Xweseriya Şingarê ji bo hemû Êzidiyan bûye hêvî
Kendal Çiya
Meha tebaxê belkî di dîroka gelê Kurd û herêmê de bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re a bi pêşengiya fermandar û şoreşgerê mezin Mahsûm Korkmaz-Egîd, bûye meha vejîn û hêviyê ji bo hemû gelên bindest. Lê ji bo gelê me yê Êzidî û bi taybetî xelkê Şingarê, wekî meha komkujî û fermanên xedar bûye. Ji ber wê, hêja ye ku mirov şehîdên komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an a Sîba û Girê Ezêr jî bi bîr bîne ku qûrbanên wê êrîşa hovane ji hezar kesî buhirîbûn. Car din di fermana 2014’an de şehîdên Komkujiya Koço, Komkujiya Qinê û Komkujiya Herdan jî em bi bîrtînin. Ew mirovên hêja û mezin ên di çarçoweya pilana qirkirina gelê me de bi destê DAÎŞ’ê hatine kuştin, cangoriyên Êzidiyatiya xwe û azadî û demokrasiya herêmê tevahî ne. Cardin bi destê bavê DAÎŞ’ê dewleta Tirk a qirker û dagirker, di roja Komkukujiya Koço de şehîdxistina Mamê Êzîdxanê Mam Zekî, di sala 2018’an de ku em Êzidî wê jî weke berdewamiya fermanê û komkujî bi nav dikin hêjayê bîranîn, rêz û teqdîr û bilind ragirtinê ye. Par jî bi heman hovîtiya DAÎŞ’ê vê carê jî bi destê dewleta hov a Tirk di 17’ê Tebaxê de li Sikêniyê komkujiyeke din pêkhat, beriya wê bi rojekê fermandar, mamosta, siyasetmedar, dîplomat û pêşengê civaka Êzidî hevalê Saîd û biraziyê wî Îsa bi balefirên dewleta tirk şehîd bûn. Em van heval, fermandar û welatparêzên xwe yên hêja jî bi wesîleya salvegara fermanê bi rêzdarî bi bîrtînin.
Helbet ev hemû bedêlên giran û qurbanî ji xweber û bêsebep nehatine dayîn, wan mirovên mezin baş zanîne ka çi dikin û ji bo çi xwe feda dikin. Yek ji wan jî rojekê hesabê şexsî û malbatî nekirine û heta nefesa xwe ya dawî jî ji bo azadiya gelê xwe yê mazlûm û sitem lêkirî têkoşiyane. Hemû destkeftiyên gelê me jî bi xwîna xwe ya pak û pîroz afirandine. Emê jî weke şagirt û şervanê wan hevalan heta serkeftinê di xeta wan de bimeşin û di bin fermana wan bin.
Çiyayê Şingarê hembêza xwe ji gel re vekir
Niha beriya ku em li ser fermana bi destê DAÎŞ’ê li Şingarê pêkhatî bisekinin, divê ku em îşaret bi hinek rastiyên dîrokî yên civaka me bikin û bi bîr bixin. Wekî tê gotin dîrok tiştê li şûnmayî-kevin û derbasbûyî nîne, weke tê îdea kirin dîrok teqez û rasterast pêş ve naçe. Berevajî, bi gotina Rêber Apo dîrok zindî ye û her dem di nav guherîn û veguherinê de ye. Dîrok gelek caran xwe dubare dike, lê carna pêş ve diçe û carna jî di cih de disekine. Lewra bûyerên ku gelê me beriya sed sal û hezar salê jiyan kiribûn îro heman tiştî jiyan dikin. Lê heman wextê berxwedaniya ku pêşiyên me kirine û heta roja me anîne, îro di şexsê tevgera azadiyê de gihiştiye lûtkeyê. Berxwedaniya ku îro li Kurdistanê tê meşandin di tevahiya dîroka gelê me de bi tu awayî nehatiye dîtin. Ev jî rastiya ku em behsê dikin piştrast dike. Fermana Şingarê jî ji bûyeran yeke dubare bû. Destwerdana 12 siwariyên PKK’ê jî, têkbirin û rizgarkirina Şingarê ji DAÎŞ’ê bi xwe dubareyeke dîrokê bû. Çiya weke çawa di tevahiya dîroka gelê me de bi rola stargeh û parastinê rabûye, dîsan bi hemû hêz û coşa xwe wê rola xwe dewam dike. Çiyayê Şingarê jî yek ji wan çiyayên herî piçûk bû ku heta dawiyê hembêza xwe ji gelê xwe re vekir û ew ji çeteyên hov parast.
Xwestin qirkirina Êzidiyan temam bikin
Civaka Êzidî û Şingar bi salan ji Kurd û Kurdistanê hatibûn qutkirin û bi temamî bê parastin hatibûn hiştin û ji qirkirinê re hatibûn amadekirin. Nîşaneyên fermanê, di 1975’an de bi destê rejîma Sedam Husên bi te’rîbkirina Kurdistanê pêkhatibû, di sala 2007’an de jî vê rastiyê bi awayekî eşkere di komkujiya Sîba û Girê Ezêr de xwe nîşan da. Di sala 2014’an de jî bi destê kevneperest û şovenên Ereb û çeteyên DAÎŞ’ê yên navdewletî xwestin vê pilanê bigihînin lûtkeyê. Ango qirkirina Êzidiyan bigihînin encamê. Tê zanîn, yek ji trajediyên herî mezin ê sedsalê li vir qewimî. Bi dehan komkujiyên ku me li jor îşaret pê kirî li pey hev bi dorê pêk hatin û di serî de hevkarên Kurd yên xayîn, dewletokên herêmî, heta bi dewletên yekbûyî, dev jê berde dengê xwe derxin û Êzidiyan biparêzin bi awayekî fêlî di nav vê pilana xwînrêj û qirêj de cih girtin. Hawar û bangên Êzidiyan yên ji bo Neteweyên Yekbûyî yên ku dibêjin werin me rizgar bikin, ji gote gotên pûç û vala wêdetir tu maneya xwe nîne. Ji derve hêvî kirin, an jî ji dewlet û desthilatdariyê hêvî kirin, mîna tu ji rovî re bêjî were mirîşkan biparêze, an jî ji gur re bêjî were bibe şivanê pez e.
Êzidî nikarin bi neyarê xwe bawer bin
Di nav 8 salên derbasbûyî de li şûna mafê Êzidiyan were parastin û qirkirina Êzidiyan were nas kirin, hemû hewldanên ji bo xweseriya Êzidiyan vala hatine derxistin û kesên pêşengên Êzidî yên doza azadiya Êzidiyan jî dikin bi êrîşên pir bêrehm hatine qetilkirin. Pêlên koçberiyê yên ji Ewistiraliya heta bi Ewropa û Emerîkayê û parçe parçe kirina Êzidiyan, rehîngirtina Êzidiyên di kampên mirinê de, bi destê ‘rêxistinên mafê mirovan’ firotina koçberan, zext û fişarên bê exlaq yên partiya ajan (casûs) PDK’ê û weke çek bikaranîna kesên xwefiroş ên Êzidî li dijî Xweseriya Şingarê, 24 demjimêran êrîşên şerê taybet ên reşkirina tevgera me û berevajîkirina rastiyan bi tenê têrî dikin ku em rûyê rast ê komplogeran nas bikin. Di nava van şert û mercên gelekî zor û zehmet de kes an jî rêxistineke bi neyarê xwe bawer bike û pişta xwe bide neyarê xwe tê çi manê? Êzidiyekî ku vê rewşê bibîne, qebûl bike û dengê xwe neke an bi temamî bê hêvî bûye û xwe spartiye mirinê, an jî bênamûs e, xayîn e û xwefiroş e. Êzidiyekî ku vê rewşê dibîne, qebûl nake û li dijî wê tekoşîn dike û xwe feda dike, nirxekî pîroz e, egîdekî gelê me yê hêja ye, mirovê/a herî bi rûmet e.
12 siwariyên hemdem xwe gihandin Şingarê
Di çarçoveya pilana qirkirina gelê me de û li gorî van rastiyên me destnîşan kirin, fermana Şingarê pêkhat. Ma di rewşeke wisa de ji bilî tevgera azadiya Kurdistanê û fedayîyên Rêber Apo wê kê wekî rizgarkerên Êzîdxanê destwerdana li rewşê kiriba? Bi pêşengiya Fermandar Dilşêr Herekol, 12 siwariyên hemdem tevî hemû astengî û rêgiriyên PDK’ê xwe gihandin serê Çiyayê Şingarê û di tariyê de bûne çirûskek, bûne hêviya jiyanê ji bo Êzîdxana birîndar a li ber mirinê. Artêşên Îraq û Sûrî ku bi 10 hezaran bûn, li ber DAÎŞ’ê nekarîn şer bikin, şikestin û reviyan. Mûsil di nava 24 demjimêran de radestî çeteyan hate kirin. Di demeke wisa de ku her kesî pişta xwe da civaka Êzidî û reviyan, Gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê, bi taybet 12 siwariyên hemdem tevî ku 3 ji wan ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin jî 9 hevalan berê xwe dan mirinê û xwe gihandin Şingarê.
Civaka me di azadî û xweseriya xwe de bi israr e
Di oxira azadkirina Şingarê de nêzî 400 hevalan bê teredud û bê hesabê şexsî xwe feda kirin û bûne sembola rizgariya Êzîdxanê. Civaka Êzidî jî ji fedakariya van keç û kurên Egîd gelekî bandor bûn û pêl bi pêl vegeriyane ser axa pîroz Şingarê û li dora şehîdên xwe û rêxistina xwe bûne xelek. Bi saya tekoşîna van fedakar û qehremanan, gelê Êzidî dost û dijminê xwe baş nas kirin û fêmkirin hebûna wan bê rêxistin û bê tifaq nabe. Lewra qedera xwe, man û nemana xwe bi rêxistinbûyînê ve girêdan. Di vê reyê de bedêlên gelekî giranbuha dan lê tu carî serê xwe li ber neyaran neçimandin û dest ji tekoşîn û parastina xwe ya rewa bernedan. Civaka me di azadî û xweseriya xwe de bi îsrar e. Li ser vê îsrara xwe û bi xwîna gelek şehîdên mezin ev 8 sal in bûye xwedî gelek destkeftiyan û van destkeftiyên xwe ruxmî hemû êrîşan jî diparêze. Di dîroka gelê me ya qedîm de wekî van 8 salên dawî, Êzidiyan xweseriya xwe bi azadî nejiyane. Bi saya fikir û felsefa Rêber Apo û tevgera azadiyê, civaka Êzidî ji nava pencên qirkirinê bi temamî nebe jî rizgar bû û ji nû ve xwe bi sazî kir. Ji partiya siyasî heta meclisa gel, ji tevgerên jin û ciwanan heta bi hêzên parastinê, ji şaredariyan heta bi çand û huner bû xwedî gelek sazî û di nava hemû şert û mercên zor û zehmet û bê îmkaniyan de, di nav rewşa hukûmeta Îraqê a tevlîhev de ruxmî ku gelek zext û êrîşên artêşa Îraqê bi xwe jî çêbûne, timî hebûna xwe parast. Her kes heyran maye gelekî di nava qirkirinê de û xwe spartî mirinê, her kes li bendê bû ku qir bibe û sînaryo bi dawî bibe, çawa bû di demeke wisa kurt de xwe ji nû ve bi sazî kir û ji bo parastina destkeftiyên xwe berxwedaneke bê mîsal dike.
Deriyan ji bo hicreta Êzidiyan vekirin
Herçend di salên destpêkê de gelek dewletan bi armanca Êzidiyên ji fermanê filitîne, Êzidiyên ji axa xwe, çanda xwe û ola xwe qutbûne bikişînin milê xwe, qirkirina Êzidiyan xistin rojeva xwe. Weke kêmnetewekî zilm û neheqî lê hatî kirin Êzidî pênase dikirin. Lê bi her halî ev rewşa li Şingarê qewimî di hesabê wan de nebû. Kengê fêmkirin sînaryoya wan çêkirî wekî ku pilankiribûn nameşe, di serî PDK-Tirkiye û Elmanyayê deriyên xwe heta dawiyê li hicreta Êzidiyan vekirin. Di bin navê saziyên civakî û însanî de zikê koçberan têr kirin û perdeyek reş dane ber çavê wan. Ji bo fermanê pê bidin ji bîrkirin çi ji destê wan hat kirin. Rêbaza Fîlê Efrîqî li ser Êzidiyan jî ceribandin.
Çima rêbaza Fîl? Li Efrîqa ji bo kedîkirin û terbiyekirina Fîl rêbazekê diceribînin. Ji bo Fîl koreke mezin dikolin û xefik û kemîn li pêşiya Fîl datînin. Li pê Fîl dikin qelebalix û qîrewîr Fîl direve û ji nişka ve dikeve korê. Fîl şaşmayî dibe û nizane ka çi hate serê wî. Fîl di wê korê de bê xwarin dihêlin heta tê ber mirinê. Zilamekî bi cilên reş her roj tê û heta diweste li Fîl dixe. Piştî Fîl hat ber mirinê heman zilamî ku her roj li Fîl dixist, vê carê kincên sipî li ber xwe dike û tê Fîl ji kortê derdixe û rizgar dike. Têra Fîlê xwarin dide û gelekî qedir û qîmeta Fîlê digre. Êdî çi dibe Fîl jî heta dawiyê bi wî zilamî, ango bi neyarê xwe bawer dike û pê ve tê girêdan.
Neyar ne heyranê çavê Êzidiyan e
Eger Êzidiyên koçber heta bi demarên xwe ve bi PDK-Tirkiyê û Netewên Yekbûyî bawer dikin û pê ve têne girêdan sedem ev e ku vê rêbaza gemarî nabînin. Lê divê ev rastî jî were dîtin, eger ku dijmin bi ser kampên Êzidiyan ve naçe û Êzidî heya astekî têne parastin, sedî sed bi saya tevgera me û YBŞ’ê ye. Komploger ji bo ku gel venegere Şingarê û yekitiya xwe ava neke, pir zêde nikarin bi ser gel de biçin û gelek îmkanê jiyanê didin wan. Eger pîyonên komplogeran PDK-Tirkiye pir zêde zextê li gel bikin, gel birçî bihêlin, rêya koçberiyê jê re venekin, wê çi bibe tek rêyek ji gel re dimîne ew jî vegerin ser axa xwe. Ji ber vê rastiyê ye ku bi başî nêzî gel dibin ne ku heyranê çavê wan in. Ango xweseriya Şingarê û berxwedaniya tê meşandin, li milekî ji bo hemû Êzidiyên cîhanê û tevahî Kurdistanê bûye hêviyek, li milê din jî hiştiye ku dijmin nikaribe bi ser kampên koçberan de biçe. Roja îro belkî bi deh hezaran Êzidî bê ku tu karî bikin ji PDK’ê meaşê digirin, bi tenê ji bo ku neyên tevlî YBŞ’ê û YJŞ’ê nebin. Divê ku gelê me vê rastiyê baş bibînê, eger her çi destkeftiyên Êzidiyan hebin û nanê xwe bi rûmet û bi namûs dixwin, bi xêra rêxistinbuyîna me ya li Şingarê pêk hatiye.