Ji dîrokê heya niha siyaseta dewleta Iraqê li ser Êzidiyan
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an 9 sal tijî kirin, lê di nava van neh salan de gelek mijar hene ku pêwîst e em balê bikşînin ser û şirove bikin. Qetilkirin, revandin û koçberî ew mijarekî giştî ye ku her kesekî şahidiya wê kiriye. Kî bû sedama van êşan û fermanê, Êzidî dema daxwaza mafê xwe dikin pêwîst e ji ku derê destpê bikin û çawa ewê bigihîn mafê xwe. Ji bo em vê yekê bidin naskirin lazime em li dîroka Êzidiyan û Iraqê vegerin.
Êzidî di dîroka Îraqê de
Ji dîrokê heya roja me ya îro hikûmeta Iraqê weke çand û baweriyeke kevnar ku koka xwe ji destpêka civakbûnê digire û heya niha li ser vê erdnigariyê hebûna xwe berdewam kiriye, nêzî civaka Êzidî nebûye, bi vê giraniyê bi Êzidiyan re têkilî pêşnexistiye. Di gelek pêvajoyên dîrokê de hêzên dewleta Iraqê bi çekên giran berê xwe dane Çiyayê Şengalê û li dijî Êzidiyan şer kirine. Di aliyê siyasî de Êzidî bê maf hiştine û ji berjewendiyên xwe re bikaranîne. Eger lêkolîn li ser dîroka Êzidiyan û Iraqê bê kirin ev rastî wê derkeve holê. Lê mixabin siyasetmedar û lêkolînerên Êzidiyan ji ber ku ne serbixwe bûne û ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî nekarîne vê yekê bidin diyarkirin. Wisa bûye ku Êzidî hikûmeta Iraqê ji xwe re piştevan bibînin û li hemberî dewletê bêdeng bimînin.
Di dema hikûmeta Sedam Hisên de bi sedan Êzidî li ser sînorên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Iraqê ji bo vê dewletê canê xwe dan. Li beramberî vê xizmeta Êzidiyan, Iraqê tiştek nekir lê weke Kurdên Başûrê Kuridistanê Êzidî di komkujiyê re jî derbas nekirin. Gelo nêzîkatiyên Sedam li hemberî Êzidiyan di berjewendiya Êzidiyan de bûn? Na, ji ber ku di dema Sedam Hisên de rê li ber fermana hate vekirin, ew jî bi qutkirina Êzidiyan ji çiya bû.
Ev beşekî kurt ji nêzîkatiyên dewleta Iraqê li hember Êzidiyan e. Eger em behsa vê serdemê bikin, herdem em PDK’ê ji komkujiya Êzidiyan berpirsiyar dibînin lê ya ku Iraqê di dema fermanê de li dijî Êzidiyan kirî, ne ji ya PDK’ê kêmtir bû. Ji ber ku Iraqê heya roja îro jî xwe xwediyê Şengalê dibîne lê ev ya xwe dîtina Şengalê ne di berjewendiya gelê Şengalê de ye belkû herdem Şengal û Êzidî ji berjewendiyên xwe re bikaranîne.
Di 3’ê Tebaxê de dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Şengalê, artêşa Iraqê beriya pêşmergeyan Şengal vala kirin, yanî Iraq yek ji berpirsên sereke yên komkujiya Êzdiyan e. Erê Êzidî behsa mafê xwe dikin ji ber ku di fermanê re derbas bûne lê ferman çawa çêbû û çawa rê li ber hate vekirin ev nayê şîrovekirin. Dema Êzidî hesab ji aliyên ku bûne sedema fermanê nexwazin ewê nikaribin mafê xwe bidest bixin.
Nêzîkatiyên Iraqê piştî fermana 2014’an
Dema fermanê, Iraqa ku terka Şengalê kiribû li ber Êzidiyan bi rexnedan û berpirsyarî nêz nebû, di rizgarkirina herêmên Êzidiyan de jî beşdar nebû. Heya ku Şengal li ser destê şervan û gerîla nehate rizgarkirin. Erê Iraq di rizgarkirina Şengalê de beşdar nebû, bi xwîna keç û xortên Êzidiyan, şervan û gerîla Şengal hate rizgarkirin, gelo Iraqê piştî rizgarkirina Şengalê ji bo Êzidiyan çi kir?
Bi taybet di serdema hikumeta Kazimî de, destê xwe dirêjî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê kir ku bi destê gel hatibûn avakirin, xwest hêzên parastina Şengalê belav bike û Êzidiyan vegerîne beriya fermanê, ji ber ku Êzidî ne amade bûn carekî din xwe teslîmî PDK’ê û Iraqê bikin vê carê Iraqê asîmanê Şengalê ji balefirên Dewleta Tirk re vekir ku êrîş ser pêşengên Êzidiyan bikin. PDK’ê jî rê li ber koçberên Şengalê girt daku venegerin ser warê xwe. Ruxmê hemû astengiyan jî gelê Êzidî li ser malê xwe vegeriyan û rêveberiya xweser bihêz kirin. Ji bo ev rêveberî tine bibe PDK, hikumeta Kazimî û dewleta Tirk bûne yek û dest bi pilanên nû kirin.
Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an
Ji ber ku Êzidiyan dest ji PDK’ê û Iraqê re dananîn vê carê di 9’ê Cotmeha 2020’an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de peymanek îmzakirin ku hemû destkeftiyên Êzidiyan dihate tinekirin lê Êzidiyan bi tekoşîna xwe rê li ber vê peymanê girtin û heya nihe rê nedane ku Iraqê hedefa xwe ya tesfiyekirine rêveberiya xweser pêk bîne. Bi heman armancê di 1’ê Gulana 2022’an de, bi fermana serokwezîr Kazimî artêşa Iraqê bi hêzeke mezin berê xwe da Şengalê û xwest bi hêzê destkeftiyên vê civakê tine bike. Heya nihe Êzidiyan teslîmbûnê qebûl nekiriye lê beşek ji Êzidiyan vê rastiyê jî nizanin û bêyî têkoşînê daxwaza mafê xwe ji Iraqê dikin.
Naskirina Jenosîdê ji aliyê Iraqê ve
Heya nihe zêdetir ji 20 welat û saziyên navdewletî komkujiya Êzidiyan wek Jenosîd naskirine lê Iraqa ku Şengal parçeyek jê ye, ji bo komkujiya Êzidiyan bê naskirin tu tiştek nekiriye û Iraq bi xwe jî qebûl nake. Gelo çima Iraqê komkujiya Êzidiyan wek Jenosîd qebûl nake?
Eger Iraq jenosîdê qebûl bike, li gor hemû qanûnên navdewletî ê ku ji ber fermanê hesabê bide Iraq e lê Iraq vê nake.
Bi naskirina Jenosîdê re pêwîst e Iraq pêşwaziyê di hemû daxwazên Êzidiyan bike ku di niha de yek ji daxwazên Êzidiyan xweseriya Şengalê ye wê demê lazim e Iraq xweseriya Şengalê nas bike. Ev nêzîkatiyên li hemberî Êzidiyan di bin navê Iraqê de tên kirin, eger hikûmet biguhere, serokwezîr Kazimî, Sûdanî an jî Ebadî be ji bo Êzidiyan zêde tiştek naguhere ji ber ku siyaseta dewleta Iraqê ya li hemberî Êzidiyan her yek e ku ew jî vegerandina Şengalê a beriya fermanê ye.