Di baweriya Êzdatiyê de dost û dijmin

Celal Onen

 

Êzidiyan her tim ji derdora xwe re xêr xwestine û dua kirine. Hewl dane ku di navbera xwe û baweriyên din de têkiliyên dostaniyê deynin, li ser esasên ku her kes li ser baweriya xwe be. Li gorî baweriya Êzidiyan, Kurdên ku li ser baweriya Îslamiyetê ne, kesên ku bi zordarî ji Êzdatiyê qut bûne û bi vî awayî xwişk û birayên hev in. Êzidiyên li ser felsefeya xwe ya resen dimeşin, ti carî bêbextiyê nakin. Û bi taybetî bi neteweya xwe ya Kurdewarî ve girêdayî mane. Weke mîna destana Derwêş û Edûlê, ku li hemberî êrîşên Ereb û Tirkan, bi ciwanên Kurdan ji baweriya Îslamê re mil bi mil şer kirine.

 

Li her çar parçeyên Kurdistanê, Êzidî timî ji bo parastin û rizgarkirina axa xwe li hemberî dagirkeran têkoşiyane. Weke mîna li Başûrê Kurdistanê di nava YNK û PDK’ê de pêşmergetî kirine û bi hezaran şehîd dane, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê timî di nava şoreşê de cihê xwe girtine.

 

Çima dost û dijmin?

 

PDK di reva xwe ya 2014’an de dijminatî li Êzîdîyan kir û Êzîdî firotin, bû sersebeb ku Êzîdî di qatlîamê re derbas bûn. Bû sersebeb ku zarokên Êzdîyan hatine serjêkirin û di beroşan de kelandin û bi dayîkên wan bi zordarîyê dane xwarin. Bû sersebeb ku keç û jinên Êzîdî li kolanên Mûsilê û Raqayê û hwd. weke kole hatin firotin. Êzîdîyên ku di 3 Tebaxa 2014’an de pêşî li 12 hezar pêşmerge ku ji Şengalê revîyan girtin û daxwaza çekan kirin ku ew xwe pê biparêzin, lê pêşmergeyên PDK’ê ew ciwan qetilkirin. Dîsa Êzîdîyan serî netewandin û bi şervanên li ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi hawara Şengalê vê çûn, li ber xwe dan û DAÎŞ şikandin. Hêzên xwe yên parastinê YBŞ’ê û YJŞ’ê avakirin û Êzdîxan di roja 13’ê Mijdara 2015’an de li gel gerîlayên HPG’ê bi giştî rizgarkirin. Her çiqasî pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve beşdarî vê operasyonê bûn jî, di pilana wan de vegera Şengalê ya beriya fermanê hebû. Ev jî di êrîşa wan a di Adara 2017’an de eşkere bû ku di vê êrîşê de ciwanên Êzîdî û di nav de rojnamevan Nûjiya Erhan û şervanên azadiyê qetil kirin.

 

Vê carê Êzîdî rê nadin pîlanên dijminan û Şengalê roj bi roj avadikin, bi vî awayî Xweserîya Demokratîk a Şengalê, ku pêşengiya xweparastinê jinên Şengalî dikin, xwe bi xwe bi rêve dibin li ser esasên civaka demokratîk ku hemû pêkhateyên xwecîhî di navda cihê xwe digirin, bi taybet ku eşîrên Ereb û Êzidî ji hevûdû fêmkirin û hevûdû qebûl kirin, hê bêtir dijminên baweriya Êzdatiyê acis kirine, di serî de dewleta Tirk û PDK’ê ku li ser tunekirina baweriya Êzdatiyê û têkbirina tevgerê azadiyê a gelê kurd li hevkirine.

 

Şengal ava dibe, baweriya xwe xurtir dike

 

PDK’ê axa Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk a dagirker berdaye û jê re sîxuriyê dike. Li ser vî esasî dewleta Tirk di serî de êrîşî Şingalê dike û pêşengê vê civakê hedef digire. Lê belê gelê Êzidî ku xwe ji dost û dijminên xwe naskirî, hê bêtir xwe birêxistin dike û li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe diparêze.

Ruxmî ku rê li ber Şengalê tê girtin, ambargoyê li ser datînin, bi top û teyareyan êrîşî Şingalê dikin, Şengal ava dibe, şênber dibe û baweriya xwe xurtir dike. Li aliyê din dijminê vê civakê dixwazin bi şerê taybet bigihîjin armancên xwe. Çawa?

 

Kesên xayîn û bêbext ji Êzdatiyê derdikevin

 

Kesên egoîst, yên li ser berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî digerin ku civak û bawerî qet di mêjûyê wan de nîne, dibin ba xwe û ji xwe re li hemberî rastiyê civakê bikartînin. Di bîr, bawerî û çanda Êzdayetiyê de kesên ku xayintî kir, jê re dibêjin rûreş û ti carî kes nema pê bawer dike. Kesê ku Êzidî be û bêbextiyê bike, ew ji baweriya Êzdatiyê derdikeve û kesên ku li cem xayinan cih bigire, ew jî xwefiroş in û ji xeta baweriya xwe derdikevin.

Û yê ku başî bi yekî Êzidî kir, divê neyê ji bîrkirin. Eger yek nikaribû başiyê jê re bike, qet nebe yek nebaşiyê jî pê bike. Min ev gotin ji rehmetiyên Bapîr û Dapîrên xwe timî dibihîst.

Ji lewra ev gotin heye: Serê xwe dan, sira xwe nedan.