Riham Hico: Li Şengalê serhildana jinan ne tiştekî rehet bû

 

Rîham Hico

 

Fermana 3.8.2014’an a li Şengalê, fermanek li ser hebûna civaka Êzidî bû. Lê herî zêde jî fermaneke li ser jinên Êzidî bû ku rastiya Ezdatiyê heya roja me ya îro gîhandibûn. Civaka Êzidî bi berxwedan, rêxistin û pergaleke nû bersiva vê fermanê dan û xwe gîhandin hêza rêveberiya Xweser a Şengalê. Lê pêşketin û gavên ku jinên Êzidî di nav şertên herî giran de avêtin di asta şoreşê de bû. Di nav 9 salan de, jinên Êzidî ji bazarên koleyan ber bi hêza perwerdehî, parastin, dîplomasiyê çawa meşiyan mijara pirtûk, fîlm û lêkolîna ye. Jinên Êzidî di dema fermanê de tene mala xwe nas dikir û ji ber rê nas nedikirin bi hezaran ji wan ketin deste DAIŞ’ê. Lê îro ew jina êzidî di asta navneteweyî de pêşengtiya konferans, komxebat û çalakiyên cûda dike.

 

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, hem çîroka bi êş a jinên Êzidî, hem ji çîroka geş a azadiya wan, bi cewherî çîroka şoreşa jinên Êzidî ji ajansa Rojnewsê re nirxandin.  Riham Hico di destpêkê de hişyarî da ku divê fermana 2014’an weke fermaneke ji rêzê an jî weke şerekî di navbera 2 aliyan de neyê dîtin û rastiya fermanê wiha şîrove kir: ‘’Ev ferman bi ser civaka Êzidî de hat, lê bi taybet jî bi ser jinên Êzidî de. Tiştê ku ji fermanê girantir ji me re hat, xiyaneta ku li me hate kirin bû. Ew hêzên ku me bawerî pê anîbûn, pişta xwe dan me. Pêşmergeyên PDK’ê ku me ew weke hêzên parastina civaka xwe didît, di nav şev û rojekî de xiyanetê li me kirin. Ji xiyanetê jî zêdetir hevkariya DAIŞ’ê kirin.’’

 

‘Me cesareta serhildanê ji gerîlayên YJA-Starê girt’

 

Riham Hiço da zanîn ku rizgariya jinên Êzidî ji fermanê ne bi hêsanî çêbûye û gavên rizgariyê wiha anî ser ziman: ‘’Weke jinên Êzidî me xwe ji êşeke mezin ava kir, bi zehmetiyên mezin me xwe birêxistin kir. Roja hebûn û tinebûnê bû, em ji aliyekî ve bêçare bûn lê ji aliyekî ve jî me îrade ava kir û me dest bi têkoşînê kir. Rêxistinbûna me bi fikrê Rêber Apo destpêkir, hevalên jin ên ku hatin Şengalê û şer kirin bandor li ser me kirin, ji me re bûn mînak. Em bêçare bûn, eger me YJA-Star weke mînak li ber çavê xwe nedîta meyê nekarîba serî hildin. Me ev cesaret ji YJA-Starê girt.’’

 

Riham Hico bibîrxist ku yekem gavên rêxistinbûna jinên Êzidî li kampa Newroz a li Rojavayê Kurdistanê, li derdora dayîkên berxwedêr destpêkiriye û wiha pê de çû: ‘’Li Şengalê serhildana jinê ne tiştekî rehet bû. Li Şengalê destpêkê li Serdeştê bi dayîkên berxwedêr re me dest bi xebatan kir, jinên ciwan jî li dora wan kom bûn. Pey re me meclîsa xwe li Xanesorê ava kir. Di nav 9 salan de li hemû gund û komelgehên Şengalê me meclîsên xwe ava kirin. Pey re, di bin banê van meclîsan de ji parasinê heya perwerdehiyê me komîte ava kirin.’’

 

Yek ji xebatên herî girîng ku jinên Êzidî di nav 9 salên borî de pêşxistin, xebatên dîplomasiyê bûn. Jina Êzidî ku ji mafê axaftinê jî bêpar bû xwe gîhand asta dîplomasiyeke navneteweyî, Riham Hico giringiya vê xebatê jî wiha nirxand: ‘’Weke TAJÊ cara yekem li ser navê jinên Êzidî me xebatên dîplomasiyê pêşxistin. Bi jinên Iraqê re, bi jinên cîhanê re me têkilî danîn. Li Şengalê, Silêmanî û Bexdayê di asta Iraqê de û di asta navneteweyî de konferans û komxebat hatin lidarxistin. Me hewl da em rastiya jina Êzidî û Ezdatiyê bi wan bidin naskirin.’’

 

‘Em dixwazin jineke bi îrade, jixwebawer û rêxistinbûyî perwerde bikin’

 

Berdevka TAJÊ Riham Hico da zanîn ku ji bo rê li ber êrîş û fermanên nû were girtin, weke TAJÊ ew giraniya xwe didin xebatên xwe paarstinê û perwerdehiyê û ev agahî dan: ‘’Jina Êzidî wê xwe ji fermanan çawa biparêze ji bo me xala herî girîng e. Ji bo vê ji perwerdehiya bikaranîna çek heya semîneran xebateke fireh tê meşandin. Xebata me ya herî esasî jî perwerdekirina jin e. Di nav 9 salan de di asta akademiyê de bi sedan dewreyên perwerdehiyê hatine meşandin û bi sedan jin hatine perwerdekirin. Her wiha weke TAJÊ em bi pirsgirêkan jinan re eleqeder dibin û her sal bi sedan pirsgirêk çareser dikin. Jin rastî şidetê tê, mafê wê tê xwarin, hin ji wan bi zorê têne zewicandin… Em hewl didin jina Êzidî ji vê rewşê derxin û jineke bi îrade, jineke jixwebawer, jineke rêxistinbûyî ava bikin.’’