12 siwarên hemdem û Seîd Hesen

ÊZDÎN ŞENGALÎ

‘’Derwêş her cara xwe ji Çiyayên Şengalê ber dide Deşta Mûsilê, ya rastî li dijî feodalîzma Ereb a Misilman berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide. Ev jî rêûresmeke hezar salan bû. Koka wê heta bi Sumeran, belkî jî kevintir diçe. Koka wê diçe heta bi şerê di navbera qebîleyên çolê yên Semîtîk û qebîleyên deşt-çiya yên Aryenîk de diqewimîn.’’

Rêber Abdullah Ocalan dema behsa destana Dewrêşê Evdî dikir, ev nirxandinên dîrokî di şexsê wî de pêşxistin. Ev tespîta Rêber Abdullah Ocalan, çavkaniya fermanên li ser civaka Êzidî bi zelalî destnîşan dike, her wiha wate û girîngiya berxwedana Civaka Êzidî û Çiyayê Şengalê jî diyar dike. Jixwe Çiyayê Şengalê li seranserê Deşta Nînowayê wekî keleheke bilind dibe û her pêleke êrîşê ya ji çolan hatî, li vê kelehê diqelibe û dişikê. Herî talî di fermana 2014’an de jî çeteyên DAIŞ’ê ji çolên Musilê hespên xwe yên hesinî ajotin ser çiyayê qedîm û li wir şikestin.

Ew rêûresma bi hezaran salan ku Rêber Abdullah Ocalan balê kişandibû ser, di fermana 2014’an de bi her awayî car din îspat bû. Li şûna qebîleyên çolê vê carê hovên DAIŞ’ê ji Deşta Mûsilê berê xwe dan Şengalê. Li şûna li hespê rewan siwar bibin, bi wesayîtên zirxî û çekên giran her derê kirin toz û dûman. Lê li ber vê fermanê Dewrêş û siwarên wî yên hemdem jî zend û bendan badan, Çiyayê Şengalê ji xwe re kirin stargeh û destaneke nû ya hebûnê nivîsandin.

Hevalbendê 12 siwarên hemdem

Ji koma gerîlayên azadiyê yên ku xwe gihandin hawara Şengalê re belasebeb negotin ‘’12 siwarên hemdem ên Dewrêşê Evdî.’’ Vê carê hespên wan siwaran jî nebûn, bi pêlavên xwe yên sor meşiyan û xwe gihandin çiyayê pîroz a Şengalê. Çîroka koma 12 gerîlayên PKK’ê ya bi pêşengiya Fermandar Dilşer Herekol tê zanîn. Emê berê xwe bidin çîroka siwarekî din ê azadiyê, çîroka Seîd Hesen Seîd ku li Çiyayê Şengalê pêşwaziya 12 siwarên azadiyê kiribû.

Seîd Hesen di 16’ê Tebaxa 2021’an de, di salvegera fermana 2014’an de bi êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker şehîd ket. Şehadeta wî, eşeke giran di dilê civaka Êzidî de vekir. Ji ber ku ew jî yek ji stûnên Êzîdxanê bû; wekî Mam Zekî, wekî Mam Beşîr. Çîroka jiyan û berxwedana Ş.Seîd Hesen, kurteçîroka dîroka Êzidiyan e. Ew ji malbat û eşîreke qedîm a berxwedêr e ku ji bav û kalan e li ber Osmaniyan û neviyên wan sekinîne.

Fermana Ferîq Paşa û berxwedana Mihemeyê Evdo

 

Wekî tê zanîn di dîrokê de dewleta Osmanî bela xwe ji civaka Êzidî hîç venekiriye û mohra bi dehan sultan û paşayên Osmanî li ser fermanên Êzidiyan heye. Yek ji van fermanan jî di dawiya sedsala 19’emîn de, di salên 1892 û 1894’an de bi destê Ferîq Paşa û Bekir Paşa pêk tê. Di vê fermanê de yek ji kesên ku li dijî Ferîq Paşa dertê Mihemeyê Evdo yê ji eşîra Hebaba ye ku Ş.Seîd Hesen jî ji vê eşîrê ye. Li gor agahiyên dîrokî; Mihemeyê Evdo ji bo civaka Êzidî birêxistin bike û li dijî fermana Osmaniyan rake li Geliyê Kersê, di bin dara Zivingê de bi eşîrên Êzidiyan re kom dibe û bi hev re biryara berxwedanê didin. Tê gotin, Mihemeyê Evdo li gundê Bekira ya Bakurê Çiyayê Şengalê êrîş dibe ser topxaneya Osmaniyan ku ji wê herêmê re dibêjin Girê Ereba. Di encama vê berxwedanê de Osmanî têk diçin.

 

Seîd Hesen, ji malbat û eşîrek wisa ye ku li hemberî ferman û êrîşan her riya berxwedanê hilbijartiye. Ş.Seîd Hesen jî wek şopdarê vê xeta berxwedanê, di dema fermanê de li hemberî neviyên Osmaniyan sekini. Ş. Seîd Hesen hê ji beriya fermanê, dema di 2003’an de rejîma Sedam Hisên hildiweşe, tevgera azadiya Kurdistanê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Ji wê demê û pê ve hewl û ked dide ku fikrê Rêber Ocalan bigihîne civaka Êzidî û Çiyayê Şengalê. Beriya fermanê bi giranî xebatên civakî û siyasî dimeşîne, yek ji avakarên Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) ye.   

Seîd Hesen, wekî pêşengekî ku dilê xwe bi hebûna civaka xwe re kiribû yek, gef û metirsiyên li ser Şengalê û civaka Êzidî didît. Jixwe, piştî rejîma Sedam Hisên li Iraqê hilweşiya, ev gef û metirsî zêde bibû. Di wan deman de Rêber Abdullah Ocalan, ji bo parastina civaka Êzidî hişyarî û bangawaziyên girîng dikir. Bi taybet piştî komkujiya li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir a di 2007’an de, metirsiya fermaneke nû xuya dikir. Beriya fermana 2014’an, komeke ciwanên Êzidî ji bo perwerdehiya parastina cewherî berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê lê beriya ku perwerdehiya wan temam bibe DAIŞ’ê li herêmê dest bi êrîşan kir.   

Hatina 12 siwaran û pêşengiya Seîd Hesen

Seîd Hesen û hevalên wî ji bo rêgiriya vê fermana nû ketin nav hewldanên girîng. Wê demê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî bi biryareke dîrokî gerîlayên xwe şand Şengalê, lê beriya ku PKK bi awayeke fermî destwerdana rewşê bike, komeke gerîla ya ji 12 kesan ku ji aliye gel ve wekî ’12 siwarên hemdem ên Dewrêşê Evdî’ hatin binavkirin, beriya fermanê xwe gihandibûn Şengalê. Ji vê komê 3 kes di rê de ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û komê bi vî awayî xwe gihandibû Çiyayê Şengalê.

Dema koma gerîla xwe gihand Şengalê, ne çiya ne jî deştê nas nedikirin. Ji wan re rêber û rêzan, heval û hogir diviya. Di vê pêvajoyê de Seîd Hesen careke din bi rola xwe ya dîrokî radibe û vê barê pîroz digire ser milê xwe. Seîd Hesen erdnigariya Şengalê bi koma gerîla dide naskirin, hemû derfetên xwe û malbata xwe ji bo koma gerîla seferber dike. Ji bo rê li ber koçberiyê bigire, tevî eşîra xwe biryar dide ku terka Şengalê nekin. Îrade û biryardariya Seîd Hesen dibe sedem ku bi hezaran kes ruxmê hemû zehmetiyan di bin dorpêça DAIŞ’ê de li Çiyayê Şengalê bimînin. Gotineke dîrokî ye ku dibêje ‘Gel derya ye, gerîla masî ye’ Ew koma gerîla û hêzên azadiyê ku di pey fermanê re xwe gihandin Şengalê, di hembêza vî gelî de berxwedanê pêşxistin.

Di hemû qadan de pêşengiya gel kir

Seîd Hesen tevî komên gerîla dibe yek ji siwarên hemdem ên Dewrêşê Evdî. Ji bo hebûna civaka xwe biparêze şev û roj kar dike. Di rêxistinkirina ciwanên Êzidî de pêşengiyeke xurt dike ku ber bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve gavên dîrokî têne avêtin. Rêxistinkirina hêzên parastina cewherî di dîroka Êzidiyan de gaveke nû bû û Seîd Hesen wekî pêşengekî gel di avakirina zemîna YBŞ’ê de jî kedeke mezin dide. Di demeke kurt de bi hezaran ciwanên Êzidî ref bi ref beşdarî YBŞ’ê dibin û Çiyayê Şengalê dikin kelehekê ku neyê şikestin. Yek ji taybetmendiyên pêşengên gel ew e ku di xizmeta civaka xwe de, xwe ji tu karî nadin alî, hesabê keda xwe nakin, li benda kesî nasekinin, di her qadê de xebat dimeşînin. Seîd Hesen jî li gel xebatên civakî û parastinê, ji diplomasiye heya siyasetê di her qadê de pêşengiya jiyana nû ya civaka Êzidî kir.

Hevdîtina bi Kazimî re û şehadeta Seîd Hesen

Jixwe şehadeta wî jî, encamê bêbextiyeke mezin bû. Seîd Hesen, ji bo statuya Şengalê bi Iraqê bide famkirin û qebûlkirin, bi dehan caran bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kirin. Roja şehadetê jî, ango 16’ê Tebaxa 2021’an, tevî şandeyeke ji saziyên Rêveberiya Xweser ji bo bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re hevdîtinê bike di rê de bû û rastî êrîşa hewayî ya dewleta tirk hate. Beriya hevdîtina bi Kazimî re bi nîv saetê, li Sûka Kevin a Şengalê ku ev der cihê destpêkê yê şerê li dijî DAIŞ’ê ye, Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda bûn hedefa balefirên dewleta Tirk a dagirker û şehîd ketin.