Ciwan bûne hêviya Xweseriya Şengalê
Eyup Kurt
Di tekoşîna azadkirina mafê mirovahî û destxistina netewî an xweserîyê de roleke mezin dikeve ser milê ciwanan. Ciwan bindestiyê qebûl nake, dixwaze azad be weke ciwanên hemû welatan. Ji bo dozeke mezin divê ciwan perwerde kirîbe, bi rêxistin be bi cesaret be. Mînakên dîrokê zehf in. Mirov dikane ji Partîya Karkerên Kurdîstan (PKK), ji derbasbûn û tecrûbeyên wê fêde bike.
Serokê Partîya Karkerên Kurdîstan ciwan bû, ne eşîrek mezin ne perekî zêde, ne dewletek li pişta wî hebû. Wî xwe perwerde kiribû û bi biyar bû bibe ronahiyek ji bo welat. Bi tenê bawerî têr nedikir, diviyabû xwe birêxistin bike. Wî bi ciwanên wê demê yên têgihîştî re têkilî danî û têkilî bi encam bû. Mazlûm, Kemal‚ Xeyrî‚ Sakîne, Heqî, Cemîl, Alî Haydar‚ Karasû, û hin kesayetên din re yekîtîyek ji pola ava kir. Ew roj ev roj e pêl bi pêl ciwan ketin nava refên gerîla. Neyar bi hemû hêza xwe, bi teknîka xwe bi ser neket û bi milyonan ciwan li her qadê ev têkoşîn bilind kir..
Li Şengalê bi hatina fermana 2014’an ger ciwanên Êzidî birêxistin bûna wê berxwedan pêş bixistana û ferman bi ser Êzidîyan ve nedihat. Her çiqas ciwanên Êzidî xîretkêş bûn lê ji ber bêrêxistinî bûn, nikarîbûn parastina civaka xwe bikin..
Di fermanê de ji sifirê dest bi rêxistin kirinê hate kirin û YBŞ bû sîwan, bû sitar bû tirsa dilê neyar. Di 2014’an de biryara berxwedanê, biryara parastina xaka pîroz hate dayin. Hêzên taristanî li ber pêlê berxwedana ciwanên Êzdî xwe negirt û şûn ve vekişîyan. Îroj Şengal ne bê xwedî ye.
Neyar dest bi xiyaneta nav Êzidiyan kir
Neyarê Êzdîyan ji vê raperînê, ji vê vejînê aciz bûn. Neyar dest bi dek û dolabên xîyaneta nav Êzdîyan kir. Êzdîyên ne rêxistin kirî hate kirîn, hate firotin, hate leystokên dijminê xwe. Xiyanet pêşket û gelek pêşengên Êzdîyan bi destê xiyaneta navxweyî cangorî bûn..
Ciwan pêşengê pêşketinê ye, ciwan pêşeroja jîyana azad e. Ev yek bingeha wê di fermanê de hatî danîn. Ya girîng, xwedî derketin û mezinkirina vê gava pîroz e. Ciwanên YBŞ’ê bi berxwedan û sekna xwe bûne hêvîya xweseriya Şengalê. Lê ev têrî nake, ji ber hawîrdor ji bo têkbirina vê raperîne karekî qirêj dimeşînin. Mirovê mezin bifikire divê mezin tedbîrên xwe bigre, çênabe ciwanê bibe pêşeng ji rêzê tevbigere..
Di civaka me de gelek ciwanên me di fermanê de bedel dane, mal û milk, jîyan hatî desteser kirin, dayik û xwişk dîl hatine girtin. Lê ti li jîyana wan dinêrî cihê şermê ye. Neyar ji bo wan ji heqîqetê dûr bike bi wan dilîze. Li kolanên Ewrûpayê piraniya ciwanan, bi taybet ciwanên Şengalê ji rêxistin kirinê dûr, ji êş kul kederê fermanê bi dûr ketine. Diviyabû ji her kesî bêhtir ciwanên ji Şengalê xwe bi rêxistin bikirana û di rêça dîplomasî de hesabê xwişk û birayên xwe bikirana.
Divê ciwan giraniya xwe bidin xwe birêxistinkirinê
Ger îroj artêşa Tirk bi sixûrê kirê kirî dixwaze iradeya ciwanên YBŞ’ê bişkîne û Şengalê bê parastin bihêle tirsa wan ji ciwanên Şengalê ye. Ciwanên Şengalê xwe bi berxwedanê îspat kir kû ti hêz nikare weke berê hespê xwe bibezîne. Neyarê Êzdîyan, xwe her roj diceribîne û hewl didin ciwanan bê îrade bike. Ciwanên qehreman bi gelê xwe re dîrok nivîsand.
Divê ciwan, bi taybet giraniyê bidin xwe bi rêxistin kirinê. Di Êzdîyan de bi sedan xwendevan, pispor, zanyar hene. Ger ev cewherê heyî baş bê parastin hêzek ji pola wê bandorê li kesê hêvî şikestî bike. Divê ji bo tifaqek giştî ji hesabên biçûk bi dûrbe. Ji ber birîna me teva yek e lê neyar di nava me de xerab dilîze. Divê di axaftin û şîroveyan de hesasî hebe û deriyê dîyalogê nêyê xetimandin. Daxwaza neyar ew e ku Êzidî bi hev re mijûl bibin.
Rabûna jina Êzidî bûye hêvî
Di hemû qadên berxwedanê de rola jina Êzdî gelek mezin e. Jina Êzidî di nava kar û xebatê de perda rêşe tarî qetand û îroj şoreşê pêş dixe. Ger jinên Şengalê çek avêtî milê xwe li kêleka mêrê Kurd di eniya şer de bi serbilindî sekinîye, êdî tirsa neyar zêde bûye. Di dîrokê de cara yekemîn e kû jina Êzidî bûye xwedî sazî, xwedî gotin..
Jina Êzdî divê li tenişta şerê hebûnê, girîngîyê bide avakirina yekîtîya hemû sazîyên Êzidîyan. Ta roja îroj herdem mêr di hevdîtinên yekîtî û tifaqê de hatî dîtin û ti encameke erênî bi dest nexistine. Jin ger vî barî hilgire ser milê xwe wê deskeftîyên mezin bi dest bixin..
Jin serkeftina xweseriyê ye
Dayikên Êzidî ji herkesî bêhtir êşa fermanê di dilê xwe de civandine. Ji bo ev deskeftîyên pîroz têk neçe girîng e her ferdê Êzidî destpêkê mala xwe, malbata xwe, derdorê xwe perwerde bike û bibe mînak ji bo tevahiya civakê. Mixabin di dema em tê de jîyan dikin de hinek malbatên cangorîyan nehatine perwerde kirin û neyar dixwaze ser malbatên me leystokan pêş bixe. Divê hemû rewş di ber çav re bê derbaskirin û gavên çêker têkeve meriyetê. Jin ne tenê stûna malê ye, jin serkeftina xweseriyê ye.