Her civak bi bîranîn, çand û dîroka xwe ya resen zindî dimîne. Civaka Êzidî ji bo parastina çand û baweriya xwe timî rûberûyê ferman û qirkirinê hatiye. Li hember vêya berxwedaneke mezin daye nîşan û heya roja me ya îro aniye. Yek ji rêya parastin û zindî hiştina vê çanda resen jî dîroka devkî, dengbêjî û çîrokin. Ji bo ev çand û bawerî zêdetir were nasîn, bigihije nifşên nû û ji dÎrokê re bimîne di roja me ya îro de gelek rêyên wê yên cûda hene. Kovara me ya Dîcle’yê jî tam bi vê armancê û bi armanca perwerdekirina civakê dest bi rêwîtiya xwe ya weşanê kir.
Kovara Dîcle ku di sala 2010’an de, li bajarê Mûsilê bi navê ‘Kaniya Spî’ dest bi rêwîtiya xwe ya wêrek kir û dirêj kir. Destpêkê ku du mehan carekî derdiket, li Şengalê jî di nava civaka Êzidî de dihate belavkirin.
Bi derbasbûna demê re û ji bo ku bersiveke bihêztir bide hewcedariyên geşbûna civakê rojnameyê di sala 2012’an de rûçik û navê xwe nû kir. Navê xwe guherand û kir “Dicle” mîna ava jiyanê ya ku diherike û axa pîroz şên dike. Êdî ne her du mehan, lê her mehê carekê bi heman coş û daxwazê li Mûsilê dihate çapkirin û digihîşt destê gelê me yê Şengalê. Vê weşanê di demekê de ku zext û metirsiyên siyasî û ewlehiyê li ser herêmê zêde bûn wekî parastina çand û hebûna Êzidîtiyê erkeke dîrokî girt ser milên xwe.
Di bingeha vê xebata pîroz de, keda mirovên fedakar û dilsoz hebû ku tu carî ji bîra dîrokê naçin. Yek ji van stûnên herî girîng û nemir pakrewan û kedkarê hêja Riyad Elheyalî bû. Riyad, ku xelkê taxa Fêselya ya Mûsilê bû ne tenê çapkerê kovarê bû, ew bi xwe dilê vê xebatê bû. Ji sala 2010’an heta sala 2014’an wî bi dilxwazî û bêramber, bi dildarî, fedakrî û evîneke mezin ji bo civaka Êzidî xizmet kir. Wî rûpelên Dicleyê bi tîpên azadiyê dixemiland,
Di tebaxa sala 2014’an de, dema ku rûreşiya sedsalê qewimî û çeteyên hov ên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê û Şengala pîroz dagir kirin, tarîtiyê êrîşî her ronahiyekê kir. Di vî şerê li dijî mirovahiyê de rojnamevan û kedkarê me yê dilsoz Riyad Elheyalî ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hov û bêbext hate qetilkirin. Riyad bi vê şehadeta xwe ya bi rûmet bû yekemîn şehîd û karkerê herî pîroz ê çapemeniya azad a Êzîdxanê.
Bi şehadeta wî û bi destpêkirina fermana reş a li ser Şengalê çerxa weşana rojnameyê sekinî û ev xebata pîroz ji bo demekê nîvco ma. Çapxane bêdeng bûn, lê pênûsa ku Riyad û hevalên wî li pey xwe hiştin, vê carê li serê çiyayê Şengalê derket.
Piştî ku Şengala birîndar ji aliyê şervanên azadiyê ve bi berdêlên giranbiha û lehengiyeke bêhempa ji bin destê çeteyan hate rizgarkirin, jiyanê careke din li ser vê axa pîroz şîn da. Bi rizgarkirina axê re pêwîstiya rakirina tola çandî ramanî û hûnerî jî rû da.
Di sala 2016’an de biryara herî mezin hate girtin ku rûmeta pênûsa şehîdan li erdê nemîne. Di nava salê de xebatên binesaziyê û xwe rêxistinirinê bi baldarî hatin meşandin û di dawiya sala 2016’an de li komelgeha rewşenbîran a Xanesorê, gava yekemîn a serdema nû hate avêtin. Dicle êdî ji qonaxa rojnameyê derbas bû û wekî Kovara Dicle xwe bi rêxistin kir û dest bi weşanê kir.
Îro, Kovara Dicle her du mehan carekê bi zimanê Kurdî û Erebî, bi awayekî birêkûpêk dertê. Ne tenê li ser kaxezê êdî li ser torên dijîtal jî weşangeriya xwe berfireh dike. Bi rêya derfetên dorhêla dijîtal dide, dikare bibe platformeke hevpar a yek kirina hemû nivîskar, rewşenbîrên Êzidî yên li welat û derveyî welat
Em wekî kedkarên Kovara Dîcle, keda ku ji dema Kaniya Sipî heta îro hatiye dayîn, wekî mîras û rûmeta xwe ya herî mezin dibînin. Em dilsozên pênûsa Şehîd Riyad Elheyalî û hemû şehîdên çapemeniya azad in. Ev kovar ne tenê amûreke ragihandinê ye ew bîra civakekê ye ku dixwestin wê tune bikin, lê ew bi nivîsandin, xwendin û berxwedanê her tim ji nû ve şîn dibe. Pênûsa me li ser şopa heqîqetê ye û wê tu carî rûpelên tarîtiyê nepejirîne.