Xweserî Ji Bo Şengalê

Eyup Kurt

 

Di 03.08.2014’an de fermanek, qirkirinek, hovîtiyek li Şengalê hate kirin. Di vê fermanê de bi hezaran kûştî, birîndar û malwêranî pêk hat. Bi hezaran jinên Êzdî hatin kirîn û firotin. Hê jî bi sedan wendayî hene û bi salan e şopa wan ne diyar e. Di vê fermanê de artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê erka parastinê nekirin û Êzdî spartin DAÎŞ’a hov û xwînxwar. Her çiqas daxûyaniyên van her dû hêzan dibêjin ‘’Me nikarîbû xwe li ber DAÎŞ bigirta û em neçar bûn bi şûn ve vekişin’’, ev gotin û daxûyaniyên bêwate û erzan in.

Dema Mûsil têk çû û hêza terorê gihîştin Tileferê, wê demê xelkê Tileferê reviyan û xwe gîhandin Şengalê. Êzdîyan malên xwe, deriyê xwe vekirin û Tileferî kirin mêvanên malên xwe. Rûsipyên Êzdî, pêşmerge û leşkerên Irakê agahdar kirin û xeteriya heyî dan xûyakirin. Gotinên wan ‘’Netirsin, ta yek kes ji me bimîne emê li berxwe bidin.’’  Mixabin xapandin bû û bêyî li berxwe bidin Êzdî spartin hêzên xwedê nenas û talan, qirkirin, hovîtî li ser Êzdîyan hate meşandin. Êzidiyên bi xîret di Çiyayê Şengalê li hev şêwirîn, YPG û HPG bi hawara wan ve hatin û bi îmkanên biçûk li berxwedan. Di vê berxwedanê de DAÎŞ rawestiya. Êdî pêwîstî bi rêxistin kirinê hebû. Di wan çend heyvan de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hate damezrandin.

Di encamê de gotina Xweseriya Şengalê derket pêş

Baweriya Êzdîyan ne bi Irak’ê ne bi Herêma Kurdîstanê nema. Di roja teng û tarî de, di roja firotana jinan de, di roja qêrîna zarokan de, di roja nalîna birîndaran de ev hêz dûr reviyan. Ger Şengal perçeyekî herêma Kurdîstanê bû, diviyabû Şengal nexistana vê rewşê, na ger Şengal perçeyekî Irakê bûya diviyabû Şengal bihata parastin. Li ser deh hezar pêşmerge, ji deh hezarî zêdetir lêşkerên Irakê, bi tevayî hêzeke leşkerî ya ji 25 hezar kesan li heremê bûn. Netîce, bêyî kû şer bikin çekên xelkê ji wan stendin. Armanc tunekirina Êzdîyan bû.

9’ê Cotmeha 2020’an Irak, PDK û Netewên Yekbûyî (NY) biryarek girtin kû lêşkerên Irak‚ pêşmergeyên Kurdîstanê û ji kampan hinek Êzdî di nav xwe de perwerde bikin û vegerin Şengalê. Ev biryarek çewt bû ji ber bêyî raya Êzdîyan ev biryar hatibû girtin. Li Şengalê bi hezaran şervan hene. Di rojên xeter de li berxwe dane û pişta hêza taristanî şikandine. Ger ev hêzana ji nedîtî ve bê, ev peyman nagihîje armanca xwe.

Destê Tirkiyê di fermana Şengalê de heye

Ez dibînim ji ber madeya 140’emîn, herêma Kurdîstanê û Irak di nava nakokiyan de ne, her dû alî ji xwe re dixwazin. Niha şirîkek din ê ji herdûyan bi hêztir derketîye. Ev şirîk bi navê Tirkîyê heyvane bi balefiran Şengalê bonbebaran dike, Êzdiyan dikuje. Ewên dibêjin Şengal para me ye bo çi deng nakin? Ji bo çi gilîyê Tirkîyê di qada navnetewî de nakin? Ger ev bombebaran li ser Bexdayê an Hewlêr an Silêmaniyê bûya wê bêdeng bûna? Lê dema ser Şengalê çi bê kirin çav girtin û bêdengî heye. Êzdî vê dibînin û baweriya xwe hew bi tu kesî tînin. Ji bo wê ye ji Şengalê re Xxweseriyê dixwazin.

Li cîhanê gelek dewlet hene kû di nav xwe de xweser in û pêşketinên mezin bi dest xistine. Weke nimûne Elmanya û Swîsre di vê babetê de serkeftî nê.

Kantonên Li Swîsreyê

Zürih, Bern, Jura, Cenevre, Luzern, Uri, Schwyz, Obwalden, Nidwalden, Glarus, Zug, Fribourg/Freiburg

Solothurn, Basel-Stadt, Basel-Landschaft, Schaffhausen, Appenzell Ausserrhoden, Appenzell Innerrhoden

St. Gallen, Graubünden, Aargau, Thurgau, Ticino, Vaud, Valais, Neuchatel.

 

Li Swîsreyê zimanên têne axaftin

Li Swîsreyê çar ziman bi fermî têne axaftin; Elmanî, Frensî, Îtalî û Romanşî. Her wiha li Swîsreyê zimanê Kurdî bi fermî hatîye qebûl kirin.

Li Elmanyayê 16 eyalet hene, her eyalet xwe bi xwe rêve dibe. Weke bajar Bremen‚ Hamburg‚ Berlin ev her sê bajar xwe bi xwe rêve dibin. Tevayî bi dewleta Elman ve girêdayî ne. Li Elmanyayê di dibistanan de mamosteyên Kurd li deverna dersê zimanê kurdî didin. Elman ji vê yekê ne acisin û dibin piştevan. Li van dewlet‚ Kanton, Eyalet û bajaran dewlet perçe nebûne, hîn bêhtir bi hêz bûne û demokrasî kirine xemla welatên xwe.

Ji bo Şengalê Xweserî weke nan û av ferz e

Şengal cîhekî stratejîk e, di navbera Rojava‚ Başûr, Tirkîye û Irakê de ye. Şengal Kurdîstan e, lê ji ber madeya 140’emîn ne bi ti aliyan ve ye ango bê xwedî ye û herdem bûye cîhê fermanan. Kîjan hêz Şengalê têxe bin destê xwe dikare hikim li dewletên cîran bike û hêza DAÎŞ’ê ev tesbît kiribû. Xeta ji Bexdayê heta Şamê xeta ji Îranê heta Şamê di Şengalê re derbas dibe. Ji bo ev xeterî ji holê rabe, Erbîl û Bexda nefes bistîne divê ji bo xweseriya Şengalê alîkarbin. Xweseriya Şengalê ji bo heremê ne xeterî ye, pêdivî û dewlemendîya heremê ye. Xweserî dewletê perçe nake, xweserî dibe çîmentoyeke saxlem.

Çareserî, rê û rêbaz divê were nîqaş kirin. Bi nêrîna min divê Peymana 9’ê Cotmehê di ber çavan re bê derbas kirin. Bi hêzên Şengalê re lihevkirinek pêk were, îradeya xelkê berxwedêr ji nedîtî ve neyê dîtin. Piraniya leşker, polîs, asayiş ji Şengaliyan be û hêzeke hevbeş bê sazkirin. Dema ev pêk hat meclis, daîreyên rêvebirinê bi hilbijartinan, bi dengê Şengaliyan bi rêve biçe. Ger madeya 140’emîn çareser bibe, pirsgirêka Şengal bi ku ve girêdayî be ji holê radibe.

Li Şengalê hêzên biyanî nîne

Divê behaneya ‘’hêzê biyanî’’ an ‘’kesê ne Şengalî’’ êdî ji nîqaşê derkeve. Ev hêz bû di fermanê de li berxwedan û ji aliyê Irakê ve hate qebûl kirin. Dîsa ew hêz e li Şengalê xwe bi rêve dibe. Rêxistinên Êzdîyan yên din xwe bi Wezareta Pêşmerge re kirine yek û mûçe distînin. Yanî hêzên biyanî tune ne û hebin jî divê neyê qebûlkirin. Lê her hêzek an civak, ji cîhna an ji hin rêberan bi bandor bûbin ev jî mafê wan ê demokratîk e. Ger ev azadî tunebe mirov bi çi awayî dikare bahsa demokrasîyê bike.

Bi xweseriya Şengalê, jîyan wê nû bibe û civak wê li malên xwe vegerin. Kesên ji ber zilmê reviyane welatên biyanî wê çûyîn û hatina wan zêde bibin. Kesên dewlemend wê kargehan ava bikin, kesên xwenda wê ji Şengal re bibin ronahî û fêda wê bigihîje hemû heremê. Divê ji xweseriyê kes netirse, welat perçe nabe welat bi xemlek mezin ava bibe.