Ciwan û Xwe Parastin

 

Rohat Şengalî ??

 

 

Ciwan û parastina cewherî weke du têgînên girêdayî hev her dem bi hev re hatine ser ziman. Ev rastî, di roja me ya îro de jî di berxwedana civakan a li dijî desthilatdaran de, di daxwaza jiyana azad de xuya û berçav e. Eger hêza ciwan a civakê zana, birêxistinkirî û çalak be ew civak dikare li dijî hemû êrîşan xwedî helwesteke rast be. Bi cewherî, dema ciwan di ferqa rastiya xwe de be, pergala ku li dijî wê têkoşînê dide baş nas bike û jiyana ku di nav de ye rast şîrove bike, wê demê ciwan dikare bibe hêza pêşeng, hêza parastinê, hêza avaker a civakê.

 

Taybetmendiyên ciwantiyê dibin sedem ku encamek bi vî rengî derkeve holê, ciwan di nav civakê de xwedî cihekî xweser e, ji ber taybetmendiyên xwe ji pêşketinê re vekiriye. Ciwan her ku pirs dike û bersivên rast dide, beriya herkesi dikare bersiva pirsgirêk û pêdiviyên civakê bide. Rêber Apo ji bo rastiya ciwantiyê dibêje ‘’Ciwantî ne tiştekî fîzîkî ye, rastiyeke civakî ye.’’ Bi taybetmendiyên xwe yên zindî, çalak û herikbar, ciwan dibin hêza parastin û guhertina civakî.

 

Armanc parastina hebûna xwe ye

 

Weke têgih parastin ew e ku; li dijî êrîşên li ser hebûna xwe, zindiyek bikeve rewşa bergiriyê. Êrîş, bi sedemên cûda tê kirin (kuştin, birîndar kirin, tinekirin, tirsandin…) lê parastin tenê bi armancekî ve girêdayî ye: Parastina hebûna xwe. Pêdiviya xweparastinê, di her zindiyek de heye. Her zindî dixwaze hebûna xwe biparêze. Ev, yek ji pîvanên hebûna gerdûnê ye. Bi cewherî parastina hebûna xwe, bi parastina cewherî mimkûn e. Li ser vê esasê li dijî her cûre êrîşên ji derve, bersivdayîn û xwe parastin maf û berpisyariya xwezayî ya her zindiyek e. Ev mafekî pîroz e ku nabe ji dest were dayîn. Refleksa herî bingehîn a hebûnê ye.

 

Di xwezayê de her zindî xwedî hêza parastinê ye lê di rastiya civakê de ev rewş hinek cûda ye. Însan, weke zindiyên din dema ji dayik dibe ne xwedî hêza parastinê ye. Eger zarokek bi tena serê xwe li xwezayî bê hiştin, wê nikaribe hebûna xwe biparêze û di demeke kurt de wê canê xwe ji dest bide. Însan, vê kêmasiya xwe ya fîzîkî bi hêza fikrî temam kir. Pêşketina hêza fikrî bû sedem ku însan ji zindiyên din cûda bibe, karibe alav û amûrên parastinê pêş bixe. Însan, bi vê hêza xwe ve di nav xwezayê de xwezayeke nû ( civak ) ava kir. Ji bo însan karibe hebûna xwe biparêze û jiyana xwe berdewam bike hêza fikrî pêşxist, civak bi vê hêza fikrî re xwe gihand hebûna herî pêşketî ya gerdûnê. Her wiha, bi civakbûnê re hêza însan derket pêş, bi tevgereke hevpar hêza civakî jî derket holê. Bi cewherî civakbûn ew e ku însan karibe hebûna xwe biparêze, jiyana xwe berdewam bike û wateya hebûna xwe geş bike. Ji bo însan şerê hebûnê, bi civakbûnê re xwedî wate ye. Em çiqas karibin civakbûnê biparêzin emê ewqas hebûna xwe berdewam bikin.

 

Xeterî ne ji xwezayê, ji însan tê

 

Bi civakbûnê re pirsgirêk û xeteriyên ku însan rû bi rû mane jî guherîne, bi taybet bi pêşketina pergala dewlet û desthilatdariyê ve, pirsgirêkên civakî kûr bûne. Beriya dewlet û desthilatdariyê însan zêdetir bi pirsgirêkên xwezayê re rû bi rû diman, lê bi pêşketina desthilatdariyê re bi destê însan bi xwe pirsgirêk û xeteriyên nû hatine pêşxistin. Şer, talan, şêlandin, kuştin û kiryarên din ên kujer bi destê desthilatdariyê ve hatin pêşxistin. Însan êdî mecbûr ma ku xwe ji însanan biparêze. Bi taybet di serdema kapîtalîzmê de êrîşên li dijî însan û civakê gihîştin asta herî bilind.

 

Rêber APO ji bo serdema kapîtalîzmê dibêje: ‘’Rastiya herî esasî ku civaka exlaqî û polîtîk di roja me de rû bi rû ye, ango beriya azadî, wekhevî û demokrasiyê pirsgirêka wê ya bingehîn pirsgirêka hebûnê ye. Hebûna civakê di xeteriyê de ye. Êrîşên berfireh ên modernîteyê, beriya her tiştî parastina hebûna xwe ferz dike. Bersiva modernîteya demokratîk a li hemberî van êrîşan, di wateya xwe parastinê de berxwedan e.’’ Beguman pêşengê vê berxwedanê jî ciwan in.

 

Eger em van rastiyan bînin berçav, emê baştir fam bikin ka çima ciwan hêza pêşeng a parastina cewherî ya civakê ne. Pergala desthilatdar ji destpêka dîrokê ve ye, êrîşê ciwantiyê dike. Ji bo karibe rastiya jin bixîne û ciwanan jî bigire bin serweriya xwe, destpêkê êrîşê ciwanan kiriye. Qasî ku kariye ciwanan bixe bin hukmê xwe, kariye civakê rêvebibe. Qasî ku hêza ciwantiyê hatiye şikandin û tepisandin kariye civak bike kole. Sedema ku pergala desthilatdar xwestiye rastiya jin bixîne û ciwanan jî bike bin serweriya xwe ev e.

 

Ciwantî parastina îradeya azadiyê ye

 

Lê ciwantî jî, di dîrokê de her dem îrade û daxwaza xwe ya azadiyê parastiye û li ser vê esasê meşiyaye. Di dîroka pergala desthilatdar de ciwan ti carî dest ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernedaye. Civakên ku hêza wan a ciwan zindî û çalak bûne, cewhera xwe parastine û xwe gihandine heya roja me. Civakên ku hêza wan a ciwan hatiye şikestin jî di nav pergalê de heliyane, ji rastiya xwe dûrketine û bûne parçeyek ji pergala desthilatdar. Armanca esasî ya pergalê, şikestin û parçekirina civakê ye. Ji ber vê êrîşê çand, exlaq, polîtîka, dîrok, huner û aboriya civakê dike. Ji ber vê rastiyê, erk û berpirsyariya esasî ya ciwanan parastina civakbûnê ye. Bi taybetî jî parastina cewherî, weke rastiyeke jiyanî lazim e di jiyan, çalakî û helwesta ciwanan de her zindî be.

 

Di dîrokê de, yên ku her dem li ber êrîşên qirkirinê yên pergala desthilatdar sekinîne ciwan bûne. Eger heya niha di berxwedana li dijî desthilatdariyê de encamên pêwîst nehatibin bidestxistin, ev ji ber lawaziya hişmendiya parastina cewherî ye. Pergal ji her milî ve êrîş dike; ji çand, exlaq, huner, aborî bigire heya hemû qadên jiyanê bênavber êrîş dike. Ji bo ku em karibin çavkaniya van êrîşan fam bikin û helwesta pêwîst pêşbixin, lazim e em hişmendiya xwe ya parastina cewherî xurt bikin. Hişmendiya rast jî, bi xwenaskirinê re destpê dike. Ji ber vê rastiyê ye ku zana û rûspî gotine ‘’Beriya her tiştî xwe nas bike.’’

 

Hêza fikir û îdeolojiyê pêwîst e

 

Ciwan, pêwîst e bi rastiya xwe re careke din rû bi rû bimîne. Di roja me ya îro de, rewşa ku ciwan di nav de ne ji rastiya xwe gelek dûr e. Erka esasî ya ciwanan parastina civakê ye, lê di roja me de ciwan bûye hêza esasî ya parastina pergalê. Hemû artêşên dewletan ji hêza ciwan hatine avakirin. Eger ciwan bikevin ferqa vê rastiyê, wê ji artêşa dewletê qut bibin û bibin hêza parastina civaka xwe û hemû nirxên civakî. Ji bo vê jî pêwîst e ciwan bibin xwedî hêza fikrî, bibin xwedî nêrîneke îdeolojîk. Bêyî hêza fikrî, bêyî nêrîna îdeolojîk ciwan ne dikare bikeve ferqa rastiya xwe û civaka xwe, ne jî dikare bibe parezvanê civakbûnê û destkeftiyên wê.

 

Parastina cewherî di esasê xwe de pêşxistina hişmendiya civakî ye. Di dîroka mirovahiyê de rêbaza herî xurt a xweparastinê ya însan, civakbûn e. Civakbûn hêza herî xurt a parastinê ye. Însan eger bi civaka xwe ve girêdayî be wê zanibe ku lazim e çawa bijî, ji ku dere destpê bike û ji bo jiyana azad çi bike. Di pergala parastina cewherî û pêşxistina wê de ciwan hêza yekem e. Di dîrokê de her dem pêşengî ji berxwedana civaka xwe re kiriye, bi ser dijmin de meşiyaye û dema pêwîst bûye bê tereddud canê xwe jî daye.

 

Parastina cewherî qada bingehîn a rêxistinbûnê ye

 

Parastina cewherî, qada bingehîn a rêxistinbûna ciwana ye û pêwîst e di hemû qadên jiyanê de esas were girtin. Her wiha lazim e hemû tebeqeyên ciwanan ( xwendekar, karker, gundî, bajarî, jin, xort…) di çarçoveya parastina cewherî de werin rêxistinkirin. Her der û her dem ji bo ciwanan qada rêxistinê ye. Di roja me de, pergala desthilatdar ji her milî ve êrîşê jiyanê dike. Eger ciwan karibin di qada îdeolojî, siyaset, çand, aborî, perwerdehî, huner û di qadên din ên jiyanê de xwe birêxistin bikin, wê karibin di avakirina pergala şaristaniya demokratîk de jî bibin xwedî rola pêşeng.

 

Rêber APO dibêje: ‘’Eger civakek nikaribe ji bo hebûna xwe berdewam bike saziyên xwe yên exlaqî û polîtîk ava bike û bide şixulandin, ev tê wateya ku ew civak ketiye nav lepên zext û dagirkeriyê. Ev jî ‘rewşa şer e.’ Em dikarin dîrokê weke ‘rewşa şer a şaristaniyan a li dijî civakê’ jî binav bikin. Eger exlaq û polîtîka nikare wer şixulandin, tenê tiştek dimîne ku civak bike: Parastina cewherî.’’ Ji bo serkeftinê jî tiştê herî girîng şêwazê çalakiyê ye.

 

 

Serkeftin bi şêweyê çalakiyê ve girêdayî ye

 

Mijara herî esasî ku divê ciwan xwe tê de zelal bikin, mijara şêwazê çalakiyê ye. Şêweyê çalakiyê yê ji zanebûn û rêxistinê qut e, nikare di roja me de serkeftinê bidest bixe. Ji ber vê rastiyê ye ku Rêber APO dibêje ‘’Yê fikrê wî/wê ne yê me ye, çalakiya wî/wê jî ne ya me ye.’’ Bi cewherî fikir û çalaki bi hev ve girêdayî ne. Pêwîst e çalakiya me ya parastina cewherî jî girêdayî heqîqetê be. Perspektîfa esasî ya çalakiya parastina cewherî jî pêwîst e civakî be. Eger perspektif civaka exlaqî û polîtîk be wê çalakiyên ciwanan ên li dijî pergala desthilatdar jî şoreşger be. Û asta guherînê bi asta çalakiyê ve girêdayî ye. Asta çalakiyê jî bi cih û demê rast ve girêdayî ye. Eger cih û demê çalakiyê baş neyên tespîtkirin, dibe ku em bi wê çalakiyê li dijmin nexin, li lingên xwe bixin. Her wiha, nêrîna ‘çalakiya biçûk, çalakiya mezin’ şaş e. Ti çalakiyek li dijî desthilatdariyê ne bêwate ye. Eger rê li ber pêşketina civakê vedike û derb li dijmin dixe û riya serkeftinê vedike, wê demê ew çalakî girîng û xwedî wate ye.

 

Çalakiyên parasina cewherî ne tenê leşkerî ne, ji qada îdeolojiyê heya aboriyê her kar û çalakiyek beşek ji parastina cewherî ne. Lê di rastiya me de tiştê derdikeve pêş ew e ku, tenê şer û pevçûn weke çalakiyên parastina cewherî têne dîtin. Rast e, ev jî çalakiyên parastinê ne lê eger em xwe tenê pê re sînordar bihêlin, emê qadên din ji êrîşên dijmin re vekirî bihêlin. Di roja me de, pergala kapîtalîst herî zêde êrîşên îdeolojîk pêşdixe. Êrîşê qada çand û hunerê dike. Bi destê qirkirina çandî civak tê parçekirin. Herî zêde jî êrîşê ciwanan dike da ku nasnameyek wan a îdeolojîk pêş nekeve. Ji ber vê rastiyê, çalakiya herî mezin a ciwanan a parastina cewherî, pêşketina fikrî û îdeolojîk e. Pêwîst e tevgera ciwanan vê rastiyê rast binirxîne, ji bo çalakiyên rast û bi wate beriya her tiştî fikr û îdeolojiya azadiyê divê. Eger ev nebe ya wê hêza çalakiyên lawaz bimîne, ya wê demkurt bimîne ya jî di nav demê de sar bibe û bikeve xizmeta desthilatdaran. Çalakiya rast, bi îdeolojiya azadiyê ve girêdayî ye.

 

Rêber APO dibêje ‘’Parastina civakê her dem erk û berpisyariya ciwana ye.’’  Li ser vê esasê pêwîst e ciwan parastina cewherî ji nû ve binirxînin. Parastina cewherî jî dikare bi yekbûna hişmendî-rêxistin-perwerdehî were famkirin.