Civaka Êzidî li dijî êrîş û fermanan çawa dikare xwe biparêze

Îbrahîm Osman

 

Ji destpêka dîrokê heta roja me, xweparastin hewildan û helwesteke rewa û xwezayi ye di jiyana zindî û jîneweran tevan de. Xweparastin liv û bizaveke rewa ye ya li dijî êrîşan. Mînak; çawa ku mirov şût û tazî hatin jînê, pişt re li dijî germ û sermayê bi cil û bergan, avakirina holik û xaniyan û gelek amûrên din xwe parastin, her weha wexta êrîşek tê ser çav, ewilî bijang helwestê raber dike û dikeve dewra parastinê. Eger êrîş tê ser bedene, dest û ling dibin mertalên parastinê. Ev rastîya jiyanê ji bo ruhilberan tevan derbasdar e.

 

Ez dixwazim di destpêkê de zelal bikim, ku di roja me ya îroyin de, Êzdî bi du ferman û êrîşan re rû bi rû mane. Bêguman ku ev her du jî dibin sedema têkçûn û hilandina Êzdiyan. Loma roj bi roj Êzdî dihilin û hejmara wan kêm dibin. Yek jê fermana sor e, ya din jî sipî ye. Yek ya ji derve ye, yek jî ya navxweyî ya hundir e. Helbet sedemên wan ji hev cûda ne. Lê bandora her duyan jî wekî hev nêgatîf e.

 

Fermana yekê, ya ji derve ye. Veya bi fermana xelîfeyê Sulmanan, ya Omer Bîn Xetab e ku piştî Îsa di destpêka salên 7’emîn de destpêkir û heta îro bê rawestan berdewam e. Ji Osmanîyan, heta Tirk, Tirkmen, Ereb, Faris, Kurd û DAÎŞ’ê, kî ji vana bû hêz, li hespê Mihemed siyar bû, ayet kirin mertal û şûrê Elî xist destê xwe, ewilî berê xwe da Êzdiyan, hêza xwe û şûrê xwe li ser Êzdiyan  ceriband, Êzdî kuştin. Şûrên xwe bi rijandina xwîna Êzdiyan sor kirin. Êzdî dîroka vê çîrokê wek 74 fermanan bi nav dikin.

 

Ji Êzdiyan pê ve tu hêz nikare Êdiyan biparêze

 

Ya duduyan jî, zirx û hinek zagonên olîne ku êdî ji bedenê re teng in. Ev zagon ne li gorî vê serdemê ne. Guhartin û vezelandinê dixwazin. Em vegerin ser mijara xwe ya parastinê. Tu hewceyî bi şahid, şiûd û delîlan nîne ku em li vê derê raxin ber çavan. Lewre eşkere ye û bi dehan caran hatiye çesipandin ku, ji Êzdiyan pê ve tu hêzek nikare Êzdiyan biparêze. Êzdî Kurd in. Lê baweriya wan cûda ye. Fermanên li wan rabûne para mezin ji sedema qewmiyet û baweriya wan e, parek jê jî rasterast ji ber ol û baweriya wan e. Ji xeynî Ereb, Faris û Tirkan ên wekî Paşayê Kor û Bedirxaniyan jî di dîroka nêz de, ferman li Êzdiyan rakirine. Di fermana dawiyê ya DAÎŞ ê (3.8.2014) de jî 12 hezar pêşmerge bêyî ku fîşekekê biteqînin, Êzdî ji bo kuştinê radestî nava lepên hov kirin.

 

Êzdî tenê dikarin bi hêzeke xweser û rêvebiriyeke xweser bêne parastin. Sulmanekî ku destkuja Êzdiyan naxwe, nimêjê dike, diçe mizgeftê, rojiyan ji Remezan re digre, li gorî wî Êzdî miletekî bê pirtûk in, kafir in û qetla wan li gorî Quranê “wacib e’’, wê çawa parastina Êzdiyan bike. Loma pêwîst e Êzdî bi meclîs û artêşa xwe xweser bin.

 

Wekî ku min li jor jî anî ziman, Êzdî Kurd in û axa li ser dijîn navê wê Kurdistan e. Êzdî ji ber qewmiyeta xwe dikarin wekî Êzdîxaneke xweser girêdayî Kurdistanê xwe birêxistin bikin. Îro hêzeke Êzdiyan ya xweser û meclîseke Şengalê ya xweser heye û heta îro gelek berdêl û qurbanî jî dane. Lê PDK, dewleta Tirk û hikûmeta Iraq ê hewil dide vê hêz û pêkhateya Êzdiyan ji holê rake û tasfiye bike.

 

Amadekariya kongreya Êzdiyên cîhanê were kirin

 

Ji bo parastinê, naskirinê, dîplomasiyê, reforman û pêşxistinê divê çi were kirin?

Ya sereke, meclîseke Êzdiyên cîhanê were damezirandin ku temsîla bîr, ray û vîna Êzdiyan bike. Lê em dizanin ku Êzdî di hêla erdnigarî, civakî, siyasî û sosyal de perçe perçe ne. Ev perçe wê çawa bigihîjin hev, bi hev ve bikelin û bicebirin?

Divê di bin sîwana heyeta rûhanî de û bi destûra wê, komîteyek ji dunavan û rewşenbîrên Êzdiyan bê avakirin. Ev komîte serbixwe be û amadekariya kongreyek Êzdiyan ya cîhanê bike. Ev komîte li welat û derveyî welat, bê ferq û cûdayî xwe bigihîne hemû sazî û rêxistinên Êzdiyan. Li gorî welat û herêman civîn û konferansan li dar bixîne. Di wan civîn û konferansên herêmî de komîteyên nûner ên berbijêr hilbijêre. Ger ev kar bi dawî bûn îjar kongreyekî netewî li dar bixîne û ev kongre jî dikare meclîsekê ji bo Êzdiyan hilbijêre. Ev meclîsa ku were hilbijartin dê nûnertiya Êzdiyan bike. Biryarên di derbarê Êzdiyan de ne Hewlêr û Bexda ev meclîs wê bide.

 

Wexta civaka Êzdî îradeya xwe beyankir û bû xwedî temsîlî, êdî dikare dest bi reforman jî bike.