Ciwanên Şengalê beşek ji xeleka agir a li dora Rêber Apo ne

 

Sara Şengalî

 

 

Emê weke Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê erk û berpirsiyariyê ku bikeve ser milê me, weke ciwan ji bo rêberê xwe bikin. Ev demeke dirêj e agahî ji Rêbertî nayê standin, ev 24 salên xwe çêbûn Rêbertî di nava zindana Îmralî de ye, di nava çar dîwaran de ye. Li hemberî her şert û mercî Rêbertî tekoşîneke bêhempa dide meşandin, li ber xwe dide. Em jî weke Yekitiya Ciwanên Êzidî bi rastî jî ji vê hêz digirin, moral digirin. Ji ber ku ti însan, ti serok weke Rêber Apo nikarin bi vî şeklî li ber xwe bidin. Rêber Apo di nava şert û mercên giran de li ber xwe died, ev bi xwe jî hêzê dide me ku weke ciwan em ji bo şikandina tecrîdê têkoşîn bikin.

Weke Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê ji 2017’an ve ye em li ser fikrê Rêber Apo xwe birêxistin dikin, xwe perwerde dikin. Fikrê Rêber Apo ji bo ciwanên me weke nasnameyekî ye ku hêzeke pir xurt dide me. Wek ciwanên Êzidî erkê dikeve ser milê me, xwe li ser fikrê Rêbertî birêxistinkirin e. Ji xwe Serok dibêje, her kesê xwe li ser fikrê min birêxistin bike ew ji bo azadiya min tekoşîn dike. Ji ber ku hedef û armancên Rêbertî xwenaskirin e, hedef û armanca wî civak birêxistin û perwerde kirin e. Dema em behsa azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bikin ne tenê em bêjin em wî fizikî azad bikin, em fikr û felsefeya wî hedef û armancên ku ew dixwaze lazime em pêk bînin, lazim e em li ser wî tiştî bimeşin. Eger me fikrê Rêber Apo di nava xwe de belav kir me xwe li ser wî fikrî birêxistin kir wê helbet azadiya Rêber Apo ya fizikî jî pêk were. Ji ber ku eger di vir de em bi hêz bin di vir de me xwe bi hêzkir wê helbet azadiya fizikî ya Rêber Apo jî pêk were. Ji bona vê jî em wek tevgera ciwanan ev demek dirêj e di nava berxwedanê de ne, di nava tekoşînê de ne. Şengalê bi taybet cihekî wisa ye ku bi rastî jî heya niha bi saya fikrê Serokatî li ser lingan maye.

Şengal bû xwedî hêz û rêxistin

Weke ciwan, em bixwe jî heta niha çalakiyên ku em dikin li ser xeta Rêbertî me xwe bi rêxistin kir, me xwe perwerde kir, ev hemû jî ji bo belavkirina fikrê Rêber Apo û azadiya wî ye. Yanî weke ciwanên Êzidî jî erka ku bikeve ser milê me, tiştê ku ji destê me were emê bikin. Ji ber me xwe bi fikrê wî naskir me xwe bi fikrê wî perwerde kir. Ji canê me jî zêdetir çi hebe emê bidin ji bona azadkirina Serokê xwe. Tu li dîrokê binêrî heta niha ferman û qirkirinên bi ser civaka Êzidî de hatine di van fermanan de ciwan bi taybet hatine hedef girtin. Yanî heya niha ti kesî ew fermana bi serê mede hatî nasnekir lê bi fikrê Rêbertî îro her kesî êş û dengê civaka Êzidî bihîst. Îro em bêjin Şengal bû xwedî hêz, Şengal bû xwedî rêxistinek pir mezin ev jî bi saya fikrê Rêber Apo ye, îro eger ciwanên Şengalê di nava YBŞ û YJŞ’ê de axa Şengalê diparêzin ev jî bi saya fikrê Serok Apo ye. Lê heya niha jî em di vir de kêm mane, ji bo şikandina tecrîdê em ji bo Rêber Apo çi bikin kêm e ji ber ku tiştê wî ji bo civaka me kir em nikarin ji derheqê wê derkevin. Ji ber ku em kirin xwedî nasnameyekî azad.

Ev demek dirêj e em ti agahiyan ji Rêberê xwe nizanin û li hemberî vê jî her kes xwe kerr û kor dike lê em wek ciwan li hemberî vê bêdeng namînin, emê heya dawiyê jî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û emê di nava çalakî û berxwedaniyê de bin. Ji ber ku weke însan ti kes nikare weke Serok li ber xwe bide, rastî jî ev ne êrîşekî normal e ji aliyê dewletên navnetewî ve li ser Rêber Apo tê meşandin. Ji ber ku hedef girtina Serokatî, hedefgirtina tevahiya însanîyetî ye, tecrîda îro li ser Serokatî heyî her kesê xwe wek însan bizane, xwe xwedî wijdan bibîne gerek hewl bide ji bo azadkirina Serok û bêdeng nemîne. Ji ber ku Rêber Apo îro ne tenê ji bo kesên ku bi zimanê Kurmancî xeber dibin dike, insanê bindest li ku derê be bila bibe Rêber Apo ji bona wî vê berxwedanê dike, vê tekoşînê dike. Li hemberî van şert û mercan li ber xwe dide yanî eger insanekî ti bixe nava çar dîwaran, hefteyekê wê nikaribe li ber xwe bide lê Serok cûda ye, ji xwe ev 24 sal in di wî halî de li ber xwe dide. Ji bo vê jî em dikarin bêjin ku îradeya bi Rêber Apo re heyî bi ti însanî re nîne. Ji bo vê jî xeta rêber Apo ji me re esas e, fikrê Rêber Apo weke ciwan ji me re esas e.

Fikrê Rêber Apo û Ezdayetî ji hev ne qut in

Wek çawa civaka Êzidî bi wijdanê xwe, bi demîrê xwe, bi exlaqê xwe, bi çanda xwe têye naskirin ji bo me cûdahiye fikrê Rêber Apo ji vê tune. Yanî fikrê Rêber Apo û fikrê Êzidiyatî em ji hev qut nabînin. Her kesî bi çavên xwe dît di fermanê de ji ber ku Rêber Apo yekem kes bû ku bi hawara Şengalê ve hat, di heman demê de piştî ku çend salan ti agahî ji Serok nehatin dema ku hevdîtin bi Serok re hatin kirin di axaftina destpêkê de pirsa rewşa Şengal û keç û jinên Êzidî kir. Ji ber ku sozda ewê bi perwerdekirina civaka Êzidî tola fermanê ji her kesî bibe, niha tecrîda li ser Serokatî  çend diçe girantir dibe.  Helbet eger hevdîtin bi Serok re hatiba kirin emê ne di vê rewşê de bûna, ji ber vê her ku diçe ew tecrîdê girantir dikin. Lê em weke ciwan li hemberî vê ti carî bêdeng namînin. Ruxmê vê tecrîda giran jî em ji Rêber Apo hêz digrin, moral digrin, cesaret digirin. Ji bo vê çiqas nehêlin em hevdîtin bi Rêbertî re bikin lê ji ber ku Rêbertî di mêjiyê me de, di dilê me de, di her nefesa ku em werdigirin de ye em xwe bi Serok re dikin yek, emp ê re jiyan dikin. Rast e wek fîzîkî Serok ne di nava me de ye lê ew her gav û her dem di rih û dilê me de jiyan dike, em rojane bi Rêber Apo re jiyan dikin. Ji bo vê heya dawî çi bikeve ser milê ciwanan emê bikin ji bo azadiya Serok.

Serok Apo dibêje me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî bi ser jî bikevin, ji ber ew hêz û îradeya di xwîna ciwanan de ku ji Rêber Apo girtine di roja me ya îro de bi sedan, bi hezaran ji bo ku bi Rêber Apo re bibin ye ji bo ku vê tecrîda li ser Rêbertî bişkînin bedena xwe dan ber agir. Herî dawî jî ew ciwanê ku li Bakurê Kurdistanê ji bo ku tecrîd bê şikandin bedena xwe da ber agir ji bo vê em jî weke ciwan çi bê xwestin emê bê fikar ji bo Serokê xwe bikin. Ciwan hêza sereke ye ku li dora Rêber Apo xwe bikin xelekek ji agir, em jî weke ciwanên Şengalê beşek ji wê xeleka ji agir in. Ji fermanê heya niha ciwanên Êzidî li ser fikrê Rêber Apo li Şengalê xwe birêxistin dikin îro ji bo her êrîşekî ku were serê civaka me amade ne, eger ev fikir neba me nikarî em vê bikin ji xwe di fermanê de diyar bû ku ne rêxistinkirina civakê bi taybet ya ciwanan wê bedelên wê çi bin. Ji bo ku ev ferman dûbare nebe me xwe birêxistin kir û em amade ne li hemberî her êrîşekî ku were ser civaka me têkoşînê bikin û li ber xwe bidin. Bi taybet eger em îro weke jinên ciwan wisa rehet dixivin, nirxandinan dikin û rehet jiyan dikin ev bi saya fikrê Serok Apo ye.

Hedef û armancê me azadiya Rêber Apo ye

Çawa ku bi girtina Serokatî re ev hêz, fikir û rêxistin nebûye tune hevdîtinên ku nehêlin bi Serokatî re çêbibin ewê me ti carî zayif neke ewê nikaribe vê hêza me û kîna me ya li hemberî dijmin, li beramberî dewletên navnetewî ku bûne destek ji bo komploya li ser Rêber Apo tune bike. Heta ku em agahiyê ji Serokê xwe nestînin heya ku em Serokê xwe fizikî azad nekin em weke ciwanên Êzidî emê li ser piyan bin û emê li ser fikrê wî xwe birexistin bikin. Eger îro me xwe li ser fikrê Rêbertî birêxistin kir, me xwe perwerde kir û fikrê wî di civaka xwe de me da naskirin emê îro karibin azadiya Rêber Apo ya fizikî jî pêk bînin. Hedef û armancên me jî weke ciwan axa xwe û serokê xwe azad kirin e û emê vî tiştî bikin jî. Heya dawiyê jî çi ji destê me bê emê bikin. Ji canê me jî zedetir çi pêwîst bike weke şagirtên Rêber Apo emê bikin.