Cudahiya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji 73 fermanên berê
CELAL ONEN
Gelê Êzidî bi baweriya xwe ya xwezayî, ku baweriya herî kevnar a Kurdistanê ye, hurmeta herî mezin dide hemû zindiyên li ser rûyê erdê û hêza gerdûnê. Ev civaka ji baweriya kevnar ya nedihat naskirin, ya jî bi xerabî dihate nîşandan, ya jî bi fermanê dihate naskirin.
Êzidî li ser xaka xwe, li welatê xwe bi hezarê salan penaber bûn û timî xwe veşartin. Dema ku biçûna bajarên Kurdistanê cil û bergên xwe diguherandin, ji bo neyên naskirin. Bi taybetî ji tirsa kesên ku bi zimanên wan diaxivîn û ji baweriya Îslamê bûn.
Ev siyaseta parçebûn û asîmîlasyonê ya li Kurdistanê bi sedan salan ji aliyê dagirkeran ve tê meşandin. Bi vê rêyê Kurd kirin dijminê hev. Fermana 2014’an jî ji ber siyaseta şaş û xiyanetê, bû fermana herî mezin ku li pêş çavên her kesî qewimî. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de ye, Êzidiyên ku ji bo malbata Barzanî xizmet kirin û canê xwe dan, kirin qurbanê dewleta Tirk û malbata xwe. Bi vê yekê xwestin ku bi fermanê re Êzidiyên li Kurdistanê tine bikin.
Hişyariyên Rêber Ocalan rê li ber fermanê girt
Lê belê ev hesabê wan ku bû sedema kuştin, wêrankirin û rezîlkirina bi deh hezaran Êzidiyan, dîsa jî neçû serî. Çima? Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şeş mehan beriya fermanê ji Girtîgeha Girava Îmraliyê hişyarî da. Diyar kir ku plan li ser tunekirina Êzidiyan tê kirin û bi vê yekê re komek ji şervanên HPG’ê ku ji 12 şervan pêk dihat, xwe gihand Şengalê. Di dema fermanê de bi Êzidiyan re li ber xwe dan û pêşî li tunekirina Êzidiyan girtin. Bi xwe gihandina hêzên YPG û YPJ’ê re jî ku ji Rojavayê Kurdistanê bi rê ketin, bi deh hezaran Êzidî ji mirinê rizgar kirin.
10 rojan piştî fermanê ez di ser Bakur û Başûrê Kurdistanê re çûm Şengalê. Min ew ferman û encamên wê bi xwe dît. Dema ku mirov vê yekê dibîne û li ser difikire, hingî baştir fêhm dike ku 73 fermanên beriya niha rabûbûn, çawa bûn. Ez çend şevan li gel şervanên azadiyê bûm mêvan. Ez nikarim vê hestê bi gotinan bînim ziman.
Şervanekî YPG’ê yê bi navê Kawa, wê demê gotineke wiha gotibû: “Ku em li Dîk bigeriyan, me yê Ga winda nekiribûna.” Hingî min fêhm kir bê qala çi dike. Ku ji Kurdan re vê dibêje; bê bi hezaran salan çawa hatine xapandin û ketine nava xiyanetê.
Li kêleka min şervanekî HPG’ê rûniştîbû û xwarin amade bû. Lê belê wî şervanî jî nedixwar. Min jê pirsî, gelo çima?
Bersiva wî wiha bû: “Ez li ber mirovbûna xwe dikevim. Gelo çawa mirov dikare vê xiyanetê li gelê xwe bike. ”
Şengal îro li ser fikrê azadî û mirovatiyê li ber xwe dide û Ezdatî li Şengalê li ser piyan e.