Koçberî koletî ye, veger azadî ye
Yezda Havîn
Tam 9 sal di ser fermana 2014’an de derbas bûn. Roja fermanê gelek malbatên Êzîdî derfetê revê û xwe ji destê DAIŞ’ê rizgarkirinê nedîtin. Lewma bi hezaran ji gelê me yî Êzîdî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Kesên xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin jî bi rojan li Çiyayê Şengalê bi tirs û xofeke mezin jiyan. Tam di wan rojên ku di her kêliyê de digotin; ‘DAIŞ hat’ de, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hewara wan ve çûn. Gotina rûsipîyekî Êzîdî ku 40 sal berê gotibû; ‘wê rojekê fermaneke pir giran çêbibe, lê wê keç û xortên nezewicî bi hewara Êzidiyan ve bazdin’ pêk hat. Gelê me ku di germahiya Tebaxê de, bi tirs di nav toz û dûmanê de tî û birçî li serê Çiyayê Şengalê mabûn, ji nav lepê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û parastin. Di d,fermanê de gelê me yê Êzîdî pijiqîn gelek der û dorên Iraq, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û welatên Ewrûpayê. Nêzî 10 hezar kes li Çiyayê Şengalê man û terka cih û warê xwe nekirin. Li qampa Newrozê ya Dêrika Hemko kesên derbasî rojava hatibûn kirin li vê qampê bi cih û war kirin. Lê piştî ji aliyê hêzên gerîla, YPG-YPJ-YBŞ û YJŞ’ê bi berxwedan û tekoşîneke bêhempa bi israr û bedeleke mezin gelê qampa newroz û Şengalê di nav çend salan de vegeriyan mal cih û warê xwe. Lê mixabin li qampên Başûrê Kurdistanê yên di bin venêrîna PDK’ê de hîna nû nû vedigerin. Gelê di qampê de, di nav şert û mercên zor û zehmet de dijîyan û di bax û baxçê de ew didan şixulandin. Roja ku agir bi konekî neketa, jin nehatana revandin û tecawizkirin nîn bû. Heta keça zarok Axîn hîn 4 salî bû hat tecawizkirin û her wiha jiyaneke bi êş û jan kişandin.
Koçberî koletî ye, ferzkirina koletiyê ye
Di dîrokê de, ti koçberî jixweber çênabe, teqez sedemekî ku neçar bimîne heye. Carcarna ji ber afetên xwezayî an jî pêdiviya aboriyê, koçberî çêbûye. Lê di dîrokê de koçberiya herî zêde ji ber sedemên êrîşên deshilatdarî, bêheqî, wêrankirin, qirkirin û desteserkirinê çêbûye. Li cîhanê êş û jana herî mezin koçberkirin e. Ji ber ku koçberî tê wateya ji cih-war, mal, bax û bexçê ku bi sed salan ked, xwêdan, xizantî, zahmetî kişandine ji nişkê ve jê tê qut kirin. Cihekî mirov pê re çêdibe, mezin dibe, dimeşe, dipeyive, dikene, pêroş dibe, têr dibe û pê re dibe yek ruh, yek dil, yek mêjî û heta dibe yek laş. Ji vê rastiyê qutbûn ne hêsan e, zilm û zordariya herî giran e. Ji xwebûna xwe, ji axa xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe û ji koka civaka xwe qutbûn e. Hêzên desthilatdar bi koçberiyê re îrade şikandine, belavkirine û ji civakbûnê derxistine. Ev jî perçeyekî ji sîyaseta helandinê ye. Bi vî awayî gelê tê koçberkirin bi pirsgirêka mayîn û nemayînbûyê re rû bi rû dimîne. Wekî darekî ji kok rabe û şaxê wê li cihekî din bê belavkirin û ew şax bi dem dewranan re hişk bibe. Di vir de civaka di derbarê xwe de difikire, xwe diparêze, hebûna xwe heyî dike, dikeve xeteriyeke bêserûbinî. Edî ji vê û şûnde, tenê ji bo nemre, jiyana xwe bidomîne debara xwe bike têdikoşe. Ev jî koletiya herî kûr e. Yanî koçberkirin ferzkirina koletiyê ye. Ji xwe koçberkirin bixwe tê wateya kolekirinê. Ev jî ne tenê koletiya laş e, koletiyek çandî, bîrdozî, nasnameyî û hebûnê ye.
Dewleta Tirk û Elmanya, bi desteka PDKê dixwazin gelê me yê Êzîdî bi koçberkirinê ji holê rakin û Çiyayê Şengalê tevî xaka wê vala bikin. Ji ber dizanin bi sedan sal in Çiyayê Şengalê stargeha gelê me yî Êzîdî ye. Bi vê re rehê koka dara jiyanê dixwazin qût bikin. Di vê wateyê de wekî Rêber Apo jî got; ‘Berxwedan di van xakan de bûye çand’ û çavkaniya jiyana azad. Boneya vê yekê bi koçberkirinê ji cehwera wê guvaştine, berovajîkirine. Ji ber dizanin eger gelê Êzidî ji Şengalê derkeve, ev tinebûna wan e. Ji bo vê pêk bînin her cure şerê taybet bi şêwazên cûrbicûr didin meşandin. Di vê wateyê de, qirkirina sîyasî ji ya kuştinê xerabtir e, ji ber ku qirkirina sîyasî demdirêj e, çand, bawerî, ziman û hemû hêmanên aîdê wan dihewîne hundirê xwe û dihelîne. Niha li ser gelê meyî Êzîdî ev tê ferzkirin.
Mirovahî di hembêza civaka Êzidî de geş bûye
Gava em dîroka gelê me yê Êzidî dixin ber lêpirsînê û lêdikolin, dibînin ku avakerê koka mirovahiyê ye. Yanî mirovahî di hembêza wê de geş bûye. Ji ber ku ya yekemîn dest avêtiye axê, şert û mercê jiyanê afirandiye û nîmeta axê xistiye bin xizmeta mirovahiyê ew in. Ax bi mirov re, mirov bi axê re têkildar kiriye. Bi hezaran salan dilê mirovahiyê bi rûyê axê geş bûye û di vê geşbûnê de gelek çîrok û destan bi dengbêjiyê hatine gotin. Ev heqîqet bi fermana hatibe veşartin jî, di mejiyê her Êzidiyekî de, di vê axê de bûye bingeha felsefa jiyana azad. Lewma ax azadî ye, azadiya civak û koman bi azadiya axê pêk hatiye. Ji ber jiyan bi axê ve bişkivî ye û reng vedaye. Bi destxistina hêza aboriyê gihiştiye jiyaneke serbixwe û îradeyek xweser. Bi vê ve bi sed salan serbixwe û xweser jiyane. Bi salan e yên ku herî zêde bi axê re tekîldar e, bi axê re bûye rûh û çandek qewîn gelê me yê Êzîdî ye. Ji ber civakeke kevnar e, xwedî mîrasekî bingehîn e. Heta ji gelek civak û komên cûda re bûne çavkanî û şewqa jiyanê.
Di vê wateyê de gava em li dîroka gelê me yê Êzîdî dinêrin; bi derketina modernîteya kapîtalîzmê ve girêdayî dîroka herî zêde ferman, tevkujî û koçberî jiyane ew in. Ti civak bi qasî civaka me ya Êzidî rastî 74 fermanan nehatine. Wekî tê zanîn bi her fermanê re koçberî hatiye jiyîn. Ji ber wan fermanan; îro hejmarekî zêde li Rûsya, Ermenîstan, Başûrê Kurdistanê, Rojava, Bakurê Kurdistanê û her wiha li gelek deverên din dijîn. Êzîdîyên li Şengalê mane jî dixwazin bi heman aqûbetê ji Şengalê derxin û dûr bixînin. Sedemê wê jî dewletên desthilatdar komên wekî Êzîdî ku di vê serdemê de nûnertiya dîroka kevnar dikin; bi koçberkirin û qirkirinan bê bandor bikin. Lê ruxmê hemû zilm û zordariyê jî Êzidî dev ji bawerî û çanda xwe bernedane.
Çawa ku koçberî kolekirin e, veger jî ewqasî azadiye. Ji bo gelê me yê Êzîdî venegerin cih û warê xwe hewldanên PDK, dewleta Tirk, Elmanya û her wiha dewletên din hene, ruxmê vê rêgiriyê jî vegera Şengalê cihê kêfxweşî û moralekî mezin e. Ev veger pir girîng e. Di dîrokê de, Êzîdîyên ji ber fermanan ji Şengalê reviyane, careke din derfeta vegera Şengalê bi wan re çênebûye. Lê vê carê YBŞ û YJŞ’ê ev çerx veguherand parastina Şengalê û Şengalê kir bin ewlehî û aramiyê. Parastina hundirîn ji bo her civakê nirxekî herî payebilind e. Heger di fermanê de hêzeke parastina hundirîn hebaya, wê ferman ewqasî giran derbas nebûya. Ev jî bû ders û tercubeyeke zindî. Li ser vî esasî rêveberiya xweser sazî û dezgehên xwe avakir.
Rêveberiya Xweser zend û benda badaye
Bi vegerê re Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo ji nû ve avabûna Şengalê zend û bendê xwe ba da. Ji bo destekdayîna malbatan, şaredarî û saziyên xwe xist nava tevgerê. Bi feraseta desteka her malbatê, dîwarê ji nûve avabûna Şengalê lê dike. Bi taybetî şaredarî rolekî sereke di destekdayînê de dileyze. Şaredariyên gel ên Şengalê, ji bo xizmeta gel hemû derfetên xwe seferber kirine. Şaredarî ji bo ax û erdê Şengalê vegere xêr û bereketa berê, zemîn ava dike ku tekiliya gel bi xwezayê re xurt bike. Gelê me, li şûna şopên fermanê, xemgînî û bêdengiyê, bi geşbûna jiyanê ketine pêvajoya azadiyê. Li xaka Şengalê mala xwe avakirin, xwe bi rêxistinkirin û parastina xwe kirin hûnandina serkeftinê ye. Şaredariya gel jî li ser vî esasî xizmeta xwe berfireh û zêde dike. Bi taybetî gundê Sîba û Tilizêr bi vegerê re hîna nû nû birînên xwe dipêçe û jiyana xwe ava dike. Wekî em dizanin avakirin û xweşikbûna malbatekê tê wateya avakirin û xweşikbûna Şengalê. Dibe piştî koça ji Şengalê êdî veger xeyalek bû, lê ev 9 sal in di encama berxwedan û tekoşînê de zemînê azadiyê çêbûye. Ji ber vê li Şengalê jiyankirin birîna fermanê dermankirin e.
Li aliyê din, veger bi tena serê xwe ji bo jiyana azad û îradeyeke xweser têr nake. Pêwîst e têgihiştina parastina civakî, zanebûn û hişmendî jî pêşbixîne. Encax bi vê zanebûna zîhnî û fikrî pêşeroja xwe têxe bin mîsogeriyê. Ji ber em di serdemek qirkirina çandî û civakî re derbas dibin. Pêşeroj di pirsa em ‘kî ne’ û bi bersiva emê hebûn û parastina xwe birêxistin bikin de veşartî ye. Îro Rêveberiya Xweser hewl dide, pêşerojek ava bike ku civaka Êzidî derbarê xwe de bifikire û çalakiyan bike. Ev jî di astekê de pêşketiye û pêşdikeve.