Çirûska ronahiyê li Êzîdxanê vêketiye

Xanê Egal

Ferman û komkujiyên li ser civaka Êzîdî pêk hatine, armanc qirkirin û tunekirina Êzîdiyan bû. Dijmin her xwestiye Êzîdiyên ji destê komkujiyan rizgar bûne jî, wan ji ser axa wan koçber bike. Ji ber ku koçberî bi xwe fermana herî mezin e. Koçberî mirinek bê wate û bê rûmet e. Dema em li gorî vê rastiyê vegera koçberên Şingalê li ser axa wan bigrin dest û binirxînin, wê hingê em ê bibinin ku ev vegera li cih û warên xwe bersîva herî xurt e ji êrîşên dijmin re û di heman demê de tolhildana fermana 74’an e.

 

Wek ku tê zanîn tirsa dijmin nikaribû bi 73 fermanan li hemberî civaka Êzîdî û baweriya wan pêk bîne, bi fermana 74’an li Şengalê bi hovîtiyek bêrehm, bi taybet bi qirkirina jinên Êzîdî xwest civaka Êzîdî tine bike. Dijmin û hevalbendên xwe herçend bi van rêbazên der mirovî ferman pêkanîbin jî, negihîştin hedefa xwe. Ji ber ku dijmin wisa plan kiribû ku hineka ji wan bi kuştînê, hinek ji wan bi girtîn û revandinê û ên mayî jî bi koçberiyê tine bike. Lê dijmin di vir de bi serneket. Ev çawa çêbû? Bi rastî karesata li Şengalê çêbû li cîhanê mînakên wê kêm in. Lê berxwedana ku li ser axa  Şengalê hat kirin jî mînaka wê qet tune. Dijmin bi vê berxwedanê têk çû. Em Êzîdî wisa bawer dikin û dibêjin xwedê gotiye ‘’tu rabe ez bi te re me.’’ Tu kesî nebihîstiye ku xwedê ev gotiye lê belê ev heqîqetek e. Wateya vê heqîqetê wiha ye. Ger tu ji xwe re nekî, ger tu li xwe xwedî dernekevî, ti kes nikare li te xwedî derkeve. Bi gotineke din dibêjin ‘’ heq nayê xwestin, heq tê standin.’’ Wateya van peyvan tev yek heqîqet e.

 

Hêz û hunera jinê hepskirî bû

 

Helbet divê binê vê bi xetên stûr were xêz kirin ku berxwedana jin û dayîkên Şengalê di vir de xwedî rolek bingehîn e. Beriya şoreşa azadiyê jin tune dihat hesibandin. Beriya fermanê li Şengalê jin û dayîk roleke wan tine bû. Nîvê civakê jin e, lê ew nîv bê liv û tevger bû. Hêz û hûnera jinê hepiskirî bû. Di vê berxwedana li Şengalê ya bi nav û deng de rola jin û dayîkan esasî ye. Serok Apo ji xwe gotiye ‘’cihê jin lê tune be serkeftin jî tune ye.’’

 

Piştî fermanek ew qas qirker û hovane jî Êzîdiyan karîbû li ser axa xwe bimînin, li berxwe bidin û yên koçber bûne dîsa vegerin ser axa xwe. Ev ferman ne wek fermanên berê bû, ne jî piştî fermanê Êzîdî bûn ên berê. Ev dem dema felsefeya azadiyê ye. Dîrokeke nûjen destpê kiriye. Jin berê tune bû. Lê niha di eniya herî pêş de pêşengiyê dike. Di dîroka kevîn de di encama lîstok û polîtîkayên dijmin de beşek ji mismanan li dijî Êzîdiyan şer dikirin. Lê niha ciwanên Ereb ên beşdarî YBŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê bûne canê xwe di ber Şengalê de feda dikin. Di dema berê de cihek nebû Êzîdî lê koçber jî bibin mafê koçberiyê jî dest Êzîdiyan nediket. Lewma jî pêşiyên Êzîdiyan çûn di Kafkasya re derketin û derfetê Êzîdiyan ew bû ku berê xwe bidin çiya. Wekî din riyek wan a din nebû. Piştî Fermana 74’an Êzidîyan got ‘’em serê xwe didin, lê em axa xwe bernadin.’’ Berê jî Êzidîyan digotin ‘’em serê xwe didin lê sira xwe nadin.’’ Ev helwesta her yek ji wan li gorî wexta xwe rast e. Heqîqet ew e ku dema axa mirov û azadiya mirov tune be, sira mirov jî tune ye. Çirûska ronahiyê li Êzîdxanê vêketiye. Ev çirûsk her ku diçe ronahiya xwe geştir dike û dibe agirek gûr vedikeve. Lê bêguman bedelê vê mezin e, lê li hemberî vê xîret, rûmet û serbazî heye.

 

Vegera li Şengalê encamê berxwedanê ye

 

Êzîdiyan di dîrokê de gelek li berxwedane. Lê berxwedana îro tê raberkirin hemdemî û gerdûnî ye. Dîsa gotina ku dibêje ‘’ dem bi demê re her dem bi xwedê re’’ tîne bîra mirov û xwedî wateyek gelek rast e.  Sekn û berxwedaniya ku îro li ser axa pîroz ya Şengalê tê kirin riya çareserî û pêşeroja Êzîdxanê dide diyarkirin û ev gelek girîng e. Tişta ku dihêle îro koçberên Şingalê vegerin warê xwe ev rastiya ku niha tê jiyankirin e. Ev berxwedan, ev rengê rêxistin û felsefa zanistê ya ku ewlehiyê çêdike û baweriyê dide. Rêveberiya Xweser li Şengalê ji bo statûya Şengalê were naskirin her di nav kar û xebat de ye. Ev rengê ku piştî fermanê li Şengalê diyar diber reng, xeml û tevlîbûna jinê ye. Tişta din ya herî girîng bi hemû pêkhateyên herêmê re pêk ve tevgerinek heye. Reng û rastiya demokrasiyê jî ev e. Heqîqeta wekheviyê jî di vir de diyar dibe. Hem di warê siyasî û dîplomasî de, hem di warê leşkerî, civakî, çandî û di warê aborî de rêxistin avakirin gelek girîng e. Di nava vê rêxistinê de hem jin bi piranî cihê xwe digrin hem jî bi pêkhatiyên herêmê re rê tê vekirin. Ev e meşa li gorî demê. Tişta ku pêşerojê misoger dike ev sekn û ev nêzîkatî ye. Êzîdî bi vê sekna xwe û bi vê helwesta xwe ji dijmin re dibêjin, ‘’tu çi biki bike tu nikarî me tine û qir bikî.’’ Dema Êzîdî bi vî rengî li gorî demê û gor mercên hene li xwe xwedî derbikevîn wê demê dikarin xwe bi xwe mafê xwe biparêzin û di heman wextê de doza mafê xwe li her kesekî jî bikin. Em dikarin di dawî de dîsa dubare bibêjin ku vegera gelê Êzîdî li ser axa pîroz bi saya berxwedana leheng û qehremaniyê ye. Rêxistina me, parastina ax û nirxên me yên pîroz in. Ev rastiye ku dihêle vegera xelkê Êzîdî li ser cih û warên wan pêk were.

 

Şîn û girî li ber êrîşan ne çare ye

 

Dema em piştî 9 salan li rewşa jinên Êzîdî û rewaşa rêxistinbûna jinên Êzîdî mêze bikin, mirov dikare ji du aliyan ve rewşê binirxîne. Li gorî hovîtiya li hemberî jinên Êzîdî pêk hatiye jina Êzîdî jî bi rengekî berxwedaniyek dîrokî li hemberî vê hovîtiyê  sekiniye û xwe ji nû ve ji mirin û qirkirinê afirandine.

Wek tê zanîn demên berê ku neferek ji malekê jiyana xwe ji dest dida dayîkan bi salan şîn digirtin. Di vê fermana 74’an de li Şengalê bi kêmasî her malbetekê neferek didu û zêdetir neferên mala xwe, di vê fermana qirkirinê de winda kirine. Lê dayîkan şûna şînê, hest û hêrs û êşa xwe zivirandin berxwedanê. Ev sekna rast û bi rûmet ya herî bi wate û rast e. Ji ber ku şîn û girî li hemberî êrîşên dijmin ne çare ye. Berxwedan û li xwe xwedî derketin kar û helwesta herî rast û bi xîret e.

 

Wê çareserî bi pêşengiya jinan pêş bikeve

 

Ev sekna li gorî pîvan û pêwîstiyên demê ne. Ev sekna berxwedêr layiqê Êzîdxanê ye. Li gor dema nûjen e. Li gor jiyana azadiyê ye. Ev çanda hebûnê ye. Ev çanda tolhildanê ye. Li ser vî esasî ev sekn û helwesta jin û dayîkan pir pîroz û gelekî bi rûmet e. Gotina ‘’jin jiyan e’’, ne tenê di gotîn de ye. Jin û dayîkên îro di bin mercên herî zehmet de jiyanê li Şengalê ava dikin û xwe diparêzin. Jin û dayîk bi van kirînên xwe, dar û berên Şengalê jî li hemberî dijmin xistine tevgerê û zindî kirine. Bi coş û wêrekbûneke mezin, bi derfetên herî kêm ji civakê re pêşengiyê dikin. Em bawer dikin ku wê çareserî li Şengalê bi berxwedan û pêşengiya jina Êzîdî biserkeve. Lewma jî tê gotin çareserî bi pêşengiya jinê mîsoger dibe. Bêguman ev jî ne bes e. Hîn bêhtir bilindkirin û xurtkirina tekoşînê ji aliyê jinan ve tê xwestin. Helbet zehmetî jî gelek hene. Zehmetî ji aliyê derfetan ve hene, ji aliyê hişmendî ve hene û ji aliyê aborî û hwd. ve hene.

 

Di 3 Tebaxa 2014’an de di hedefa dijmin de bi taybetî jinên Êzîdî hebûn. Dijmin dixwest di şexsê jina Êzîdî de qirkirina dawî li ser civaka Êzîdî pêk bîne. Ferman bi armanca qirkirinê li Şengalê pêk hat, mînaka wê li cîhanê kêm hene. Rûxmê vê karesata evçend dijwar jî jinên Êzidî xwe di hemû waran de gihandin astek herî mezin. Lê dîsa jî têra bersivdayînê nake. Qirkirin û hovîtiya ku li hemberî jina Êzidî li Şengalê çêbûye, hemû jinên cîhanê eleqedar dike. Lê wek tê xwestin û li gor pêwîstî û rastiya heyî neketiye rojeva cîhanê. Helbet ev jî dikeve ser berpirsyariya rêxistinên jina Êzîdî. Dibe ku di destpêka fermanê de ev derfet tinebû an jî kêm bû. Lê niha ev derfet çêbûye. Dema mirov rewşa jinên Şengalê komî ser hev dike, destkeftiyên baş bi dest ketiye. Ji niha ve gavên ku ji aliyê rêxistina jinên Êzîdî ve tên avêtin gelekî girîng in. Di nav şandeyan de cihê xwe digirin û bi riya diplomasî dengê xwe digihînin her cihekî. Mirov ji vê sekna jinên Êzîdî hêz digre û pê serbilind dibe. Jina Êzîdî xwedî wê hêzê ye û dikare di avakirina demokrasî, azadî, wekhevî û aramiyê de rola dikeve ser wê pêk bîne.