Hemo Şero û parastina Ermenan ji jenosîda Osmaniyan

Salim Amo

 

Di sala 1915’an de Osmaniyan dest bi kuştina gelên ku ne misilman in kirin li axa Mezopotamyayê, bi taybet jî mesihiyan (Ermenan). Zêdetir ji milyon û nîv însan hatin kuştin, ne bi tenê Ermen belku Aşûrî, Suryani, Yunanî û Êzdî jî di nav de bûne qurbana vê jenosîdê.

Êzidiyan û Ermeniyan gelek caran yekgirtin û berxwedan kirine li dijî Osmaniyan, mînak û her wisa qehremanê bajarê Wanê Cangîr Axayê kurê Xetib Axayê Mendikî ji Êla Zoqiriyan. Hemoyê Şero, feqîrê bi xerqe û serwerê Êzidiyan di wî demî de.Salim Amo

Hemo Şero, serokê Êzidiyan di sala 1915’an de bi hevalên xwe yên şerker re 20 hezar Ermenî ji vê jenosîda ku Osmaniyan li ser wan rakir parastin. Piştî ku Osmaniyan dan pê şopa wan Ermeniyan, ji Êzidiyan xwestin ku wan teslîm bikin lê Hemo Şero biryar dabû ku ewê wan biparêze, eger pêwîst bike ewê şer jî bike ji bo parastina wan.

Êzidî ji bo parastina Ermenan amade ne

Îsmayil Çol Beg, Mîrê Êzidiyan yê wî serdemî nameyek jî keşeyên Ermeniyan re şandibû û tê de nivîsandibû: ‘’Êzidî ji bo parastina Ermeniyan amade ne.’’ Piştî wê, hevdîtin di navbera Êzidiyan û keşeyên Aşûriyan û Suryanan de jî çêbûn.

Di heman demê de Cangîr Axa berxwedaniyek li dijî Osmaniyan destpêkiribû li Bakûrê Kurdistanê. Osmaniyan gelek caran radestkirina Ermeniyan ji Hemoyê Şero dixwestin lê Hemoyê Şero ev yek red dikir. Her wisa çend caran geflêkirina fermanekê ku bi ser Êzidiyan de bînin dikirin, eger ew wan radest nekin. Osmaniyan qasidê xwe şandin Çiyayê Şingalê cem Êzidiyan û nameyek bi wî re bû ku tê de daxwaza radestkirina wan dikirin, eger na Êzidî wê hesabê vê yekê bidin.

Lê serok hozên Êzidiyan ev yek qebûl nekirin, ew name qetandin û qasid bê cil û berg (tazî) şandin Cem Osmaniyan. Hemo Şero, Êzidî li hev komkirin û rewşa şer ji wan re ragihand û got ‘’Ezê çawa qebûl bikim van Ermeniyan teslîmî Osmaniyan bikim, min sozek daye ez li soza xwe xayîn nabim heta yek dilop xwîn jî di canê min de mabe ez wan teslîm nakim eger ji bo vê ez û kurê xwe bibin qurban jî bila.’’

Ermen xwe spartin Çiyayê Şengalê

Êzidiyan, ew Ermenî li nava şikeftan veşartin, gava Osmaniyan hewldan ji başûrê bikevin Çiyayê Şengalê, serok hozê Êzidî Xelef Şingalî dixwest wan bisekinîne. Ew û 40 siwarên Êzidî rê li Osmaniyan girtin. Li gundê Heme, Qizilkend, Çenan, Gabara, Qesirkê û Cidalê şer di navbera Osmaniyan Û xortên Êzidiyan de çêbû, xelkê wan gundan xwe spartin Çiyayê Şengalê. Hemo Şero, bi şervanên xwe ve berê xwe ji çiyê didin eniyên şer û di wî şerî de Osmaniyan dişkênin. Di wî şerî de 35 leşkerên Osmaniyan dikujin. Her wisa di wî şerî de hevalê Hemo Şero yê herî nêzîk şehîd dikeve.

Êzidî, Ermenan teslîmî Osmaniyan nekirin

Piştî ku Osmaniyan gelek kuştî dan, ew paşve vekişiyan. Birahîm Paşayê Osmanî tore bû dema dît ku karwanê cenazeyên Osmaniyan ber bi Mûsilê ve diçin û her wiha hêza wan a vekişiyayî. Piştî demekê, Osmaniyan ji bo tolhildana xwe careke din êrîşî Çiyayê Şengalê kirin, gundên Êzidiyan hatin şewitandin, dexil û dan û xwarinê Êzidiyan şewitandin ji bo ku Êzidî bê xwarin bimînin û wan Ermeniyan teslîm bikin. Lê Êzidiyan dizanîn rewşa şer e, têra xwe xwarin biribûn çiyê de, herî dawî Osmaniyan pir hewil dan ku ew Ermenî bikevin destê wan lê bi ser neketin û ew Ermenî ji wê komkujiyê rizgar bûn. Gelek ji wan heya beriya fermana 2014’an jî li Şingalê man û heya niha jî dibêjin eger wê demê ne ji Êzidiyên Çiyayê Şingalê bûya, debara me li cihekî nebû ji bilî Çiyayê Şingalê sitara me li cihên din nebû.

*Hemo Şero: Di sala 1850’an de li gundê Ziravkê ya li başûrê Çiyayê Şingalê ji dayik bûye. Serok hozê Dina bû, Britanyayê ew wek dîplomatkarek didîtin, otonomiya Êzidiyan pêşniyarê wî kiribûn lê wî redkir ji ber hinek egerên siyasî. Hemo Şero di sala 1933’an de diçe ser dilovaniya xwedê û heya niha bi qehremanî navê wî tê gotin.