Abdullah Ocalan
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî di diyardeya rêveberiya civakî de jihevkirina şêweyên desthilatdarparêz û otonomparêzên demokratîk gelekî girîng e. Heta cudahiyên bi kok ên di navbera paradîgmayên herdu rêveberiyan de neyên jihevkirin û zelalkirin, çareseriyên bêne kirin bivênevê wê bi tevahî bêkêr bin. Rêveberiya civakî bi xwe heta bi awayekî azad neyê diyarkirin, pirsgirêkên din hemû wê di kêliya dawî de di nava bêçareseriya rêveberiyê de asê û pûç bibin, heta wê bi xwe re pirsgirêkan girantir bike.
Tevî ku di nava dem û pêvajoyê de rêveberiya desthilatparêz bi ser ketiye jî civak ti carî ji xwesteka xwe ya xwerêvebirinê negeriyaye û li dijî rêveberiya desthilatdar timî xwesteka xwe ya xwerêvebirinê mezin kiriye. Jixwe di dîrokê de rêveberiyên qebîle û eşîran şêwegirtina herî berfireh a civakan e. Ya ku qebîle û eşîran pêk anî bi xwe, xwerêvebirin e. Li şûna ku li ber rêveberiyên xerîb stûyê xwe xwar bikin, timî tercîh kirine ku bibin civakên koçer ên li çol û çiyan, li qelaç û zozanan. Çi dibe bila bibe ji ya xwe nehatine xwarê; qirkirin jî li ber çavan girtine, lê ji pêdiviya bingehîn a xwezaya civakî mafê xwerêvebirinê negeriyane. Qebîle û eşîr gelekî serwext bûn ku ji xwerêvebirinê bigerin wê nasnameya xwe ji dest bidin û êsîr bikevin. Diyardeya jêre dibêjin berxwedana barbaran li dijî bajaran di bingehê xwe de şerê qebîle û eşîran e ku ji mafê xwerêvebirinê nagerin û bergiriya nasnameya xwe dikin.
Xwerêvebirin weke Xweseriya Demokratîk bi sazî dibe
Pirsgirêka xwerêvebirinê ya komên qebîle û eşîran di pêvajoyên qewm, milliyet an jî gelbûnê de xwe weke demokrasiyê (bi Yewnanî tê maneya ‘xwerêvebirina gel’) bi gewde dike. Divê mirov demokrasiyê bi du xisletên wê bide naskirin: Yekemîn, di naveroka wê de dijbertiya dewletbûn û bi sazîbûna desthilatdariyê ya li ser gel heye. Duyemîn, xwerêvebirina xwe ya ji rêûresmê mayî bêhtir bi xisleta tevlîkirinê gurçûpêç dike, bi vî awayî çanda civîn û guftûgoyê bi sazî dike, prototîpa parlementê pêk tîne û bi vî rengî wê tekûz dike. Xwerêvebirin weke xweseriya demokratîk tevlîbûna hemû yekeyên civakê yên pêwendîdar pêk tîne û bi sazî dike.
Şêweyekî rêveberiyê ye ku rê nade desthilatdarbûnê, rê li ber pirsgirêkên civakî venake, firsendê nade derketina holê ya zordestî û mêtinkariyê. Gelekî girîng e ku mirov li dijî hewldanên rizandinê yên rêveberiya desthilatdar van xisletên bingehîn ên demokrasiyê û xweseriya demokratîk timî zelal bike û ji wan negere. Eger mirov demokrasiyê bike kirasê rewakirina desthilatdarî yan jî dewletê, ev xirabiya herî mezin e ku mirov bi demokrasiyê bike. Divê mirov ti carî demokrasiyê bi dewlet û desthilatdariyê re wekhev neke, nebîne. Eger bi vî awayî têgîn bêne tevlîhevkirin hingê ji pirsgirêkên civakî re çareserî nayên peydakirin û heta her biçe wê bikevin ser hev û zêdetir bibin. Demokrasiyên serwextbûna polîtîk û hestyariya exlaqî ya civakî timî li ser piyan zindî û geş dihêlin, ji bo pirsgirêkên desthilatdarî û dewlet dibin sedema çêbûna wan, qadên rastî yên çareseriyê ne. Em rejîmeke din a bi qasî demokrasiyê karibe bêyî şer pirsgirêkan çareser bike nabînin. Lê kengî xweşhalî û aramiya civakê bikeve ber derbên kujer ên dewlet û desthilatdariyê ango tehlûkeyeke bi vî rengî derket holê, demokrasî bi coş şer dikin û bi hêsanî jî têk naçin.
Desthilatdarî vedigere û li xwediyên xwe dixe
Li herêm û dayika niştiman a şaristaniya navendî kaosa mezin a pêk tê, îflasa dewletdariya netewe û parvekirina desthilatdariyê ji her alî ve û bi temamî eşkere nîşan dide. Vê kaosê maskeyên desthilatdariyên xwe disipêrin hiyarerşiyên rehên wan kûr diçin û dewletên netewe yên Filistîn-Îsraîl, Iraq û Afganistanê anîne xwarê û vebirrî nîşan daye ku ew çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan in, û dîsa ji her alî ve li pêş çavan raxistiye ku ew çavkaniya şîddet, teror, şer û tevkujiyê ne. Dewleta netewe û parvekirina desthilatdariyê mîna topeşeqê [bumerangê] vedigere li xwediyên xwe dide û ji bilî vê tiştek jê nayê û ev rastî jî têra xwe piştrast bûye.
Di van şert û mercan de hêza çareserker a demokrasiya radîkal û konfederalîzma demokratîk derdikeve holê. Li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê avêt û jêre bû dergûş, vê carê jî şeveqa federalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal diavêje û jêre dibe dergûş. Di xwezayê de rêzik û pîvanek heye: Her tişt li ser koka xwe ji nû ve hêşîn dibe. Wer xuya dike ku demokrasî jî wê li ser rehên xwe yên digihîjin şoreşa neolîtîkê bi temamî û bi awayekî serketî wê ji nû ve hêşîn bibe. Ev dergûşa ku hê jî derban ji şaristaniyên hegemonîk ên navendî hemûyan dixwe, pêkan e ku zarokê demokrasiyê xwedî û mezin bike. Ev çiya û erdên ji mêj ve hêza xwerêvebirinê, qabîliyeta civakbûna polîtîk û exlaqî ji dest dane, heye ku careke din, ji derketina ‘Kurtî’yan a dergûşê û meşa wan re şahidiyê bikin.
Di têkiliyên desthilatdarî, dewlet û xweseriya demokratîk de pirsgirêka bingehîn a divê mirov ji hev derxe ew e, divê cudahiyên di navbera xwe de çawa biparêzin û bi rêkûpêk bikin ango wê pirsgirêka aştiya civakî çawa çareser bikin. Em ji mînakên dîrokî û rojane dibînin ku kengî hewl didin hevdu bi temamî tesfiye bikin, desthilatdariya dewletê vediguhere cinawirê (Levîathan) civakî û pêvajoya kaotîk kûrtir û domdar dibe. Her ceribandina çareseriyê ya di vê çarçoveyê de hê bêhtir bêhnê li civakê diçikîne û wê diqedîne. Ji çaresernebûnê mirovatiyeke bûye mîna moriyan a di bin îdareya mutleq a dewletê û qalibên zêdexwarin-bikaranînê de asêmayî paşve dimîne. Ev rastî bi êrîşên topyekûn a modernîteya kapîtalîst li dijî civakê pêk hatiye. Qelsiyên şoreşgertiya utopîk û ji ber ku nikarîbûye ji desthilatgiriyê bibihure, modernîteya kapîtalîst bêhtir bi hêz bûye.
Xweseriya demokratîk prensîba bingehîn a mafên civakî ye
Mirov dikare çareseriya xweseriya demokratîk bi du riyan pêk bîne: Ya yekê, li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re ye. Çareseriya wê ya berbiçav bi destûra bingehîn a demokratîk tê îfadekirin. Ji mîrateya civakî-dîrokî ya gel û çandan re rêzê digire. Azadiya rêxistinî û xweîfadekirinê ya van mîrateyan ji mafên bingehîn ên destûrî yên dest ji wan nabe, dihesibîne. Xweseriya demokratîk prensîba bingehîn a van mafan e. Şertên sereke yên vê prensîbê ew in, divê dewleta netewe ya serwer dest ji her cure polîtîkayên îmha û înkarê bikişîne û neteweya bindest jî divê fikra xwe ya avakirina dewletoka xwe ya netewe biterikîne. Heta herdu netewe van meylên xwe yên dewletparêz neterikînin, zor e ku projeya xweseriya demokratîk were pêkanîn.
Riya duyemîn a çareseriya xweseriya demokratîk li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re nîne, projeya xwe bi awayekî yekalî bi cih tîne. Di çarçoveyeke berfireh de alî û şaxên xweseriya demokratîk bi cih tîne, mafê netewebûyîna demokratîk a Kurdan pêk tîne. Bêguman dewletên netewe yên serwer wê vê riya yekalî ya netewebûyîna demokratîk qebûl nekin û şer ê zêde bibin. Di rewşeke bi vî rengî de dewletên netewe çi yek bi yek çi jî bi awayekî hevpar (mînak Îran-Sûrî-Tirkiye) wê êrîş bikin. Li hemberî van êrîşan gelê Kurd ‘ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo bi awayekî azad bijî neçar e ku bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn.’ Eger di nava şer de lihevhatinek muhtemel bibe yan heta serxwebûn çêbibe, li ser bingehê xweparastinê wê bi tevahî şaxên netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe bi pêş bixin, pêk bînin û wê di vê de texsîr nekin.
