civakîbûnê ya mirovahiyê ya ku heta îro hatiye. Dîroka mirovahiyê ye.

“Lûtke û qûntarên sîlsîleya çiyayên Toros û Zagrosan, qadên ku ev xwedayîbûna şaristanî tê de hatiye haveynkirin bûn. Di hembêza civaka Neolîtîkê de lê weke kurmê darê, bi xwarina wê hebûna xwe ava dikir. Li deştên Mezopotamyayê rêxistinbûna bajar, çîn û dewletê çaxê wê yê rastîn ê ciwanî û gihaştî bû. Şaristaniya Ewrûpaya Rojavayê jî bû çaxa wê ya kalbûn û mirinê.

Kurdistan weke welat û kurd weke civak, di çaxê mirinê yê vê xwedayîbûna ku di hembêza ax û civaka xwe de bi pêş ket de êş û jana xwe ya herî qehirker dikişînin. Dema em endamên modernîteya kapîtalîst weke halên mirin û kalbûnê yê xwedayê şaristaniyê şîrove dikin, rastî hîn jî berbiçav dibe. Weke kirdewar(sûbje) modernîteya kapîtalîst û weke tişteyî(obje) rastiya kurd û Kurdistanê, pevçûneke li tu devereke dinyayê nayê dîtin dijîn, ketine qirika hev. Mîna ku di gelek şoreşên mezin de her wekî dîrok careke din ji nû ve vejîn bûye û bi hemû hunera xwe şer dike. Bi vî şerî re yê ku tê hilweşandin, jihevdeketin, ne tenê dewleta neteweyî, qanûna kara zêde, distanên(sêlinge) endustriyalîzmê û ‘sêla sor’ e; veqetîna kirde û heyber(obje) jî hildiweşe. Kurtasiya kurtiya şoreşê di jiholêrakirina parçekirina van têgînan de ye. Bilindbûn, hişkbûn(dogmatîkbûn) û jihevketina îdeolojiya kirde û heyberê, bi bihaya sîstemeke dagirker û pir bi xwîn a herî kêm pênc hezar salan berdewam kir pêk hat. Ev sîstem li ser mirovahiyê tam rola kabûsekî lîst. Mirovahî ji vî kabûsî hê nû nû şiyar dibe. Weke mirov û welatekî azad ev tevgera şiyarbûnê ya kurd û Kurdistanê hêvî dide.”

Lêgerînên jiyana azad û heqîqetê yên kurdan tenê bi pêşxistina berxwedanê bi tena serê xwe nabe çareserî. Ji bo ev tevgera şiyarbûne mûtleq jiyanî bibe divê xebatên avakirinê bi ostayî û bi sebir bên meşandin.

Xisûsên, xalên di xebatên avakirinê de wê derkevin pêş em dikarin bi kurtayî wiha diyar bikin;

“Ya yekemîn; aliyê zîhnî ye. Bêyî ku lêhûrbûnên wan ên ziman, çand, dîrok, aborî û nufûsê îhmal bikin, em behsa aliyên hebûnê yên kesên ku têkildarî van qadên bingehîn, dinyaya zîhnî ku halên xwe yên bi zanebûnî bi hesta piştgiriyê parvekar in(DINYAYA ZÎHNIYETÊ YA HEVPAR), dikin. Di vî aliyî de pîvana bingehîn; proje û xeyala dinyayeke azad û wekhev ku xwe dispêre cudahiyan, di warê zîhnî de parvekirin e. Ji vê dinyaya zîhniyetê re em dikarin bibêjin utopya an jî dinyaya komunal a kesên azad jî. Ya girîng; di qada giştî û dinyaya civakî û exlaqî ya civakê de zîhniyeteke azadî û wekheviyê ku cudahiyan red nake HER TIM jiyankirin e. BÎST Û ÇAR SAETAN BI ZÎHNIYETA DEMOKRATÎK JIYANKIRIN E. Aliyê duyem; bedena ku wê dinyaya zîhniyetê xwe bispêrê ye. Tiştê bi bedenê tê xwestin bê gotin; hebûna civakî li gor dinyaya zîhniyetê ji nû ve bê verastkirin. Li gor dinyaya zîhniyetê ya neteweya ku bi hevparî tê parvekirin, wê civak çawa ji nû ve bê verastkirin? Wê hebûna xwe ya bedenî bi kîjan avahîsaziyê pêk bîne? Bi kurtasî, tiştê ji paşeroj û kevneşopiyê maye û ji nû ve verastkirina derdor û xwezaya civakî ya ku modernîteya kapîtalîst li gor armancên xwe heta bibêjî bi nexweşîn, bi qrîz, bi çewisîn û dagirkerî(pêkanînên digihê heta qirkirina çandî jî divê li viya bê zêdekirin) li hev daniye an ji bêpergal kiriye, aliyê bedenî pênase dike.

Aliyê zîhnî, ji ber ku hesta piştgirî û dinyaya xeyal û fikrî ya civak û kesên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, verastkirineke bi sînor pêwîst dike. Ji bo vê, perwerdeya zanist, felsefe û hunerê(ol jî tê de) pêşxistin û bi vê mebestê vekirina dibistanan xebatên pratîkî yên di serî de tên in; perwerdeya hest û zîhniyetê ya têkildarî netewebûnê erkên wê ne. Bi qasî têkildarî hebûna civakî û dîrokî, dema niha û çanda civakî ya têkildarî serdemê derxistina zanebûnê, aliyên wê yên rast, baş û xweşik bi rengekî hest û fikrên hevpar parvekirin esas e.

Kurdan têkildarî hebûna xwe, di dinyaya hest û fikrên BAŞ, RAST Û XWEŞIK de weke netewe sazkirin, tesewirkirin e. Bi gotineke din, bi şoreşeke zanistî, felsefî û hunerî netewebûna kurdan, dinyaya hest û zîhnî ya bingehîn a vê netewebûnê avakirin, afirandin e; ravekirina heqîqeta zanistî, felsefî(îdeolojîk) û hunerî ya rastiya kurd bi serbestî parvekirin e. Rêya viya; fikirandina cewherî û perwerdekirina cewherî ye, parvekirina başiyê û jiyankirina xweşik e. Ji aliyê zîhnî ve xisûsa bingehîn a mirov dikare ji bo pêk bînin ji dewletên neteweyî daxwaz bike; tam girêdana bi azadiya fikir û îfadeyê re ye. Ger dewletên neteweyî bixwazin bi kurdan re di bin normên hevpar de bijîn, ji bo kurd dinyaya xwe ya hest û zîhniyetê ava bikin û xwe li ser esasên cudahiyan bikin civakeke neteweyî, azadiya fikir û îfadeyê ya ku pêwîst dike, bigirin bin ewlehiya destûra bingehîn û bizanibin girêdaneke tam nîşan bidin. Rêya avakirina neteweyeke hevpar ji tam girêdana bi azadî û serbestiya fikir û îfadeyê re derbas dibe.

Çawa ku jiyana komunî derbasî hemû qadên perwerdehî, çandî û hunerî kirin mimkun e, jiyana civakî û polîtîk jî hem komunkirin hem jî demokratîk-kirin mimkun e.

Ya baştir, kêliyê bê paşeroj û pêşeroj nejiyankirin e. Jiyaneke zanyarî, paşeroj û pêşeroj di kêliyê de bi azadî bê ziman û jiyankirin e. Di bingeha çanda modernîteya kapîtalîst û çanda wê ya ku dike kole de, mirov bê paşeroj û pêşeroj bihêle û bike xerîdarên(serfkar) heywanî yên kêliyê heye. Li hember vê çanda jiyanê ya dike heywan a ferdparêziya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, divê kes; bi hesreta paşeroja serdema zêrîn û hêviya pêşeroja bi utopya, di civakên komunal ên demokratîk ên kêliyê de bigihîne hev, xebatê weke azadî bihesibîne û bi vî rengî alternatîfbûnê bi ser bixe.

Rexneya li ser qadên zîhnî yên modernîteya demokratîk, tenê bi jevxistina dogmatîzma di van qadan de bi sînor namîne. Ji bo zanîst, felsefe û huner rola xwe ya di civakê de bi layiqî bînin cîh rê jî vedike. Modernîteya demokratîk bixwe jî tenê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bi rexnekirina modernîteya kapîtalîst saz dibe; amûrên xwe yên têgînî bi pêş dixe. Tengaviya di dinyaya zanîngeh û akademiyên modernîteya kapîtalîst de, bi avakirina zanîngeha azad û saziyên akademîk ên têkildarî her qada civakê hewl dide çareser bike. Her ku hegemonyaya îdeolojîk a sîstemê ji hev de bikeve, wê pêşiya zîhniyeta modernîteya demokratîk jî vebibe. Ev jî rê li ber jinûve avakirina modernîteya demokratîk vedike.

Em tenê tengaviya aborî, civakî û polîtîk a modernîteya kapîtalîst bi binyadî, bunyewî najîn; pêre tengaviyeke heqîqetê ya bi kok jî jiyan dikin. Pêşketina mirovahiyê, her tim bi pêşketinên di têgihîştina heqîqetê de çêbûye. Kapîtalîzma ku têgihîştina heqîqetê sanal kiriye, di dîroka mirovahiyê de rêya jiyana herî xerab, kirêt û şaş vekiriye. Di rêya jiyana şaş de RAST nayê jiyankirin. Di rêya jiyana xerab û kirêt de jî BAŞ û XWEŞIK nayê jiyankirin. Ji bo jiyanê felaketeke ji qrîz û şeran girantir, bi qutiyên jiyana sanal ku rê li ber qutbûnên bingehîn ên ji têgihîştina heqîqetê vedikin re bi koleyî girêdan e; di rêyeke şaş, kirêt û xerab a ku ji zû ve ye hatiye diyarkirin de jiyankirin e. Nîqaşên di giştî de modernîte, bi taybet jî modernîteya demokratîk dikare têgihîştina me ya heqîqetê ji nû ve bi pêş bixe. Em dikarin ji jiyanên ku di rêyên şaş, kirêt û xerab de heba dibin qut bibin û berê xwe bidin rêyên jiyanê yên rast, xweşik û baş. Ji bo vê, bi şoreşa zîhniyetê ya modernîteya demokratîk, bi rêya felsefe, huner û zanista ku civakî dibe, em dikarin têgihîştina xwe ya heqîqetê bi hêz bikin û jiyana rast, baş û xweşik pêk bînin.

Çawa ku sînorên hesret û hêviyan tune ne, ji bo bê pêkanîn li pêşiya kesan ji wan pêştir tu astengiyeke cidî jî tune ye. Bes bila hinek namûsa civakî, hinek eşq û aqil hebe!”.