Ciwan û Xweseriya Demokratîk
Şoreş ŞANKAN
Civaka dewletgerî dema ku destpêkê li Rojhilata Navîn ava bû, êdî vegotina mîtolojîk jî rengê xwe guhert fikrên hîn bi pergal, bi sîstem pêşket. Hedî hêdî vegotina mîtolojîk bu vegotina duyemîn, vegotina bîrdozî bû vegotina yekemîn. Yek ji lingên dewletgeriyê, bîrdozîya desthilatdar a zilamtî ya li ser esasê koledarî û berhemên zêde bû.
Êdî berhemên civaka xwezayî, ji aliyê desthilatdaran ve hate xespkirin, cevherê jîyana civaka xwezayî hate xirakirin û jîyanek li gorî bîrdozîya dewletgerî ya zilamtî hate pêşxistin. Li hemberî wê desthilatdariyê û rengê jîyana koletî helbet her tim tekoşînek jî hate meşandin. Ji ber ku ew bi deh hezaran sal bi pêşengtîya jinê pergaleke xwezayî, jîyana exlaqî û polîtik hatibû avakirin, ev pergal bê pirsgirêk dihat rêvebirin. Dema ku bi destê birdozîya zilamê desthilatdar hate xespkirin û xirakirin li hemberî wê jî her tim tekoşîna jinê berdewam kir.
Ji bo ku pergala dewletgerî karibe xwe li hemû zerreyên civakê bide xwarin, destpêkê jin kir kole, bi wî awayî her ku çû civaka dewletgerî berbelavbû. Rojhilata Navîn heya demekî bû navend. Pergala dewletgerî piştî ku jin kir kole ji bo ku hêzêkî leşkerî ava bike, ciwanan jî kişand nav pergala dewletgeriyê. Dewlet hêdî hêdi hemû lingên xwa avakir bi wî awayî. Li ser berhemên zêde, bîrdozîya zilamê desthilatdar, hêzêkî leşkerî ya parastina wî pergala devletgeri hate avakirin. Hêza leşkerî bi piranî ji ciwanên xwedî azmûna nêçîrvanî hate avakirin. Dem dem hem ciwanan li hemberî desthilatdara dewletgerî ji bo desthilatdarîya xwa bikartanî, hem jî jin û ciwan li hemberî desthilatdarîya devletgerî dem dem tifaqan ava dikirin. Ew tifaq û serhildanên li dijî desthilatdarîyê, ji bo pergala koledarî dibû pirsgirêk. Ji bo wî jî hem li hemberî jin, hem jî li hemberî ciwanan siyaseteke taybet hate meşandin ku rengê bîrdozîya wê demê bi rengê olî bû. Ew birdozîya ku zilamê desthilatdar pêşxistî, bi rengê olî heya roja me ya îro jî berdewam dike.
Ciwan di cewherê xwe de her dem çalak e
Her ku şeklê desthilatdarîya dewletê, rengê dewletê hate guhertin, li gor demê bîrdozîya desthilatdarîya dewletgerî jî hate guhertin. Li hemberî pergala dewletgerî gelek rêxistinên li dijî pergalê jî hatin avakirin û li dijî pergala dewletgeriyê tekoşîn pêşxistin. Bi taybetî jî di pêşengtîya van rêxistinan de ciwan û jin roleke mezin digirtin ser xwe. Ji ber ku cewherê jin ti carî pergaleke bê edalet, pergaleke newekhev, pergaleke desthilatdar û koledar qebûl nake, ji ber vê jî her tim di nav pergala desthilatdarî de li dîjî pergalê xwediyê tekoşînê bû. Ciwan jî, ji ber ku di cewherê xwe de her tim çalak e, her tim di nav lêgerînên nûjen de ye, her tim fikrên nû pêşdixe, jîyana paşverû ya ku li ber pêşketina kesayet û civakê dibe asteng qebûl nake û her tim li hemberî pergala paşverû û desthilatdar tekoşînê dide meşandin.
Pergala dewletgerî jî elbet li hemberî van tekoşînan her tim di nava liv û tevgerê de bûye. Li gor demê bîrdozîyen nû ava kiriye. Li ser wî bingehê pergala desthilatdar li kêlekê sazîyên zordariyê, sazîyên pergala perwerdehiyê jî ava dike. Sazîyên perwerdehiyê ku di nav pergala dewletgerî de hatine avakirin, xizmeta birdozîya pergala dewletgerî û pergala desthilatdarîyê dikin. Ciwan êdî di van dibistanan de weke hêzeke bingehîn a pergala dewletgeriyê têne perwerdekirin. Ji zarokatiyê bigire heya zankoyê, di nav pêşbirkê de jîyana ciwanan derbas dibe. Ew jî pêşbirka bûna memûrê dewleteê ye. Armanca jiyana memûr jî seyare, mal û malbat e. Ciwan li van dibistanên dewletê tên perwerde kirin, li mile din jî cewhera ciwantiyê ya li dijî desthilatdariyê jî hebûna xwe berdewam dike. Dibistanê pergalû, li ser têkilbîna van her du taybetmendiyan tebeqeyeke ava dike, ew jî tebeqeya navîn a çanda birjûwayê biçûk e. Tebeqeya birjuwayê biçûk tebeqeyeke bê hestî ye, yanî li gorî şert û mercan dikare kesayeta xwe biguhere.
Kesayeteke şoreşger û azad divê
Dibistanên pergala kapîtalîzmê ku kesayetên wisa bê hestî ( bê nasname û pîvan) ava dike ku ew jî hem kesayetê hem jî civakê bê nirx dike. Ji ber vê rastiyê, beriya her tiştî lazim e her ciwanek kesayeta birjuwayê biçûk di xwe de bikuje û kesayeteke şoreşger û azad ava bike. Kesayetê şoreşger û azad ti caran li hemberî bê edaletiya desthilatdariyê, zordarî, koletî û neheqiyê serê xwe natewîne, her tim bê tirs e û serbilind e. Ev kesayet jî encax bi îradeyekî azad çêdibe. Îradeya azad jî ew e ku kesayet xwe bike hemwelatîyekî azad. Civaka azad jî bi hemwelatîyên azad ava dibe. Baş e ewê çawa bibe? Hemwelatîya azad, civaka azad wê çawa were avakirin?
Beriya her tiştî lazim e ku ew civak xwe birêvebibe. Ji bo ku xwe birêve bibe lazim e ew civak parastina xwe ya cewherî ava bike. Eger civakek parastina xwe ya cewherî ava neke, her tim ji ferman, jenosid û tunebûnê re rû bi rû dimîne. Li xwezayê her zindî parastina xwe pêşdixe, ti caran parastina xwe nade destê yekî din. Eger parastin û îdare di destê bîyaniyan de be wê demê ji bo wê civakê em nikarin behsa azadiyê bikin. Ji ber ku parastina cewherî û rêveberîyeke cewherî nebe wê demê ew civak her tim ji ferman, jenosîd û koledariyê re derîyên xwe vekirî hiştiye. Em weke civaka Êzidî ferman û jenosîdan baş nas dikin, ji ber ku me 74 car ferman û jenosid jîyan kirin. Sedemê van fermanan çî ye? Sedem, rêveberîyên bîyanî û parastina bîyanî ye. Nexwe, riya azadî, riya rêveberîya cewherî, rîya parastina cewherî çi ye? Serok Apo ji bo Êzidiyan jî, ji bo hemû gelên bindest jî riya wê ji me re nîşan dide; ew rê Xweserîya Demokratîk e.
Xweseriya demokratîk pergala bê dewletî ye
Nexwe çi ye xweserîya demokratîk? Em li vir nakevin kurahîya pergala xweserîya demokratîk lê bi çend gotinan be jî lazim e em xweserîya demokratik pênase bikin. Beriya her tiştî xweserîya demokratîk pergaleke pirçandî ye. Her netew bi zimanê xwe, çanda xwe, bîr û bawerîya xwe pergala xwe ava dike, îdare xwe dike û di wê pergalê de azad jîyan dike. Xweserîya demokratîk pergaleke bê dewletî ye. Ji ber sazîyên ku di nav pergala xweserîya demokratîk de têne avakirin, êdî civak pêwîstî bi sazîyên dewletê nabîne. Yanî dewlet her ku diçe teng dibe, biçûk dibe, bêwate dibe, civak jî li hemberî dewletê hîn zêde azad û mezin dibe.
Xweserîya demokratîk; alternatîfa pergala desthilatdarîya zilamtiyê ye û li hemberî bîrdozîya desthilatdar a zilamtiyê azadîya jinê esas digre. Ji ber vê jî em şoreşên ku li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê hatine pêşxistin weke şoreşa jin pênase dikin. Ciwan jî hem pêşengê vê şoreşê ne û hem jî hêza çalak a vê şoreşê ne. Ger hêza ciwan nebe, avakirina şoreşa civaka exlaqî û polîtik jî pir zehmet dibe. Xweserîya demokratîk pêşxistina îradeya azad a jin û ciwanan e. Ji bo wî jî hem jin hem jî ciwan di hemû sazîyên pergala xwaserîya demokratîk de temsîlîyetên xwe ava dikin.
Di pergala xweserîya demokratîk de desthilatdarî nîne, rêveberîya cewherî heye. Ji bo wî jî di pergala xweserîya demokratîk de pergala serokatî nîne, hevserokatî heye. Jin jî zilam jî wekhev di rêveberiyê de îradeya xwe temsîl dikin.
Xweserîya demokratîk pênaseya netewa nijadperest esas nagire, li şûna wê pênaseya netewa demokratîk esas digre. Ji ber vê, hemû netew dikarin bi awayeke wekhev, azad, dostane di nav pergala xweserîya demokratîk de jîyan bikin. Serok Apo dibêje; “Xweseriya Demokratîk eger beden be, netewa demokratîk jî ruh e.”
Xweserîya demokratîk, civakek exlaqî û polîtîk e. Li şûna qanûna dewletgerî, exlaq û wijdanê esas digire. Exlaq qanûna civakê ya bi hezaran salan e ku nehatîye nivisandin, exlaq wijdana civakê ye. Di civaka exlaqî û polîtîk de sûc jî zêde çênabin. Ji ber ku exlaq û wijdan pêşî li sûcê digirin.