Çîrokek ji hezaran çîrokên dilêş

Hemîd Hebabî

 

Dayik û bavekî bi temenmezin û bê zarok hebûn, hesret û hêviya wan zarokek bû, mal û halê xwe hemû li doxtor û neştergeriyan xerckiribûn, heta zarokek ji wan re çêbû. Di dawiya sala 2013’an de zaroka wan ji dayik bû, ji kêyfan navê wê kirin HÊVÎ, ji ber ku mezintirîn hêviya wan bicih hat. Roj û meh derbas bûn, lê mixabin wê keyfxweşiyê gelek dewam nekir, reşefermanek bi ser devera navhatî de hat û dayik û bavê HÊVÎ jî wek bi sedhezeran ji xelkê Şingalê mal û warê xwe bicih hiştin û qesta çiyayê pîroz (Çiyayê Şingalê) kirin.

 

Piştî çendîn rojên têhn û birçî li heman cihî man, hovên DAIŞ’ê çendîn hewldan bi ser çiyê bikevin, lê dişikestin û paş ve direviyan. Lê tirsa dîmen û hovîtiya wan ketibû dilê zarokan, lewma herkesî/ê zarokên xwe ji cihê ew kafir lê bûn dûr dikirin. Dayik û bavê HÊVÎ jî bi ser çiyê ketin, lê mixabin û hezar mixabin temenmezin bûn, nekarîn pêdiviyên xwe û pêdiviyên HÊVÎ ya mezin û bi temenbiçûk digel xwe bibin. Heta astekê bi serkeftin û şîr û pêdiviyên wan û Hêvîyê xelas bûn û neman. Piştî wê zor û zehmetiyê HÊVÎ ya bêguneh çavên xwe ji mirineke bê talî re wergerandin û dayik û bavê HÊVÎ ji wê bêhêvî bûn û bi hêstir û giryaneke lêv nişifî, cenazeya HÊVÎ ya bêhêvî li ber kevirekî danîn û gotin: ‘’Dê û bavê me tenê ev çiya ye, çiyayo me HÊVÎ ya xwe bi emanetî sparte ax, dar û berên te yên çemandinê nizanin.’’

 

Bi çavên tijî hêstir gazî xwedê dikirin (bila me ev roj nedîtiba û miriban, lê di wê demê de heta bi mirinê jî bi derdê wan ê giran û birînên wan ên bê derman razî nebû )

 

Piştî wê zor û zehmetiya dîtine, xewna wan piştî Hêvî ya xwe ji destdayin, rizgarkirina Şingalê bibînin û Hêvî ya xwe li cem hezaran bêhêviyan bi hed û sed veşêrin, lê mixabin her du jî bi derdê xwe yê giran û birînên xwe yên bê derman gihiştin karwanê cangoriyên jenosîda 74’an û bê hêvî çûn ser dilovaniya xwedayê mezin û dilovan.