Daykan dibêjin zewaca di temen piçukî de nexweşiya derunî çê dike
Zewaca Temen Piçûk li civaka me de yek ji wan diyardeyane kû bi serê xwe cihê rave kirin u ser seknandinê ye, ji ber kû zewaca di temendêkî piçûk de dibê ser sebebê gelêk arîşeyên civakî û di dem dirêj de jî hem pêkhateya malbatê hildiweşe u hem jî li aliyê civakî de wekî diyardeyêkî xwe dide pêş kû gelê nexweşî bi xwe re diafirînê.
Di vê mijarê de em gotinin çend daîkêkî digrîn û vî babetî li zimanê dayîkan ve digrîn dest…
Dayîka bi Navê ‘Edûl Şemo ji Gundê Rembûsî yê girêdayî Şingalê Mijarê wiha digire dest û dibêje:-
* Pitiriya Pisgirêkên Xêzanî ji Zewca di Temenê piçûk de despêdikin ji Rewşeke Asayî bigire hitanî Asta Xwe Kuştinê û herwisa Telaq(Berdan) jî ji vê çendê çêdibin, ku Beriya Demekê dirêje di Civaka Êzidî de ne di hêlan Keç biçine Dibidtanê û Bixwîne ji ber wê çendê eger Xwendina Xwe ya Dibistanê qedandiban wê Aqilê xwe girtiban û Zane bûban, û piştî ku Aqilê xwe girtiban wê Xwendina xwe Temam kiriban û piştre eger Jiyana Hevjîniyê Pêkanîbn wê tu Pisgirêkên Xêzanî derneketan Holê lê Mixabin di Civaka Me de, Ne dihêmlan ku biçin Dibistanê ji ber wê Çendê Hindek jî di Jiyê Pazdeh Salî de Jiyana Hevjîniyê Pêktînin û pitiriya Pisgirêkên Dilman, Berdan…hwd jî Durist dibin û pir jî Jiyan bi Zehmetir dibê û gelek Astengiyên Civakî di kevine ber.
– ji Aliyê pisîkolojî ve Zerera wê ji bo Mirov û civakê çiye?
* Zewaca Temen Piçûk di be egerê Nesaxiyên Hal El-Nefsiye(Derûnî) û Qehir jî çêdibin Ez Wek Jinekê ji vê Rewşê re jî dikarim bîjim ku hitanî bi Dixtoran jî Çareseriyê jêre nikarin bikin, û yên ku Rewşa Derûnî bi wan re çêbûye Me dîtiye ku çawa di Jiyê Zarokî jiyana Hevjîniyê Pêktînin û Ciwan wan bi awayekî bi serde dibin û li Dawiyê dibe wek Zewaceke bi bê Dilî bi wan re, û Rewşên Derûnî pir vêre çêdibin û hitanî ku Hindek ji wan dawî li jiyana Hevjîniyê tînin û Berdidin û li dûvre Hindek ji Mêrên wan Jina tînin ser ankû jiyana Hevjîniyê di gel Keseke din pêktînin, û bi vê Çendê Jiyekî bi Zehmet û Nexweş derbas dikin û Kesê ku xwe neda Berdan jî bi Zehmet karibê Jiyê xwe bi Temamî bi vî Awayî derbas bike.
– Beriya Fermanê Ev çende Bêhtir bû yan Na Niha?
* Wek ku Em dibînin Piştî Fermanê Ev Çende pitire û egerê vê çendê ji layekî ve vedigerê bo wê çendê ji ber ku Xelkê Me Hemû ji Cîh û Warên xwe derketin û ji Civaka xwe dûrketin, û rêz û Îhtirama Min ji her Kesekî re heye lê wek bê Exlaqiyekê û wekû ku Şermî jî nemaye û Dayîk û Babên wan Destûrê didin ku Sûcê wan jî di vê Meselê de heye û bê Perwerde radikin û bê Şîret û Wesêt, û her Zarokekî li gor Aqilê xwe xwe bi rêve dibe û Rewşenbîriya xwe dabîn dike û ji aliyekî din jî ve ji ber ku Bikarînana Telefûnan di Civaka Me de gihaye asteke wisa êdî ku hemû Endamên Xêzanê, her bigire ji Zaroyên biçûk û hitanî bi Jiyê Mezin jî û pitiriya Keç û Xortên ku di Jiyê Piçûk de di Zewicin bi rêya Peywendiyên Telefûnî hevdû nasdikin û bi wî awayî, Daxwaza Jiyana Hevjîniyê jî ji hevdikin û ev tişt gelekî pêşketiye û wek Çareseriya vê çendêjî divê ji Dayîk û Baba rê li vê çendê bigirin tayîbet yên jiyê Piçûk de û nehêlin ku Telefûna Bikarbînin, û Dayîk û Bab Perwerdê bi Zaroyên xwe bikin û Ew jî Perwerda bibînin ji ber ku niha li her cihî Pîşketin heye ji bo ku Aqilê xwe bigirin û di Jiyê Piçûk de Ne Zewicin, û Em naxwazin ku tu Kes di jiyê Piçûk de Jiyana Hevjîniyê Pêkbîne ji ber ku Zor û Zehmeteke pir dibînin û Gotina Min ya Dawî jî Bangewaziya Min ji her Kesekî re bi Tayîbet Dayîk û Baba ku Keçên xwe, di Jiyekî Piçûk de Nedin Zewacê û Destûrê Nedin ku Jiyana Hevjîniyê pêkbînin hitanî ku jiyê wan nebê Bîst Sal û li Sere jî û ji nû bi Zewicin û Jiyana Hevjîniyê pêkbînin.
– Herwisa Dayîka bi Navê Zerîf Qasim ya ji Gundê Digurê li ser vê Mijarê bêhtir Zanyariya dide û dibêje:
* Keçikên ku du Temenê Piçûk de Jiyana Hevjîniyê pêktînin pitiriya wan li ser Torên Civakî û Soşiyal Medyayê Hevdû nasdikin û di Kevin Têkiliyan, û eger Terbiya Dayîk û Baba ya Baş bê wê Zarokên wan jî Baş derkevin lê eger Terbiya Dayîk û Baba ya nebaş bê wê Zarokên wan jî li gor wê Terbiyê Ne baş bin, û Pisgirêkan ji Malbatê û Dayîk û Bab û Birayên xwe re derdixin û pir Nexweşî di keve Malbatê bi vê çendê Mînak eger Keçeke Min ya Dwazdeh Salî bê û li Dibistanê Bixwînê, û ji Sibê hitanî Êvarê Telefûn li Dest bê û li ser Enternêtê bê wê tu Başî jê dernekevin û eger Dayîk lî bi Qehrê wê pîşdeçûn hebê û guhê xwe li Xwendina xwe bike, û Her Keçeke ku bigehe Jiyê Bîst û Bîst û Yek Sal li wî Demî Zewaciya wê ya Hilale û Zewaca Keça ku ne bê Bîst Sal ne ya Hilale wek Keçeke Me ya Nozdeh Salî bû û Zewicî, û Piştî ku di wî Jiyîde Zewicî wekî ku Dinya Xerakiribê ankû Hewqasî li Me bi Zehmet ket û Keça Min ya din gihişt Jiyê Bîst Saliyê Ev Sal ji nû Jiyana Hevjîniyê pêkanî, û Perwerdekirin û Terbiyek tiştê herî başe ji bo Xêzanê û bi Tayîbet Zarokan û herwisa Daxwaza Me ji Dayîk û Babên Keçan heye ku Terbiyeteke Baş bidin ber, û Şîretan li Keç û Xortên xwe bikin û tişta herî ne baş Derketina Pisgirêkane wek Vegeran û xwe Şewitandin û Nêzîka Salekê ye ku Jimareke Zor ji Keç û Xortên Civaka Êzidî xwe bi darvekirine, û Dawî li Jiyana xwe anîne û ev jî Xisarete pir Zore ji bo Civaka Êzidî Hindek Keç hêjayî Malê Dinyayê û wê li pey Xortekî biçin û li Dawiyê xwe bi Darvebikin, yan jî piştî ku Jiyana Hevjîniyê Pêktînin Dû Heyvan û wê xwe bi Darvebikin û herwisa Xortin wê li pey Keçina biçin û li Dawiyê her wê xwe bi Darvebikin û Dawiyê li Jiyana xwe bînin, û eger bipirsin wê bi bêjin bi Rêya Torên Civakî Hevdû naskirîne.
– Beriya Fermanê ev eger bêhtir bûn yan jî Piştî Fermanê?
* Li Beriya Fermanê ev eger nebûn û ne dihatin bihîstin ji binî û Beriay Fermanê her Malbatekê Kesek bi Telefûn bû lê niha her Kesekî ji Xêzanê ji Kiçik hitanî bi Mezin, ankû Malbat bi Temamî Telefûnê bikartînê wek Mînak Xêzana Min bi xwe nêzîka Deh Telefûn li Malê de hene lê Ez wek Dayîk nahêlim ku Keçik Telefûnê bikarbînin, lê Keçekê Min ya Sîzdeh Salî ye eger Ez bibînim Telefûnê bikartînê Ez lê di Qehirim û Nahêlim Telefûnê Bikarbînê, lê Beriay Fermanê Ev Tişt ji binî nebûn û Mirov ji heq Keç û Bûka xwe dihat yan eger Keçek Penterûnekî Reng Şîn li xwe bikin eger Mirov jî pirske wê bibêjin Hemû Kes li xwe dike, ji ber ku Rengê Şîn li Civaka Me de nayê li ber xwe kirin lê Piştî ku Ferman hatî Kesek Dengê Kesekî nake û ji Aliyekî din ve Pitiriye Kesên ku Zû dimirin ji ber Xerîzeye, û Nexweşiya Penceşêrê ye ankû li Reyekê ji yên Leşê Mirov bi Tememî Nexweşiya Penceşêrê ye û ji ber ku di Jiyekî Piçûk de Jiyana Hevjîniyê pêktînin egerê wê çendê ye, lê Hindek Kes xwe di Parêzin û Giringiyê didin Sexlemiya xwe û eger Nasaxî lê derkeve û Zirereke Mezin negehînê lê Kesê ku Giringî bi Saxlemiya xwe nedan, û giringî bi Saxlemiya Zarokên xwe nekin wê Nexweşî jêre derkevin û bi Tayîbet li vî demî Nexweşî Zehif bûne û Pisgirêk jî pir bûne, û gotina Min ya Dawî jî Tayîbet ji bo Keç û Xortan yên ku guh li Dayîk û Babên xwe bikin û ji Axaftina wan dernekevin ji ber ku Keç û Xort ji Dayîk û Baban re gelekin Mînak eger Keçeke Min ya Cihil bê, û Feyda Mılyarekê li Min bike lê eger bi ya Min Neke û ji Axaftina Min derbikevê Min navê ku Ew Keç hebê û herwisa Kurjî ji ber ku Keç û Xort gelek di başin eger bi ya Dayîk û Babên xwe bikin û ji Axaftina wan dernekevin.
– Bi heman Şêwe Dayîka bi Navê(Zehrê Şemo) ji Gundê Rembûsî liser Mijarê Axivî û Got:
* Pêkînana Jiyana Hevjîniyê di Jiyekî Piçûk de Zererek zore ji Civakê re û Tayîbet ji Aliyê Dayîkê ve divê Keçên xwe ji bo Perwerdeyên Tayîbet bête Şandin ji ber ku, Zewaca di Jiyê Piçûk de pir bi Zehmete û her tiştê ku Mirov bîjê di Jiyê piçûk de bi Zehmete û ne karin xwe bi Parêzin û ne jî di karin Karekî ji bo xwe bikin û eger Zarok anînîn jî, wê Xwedîkirina wan bi Zehmet bê ji ber ku ji ‘iltihaba bi tinê nikarin xwe xelas bikin û pir Qonaxên bi Zehmet hene di Zewaca Temen Piçûk de, ji ber ku bi Serê Me hatiye û Me jî ev Qonax derbas kirîne û bi Tayîbet Piştî Fermanê ev eger pir bûne ji ber ku Piştî Fermanê ji Mal û Malbatên xwe dûrketin û bi Dinyayê ketin, û fen û fût jî di Civaka Êzidî de pir bûne û ji ber ku Dayîk û Bab Keç û Xortên xwe zeft nakin û naşînin Perwerdan û eger Keçên xwe rêkirban Perwerdan wê zanîban ku rastiyek di vê çendê de heye, û çend Zehmetî di vê çendê de heye nJiyana Hevjîniyê di Jiyekî Piçûk de pêknetanîn lê ji ber ku Zanebûna wan tuneye hew Fêm jî dikin, ji ber ku Zarokin û bi nav ‘alemê dikevin û Dayîkên wan naşînin Perwerdeyan ji ber vê çendê egerên Zewacê di Temenekî piçûk de di Civaka Êzidî de zor dibin û pir jî reşeke zehmete.
– Çareseriya vê çendê hûn çawa dibînin?
* Em dibînin Çareseriya Wê eger Êzîdxan vegeryaba Cih û Warên xwe û Keçên xwe Perwerde kirbane û ji nav Kesên Biyanî û Cihên Biyanî vegeryaban û Keçên xwe Perwerde kirbane, û wekû din jî eger li kî Erdî bin Jin dikarê Keça xwe Perwerde bike û jêre bîjê Keça Min Zewaca di Temenê Piçûk de bi Zehmete û Çênabê yan Jiyê Te bigejhe Bîst Salî û sere, ji nû Jiyana Hevjîniyê pêkbîne û haj xwe hebe û xwe ji Kesan bi Parêze û nehêle tu Kes Fen û Fûtan li te bike ji ber ku Zewaca di Temenê Piçûk de bi Zehmete, û Bangewaziya Min ji Her Daykekê re heye ku nehêlibê Keçên xwe di Jiyekî Piçûk de bi Zewicînê û Nehêlibê bi ‘etin(pîve girêdan) bi Xortan re û nehêlibê riya Wê li ba Kesan vebê û xwe bi Parêzê, û ya din jî Bangewaziya Min ji Xortan re heye ku Haj xwe hebin û bi Keçikên Temen Piçûk re Jiyana Hevjîniyê Pêkneynin û bi yên di Jiyê xwe de Jiyana Hevjîniyê Pêkbînin, û yan bibin Bîst Salan û sere bi Zehemete û Bila Xwendina xwe bi Dawî bikin û Perwerda bibînin û ji nû Jiyana Hevjîniyê pêkbînin.