Şengal Parêzgeha Êzîdxanê ye
Aysel AVESTA
Çiyayê Şengalê bi navê xwe yê din parêzgeha Êzîdxanê. Vî çiyayî li hemberî 73´ê fermanan civaka Êzîdî di sînga xwe de hewandiye. Ji kaniyên xwe av da û bi siya darên xwe bû star ji bo wan. Çiyayê Şengalê di navbera Dîcle û Feratê de ye. Ji Rojhilat ber bi Rojava ve dirêj dibe. Piştî neqebekê êdî Çiyayê Kolik ber bi Rojava ve dest pê dike.
Başûr û Bakurê çiyê deşt in; deştên bi xêr û bêr. Cihê herî bilind di Çiyayê Şengalê de wek Çilmêran tê zanîn û bilindahiya wî 1.463 metre ye. Dirêjahiya çiyê 100 kîlometre ye. Gelek gelî û newal di nava çiyê de hene û ber bi Başûr û Bakur ve xwe dirêj dikin. Li çiyê bi piranî darê berû hene. Lê ji ber ku gelek caran bûye navenda êrişan û hatiye şewitandin daristanên wê gelek kêm mane. Di warê erdnîgariyê de di xaka başûrê Kurdistanê de ye û li nêzî Rojavayê Kurdistanê ye. Çar aliyê Şengalê bi gundan xemilîne. Ji berê de ev der weke navenda bazirganiyê hatiyê bikaranîn. Li aliyê Başûr (Qiblet) û Bakur (Şemal) du xanê bazirganiyê lê hebûne.
Xelkê herêmê, berê sewalên xwe dianîn van xanan. Li aliyê Bakur Xanesorê, li aliyê Başûr jî Xana Şawaniyan heye. Xan weke cihê seknê û bêhnvedanê dihatin bikaranîn. Dema bazirgan dihatin tevî sewalên xwe lê diman. Pirraniya perestgeh û pîrozgehên civakê li vê deverê ne.
Li aliyê Başûr Qibên Amadîn, Miheme Reşa, Şêx Hesen û Melek Fexredîn hene. Ev ziyaret, zahmen li ber wan hene û xelkê herêmê diçin serdana van deveran û ziyaretî dibin. Ji aliyê Bakur ve jî Şêxê Mihema, Xatûna Fexra, Pîra Fat, Şêşim, Şêxmend, li Geliyê Kersê Şêbilqasim, Şerfedîn, Pîrê Ewran, Şêhşim, Şêx Berekat û Amadîn hene. Her wiha gelek.
kaniyên weke çem diherikin jî hene, weke mînak li Başûr Kaniya Solax, Kaniya Şingal, Kaniya Kizilkent. Li aliyê bakur jî Kaniya Barê, Kaniya Kersê weke Çemê Kersê jî tê naskirin. Dîsa gelek Kaniyên biçûk yên, weke Kaniya Leylê, Kaniya Şêb û Kaniya Hisênok hene.
Bi hejîrên xwe navdar e Dema mirov behsa Çiyayê Şengalê bike, hejîr tên bîra mirov. Yek ji wan deveran jî Geliyê Kersê ye. Geliyê Kersê bi darên hejîra xemiliye.
Di heman demê de bi hinar û tituna xwe jî tê naskirin. Kaniya Harûniya jî bi hinarên xwe navdar e. Kaniya Barê jî dikeve rojhilatê Çiyayê Şengalê nezî Geliyê Şîlo ye. Ev herêm jî bi hejîr û zerdelên xwe tê naskirin. Kaniya Kizilkent jî bi zeytûnên xwe navdar e. Kaniya Solax ji ber ava wê diherike gelek rengên fêkî li dora Çemê Solaxê tên çandin û dibin debara xelkê herêmê.
Devera herî bilind li Şengalê Çilmêra ye. Li ser serê Çilmêra qubek heye. Jixwe di baweriya civaka Êzîdî de devera bilind pîroz tê dîtin. Çilmêra jî devera herî bilind e li serê çiyê. Dîrokzan Heso Brahîm dibêje;´Li gorî baweriya civaka me çilmêr çil teyar ango çil melek ji asîman dadikevin û tên bi hawara jinan ve.” Li gorî ku pêşiyên me jî dibêjin, Şêx Adî ji Lalişê çil mêran dişîne Çiyayê Şengalê da ku Şerfedîn biparêzin.
Şerfedîn di baweriya civaka Êzîdî de gelek bi qîmet e. Yê ku ji van çil mêran re serkêşiyê dike Brahîm e. Her çil mêr tên ba Şerfedîn. Ji wan re tê gotin Behdîn ango Xwebexş. Ew çil mêr Şerfedîn û Çiyayê Şengalê diparêzin. Paşê ji deverên Çiyayê Şengalê jî mêr tên Çilmêran. Li Çilmêran şêx û pîr li hev diciviyan. Ji wê demê û pê ve li ser serê girê Çilmêran qub tim hebûye.
Di qubê de serderî (micêwir) disekinin. Vana xwedî li qubê derdikevin û çirayê pê dixin. Di felsefa ola Êzdayetiyê de ji xwe hejmara çil pîroz e. Weke minak çilê zivistan û havînê, çilrojiya miriyan, çilê jinan(dema diwelidin).
Dîsa li Rojavayê Kurdistanê gelek dever bi hejmara çil tên binavkirin. Weke Çilaxa. Yanî dema mirov li dirêjaya dîrokê mêze bike, dikare gelek çîrokên wiha zêde bike. Çilmêra di heman demê de her dem weke navendeke kombûn û parastinê jî hatiye bikaranîn. Ji ber ku devereke stratejîk bûye. Di 3´ê Tebaxa 2014´an de jî 12 siwarên hemdem li Çilmêran Êzîdî ji fermana çeteyên DAIŞ´ê parastin. Wekî din Sindiklop heye. Sindiklop jî weke cihê keştiya (sefîneya) Nebî Nûh tê naskirin. Li gor gotinên pêşiyan, dema ava tofanê rabûye, keştiya Nebî Nûh xwe li vir girtiye. Çendî av rabûye jî Sendikilop sere xwe li ber rakiriye û anehêlaye derbas bike. Ji xwe di dîrokê de xelkê Şengalê jî di van çiyayan de serî ji ti kesî re netewandine û li hemberî hemû fermanan xwe parastine. Dîsa li çiyayê Şengalê gola simoqa heye. Gola Simoqa weke cihê eşq û evîndaran jî tê zanîn. Gelek stran û destan li ser hatine gotin.
366 şikeft û geliyê şîlo Geliyê Şîlo bi şikeftên xwe navdar e. Li gelî 366 şikeft hene. Li gelî yek kaniyeke avê heye û ji bo wan şikeftan av ji kaniya Şîlo hatiye belavkirin. Li gorî baweriya civakê li geliyê Şîlo cin jî hene. Ji lewma heta niha jî qala cinê vê herêmê tê kirin.
Li pişta Geliyê Şîlo, Çiyayê Kolik heye. Çiyayê Kolik jî bi kewên xwe navdar e. Kewê Çiyayê Kolik ti caran nareve û serî ji kesî re danayne.
Ev kew ji derveyî kewê li ser axa xwe ti kewên din qebûl nake. Dîsa Xezalên vî çiyayî jî gelek bi nav û deng in. Kaniyên Birşîrîna Heyraman û Xeremoz lê hene li gorî gotinan Xezalên Çiyayê Şengalê carê diçûn ser van kaniyan û av jê vedixwarin. Heta tê gotin, gelek lehengên Êzîdxanê yên wekî Derwêşê Evdî jî çûne vê herêmê ango çûne nêçîra xezalên çiyê. Gola Xatûnê jî dikeve rex Çiyayê Kolik pişta Hesekê û nêzî gundê Holê ye. Li gorî temen mezinên civakê navê Hesekê ji Heska tê. Heska niha jî li Şengalê navê Eşîrekê ye. Gola Xatûnê weke Gola Xatûna Fexra jî tê naskirin. Xatûna Fexra li vê herêmê xwedawendî kiriye û weke pêşenga olî jî tê nasin. Heta niha jin her sal ji bo Xatûna Fexra rojî digirin. Çiyayê Şengalê li gel êş û fermanan bi gelek çîrokên evînê jî navdar e. Yek ji wan jî çîroka Leylê û Mecnûn e. Heta niha jî li gundê Zerwa yê Şengalê kaniya Leylê heye.
Dîsa destana Xensê û Reşo heye. Xensê û Reşo ji gundê Heyalê bûne. Gelek çîrok û stranên li ser evîna wan hatine gotin. Her wiha çîrok û strana Xezala Çiyayê Şengalê heye, û hinek jê re dibêjin Xezala Hafis Paşa. Dibêjin Xezal û Hesen aşiqên hev bûne û di dema fermana Hafis Paşa de dîl hatine girtin, lewma negihane miradê xwe. Şengal di heman demê de bûye hêlîna lehengên bi nav deng yên weke Derwêşê Evdî, Mihemeyê Evdo, Zerêfa Osê, Memoyê Elî, Xelef Sincara, Esê Mecdîn, Kekê Kemal, Xeriyê Şêx Xidir, Berxwedan, Bêrîvan, Lava û Mam Zekî Şengalî ku ji bo parastina ax û rûmeta Êzîdîxanê li ber xwe dane û serî ji dagirkeran re netewandine.