Kilîda Tifaqa Êzdiyan

 

Îbrahîm Osman

 

Madem tu anuha vê nivîsê dixwînî, dikarï bixwînî û li kilîda tifaqê digerî, ez dibêjim tu li ser şopa rast e. Heke tu bi hişmendiyeke aram, û bêalîgirî heta dawiyê bixwînî, ez bawerim tu yê kilîda ku tu lêdigerî bibînî.

Ez van bîr û boçûnên xwe yên di derbarê tifaqa Êzdiyan de, bi dilekî pak û bêyî alîgiriya aliyekî dinivisînim. Beyî şûr, mertal û zirxê partiyan, bêyî di bin bandora bîrdoziyan de bimînim, xwerû û zelal dihizirim û dinivisînim.

Berî her tiştî, divê tu bizanibe û bawer bike ku, sedemên civaka Êzdî bi hemû sazî û rêxistinên xwe ve, tevî mal û komeleyan, ji hemû çîn û tebaqeyan, ji hemû beşên welêt, heta bi dîasporayê û çarnikarên dinyayê ku derbeder bûne werin ba hev, hev himêz bikin, tifaqê çêkin û hêza xwe bikin yek û ava xwe di cokekê re biherikînin, ji nakokiyên dijber bêhtirin. Ango sedemên yekîtiyê pirrtirin ji yên dijberî û dubendîtiyê.

Em gav bi gav pê de dakevin.

Em bi gir û hûrên xwe ve tev dizanin û bilêv dikin ku, bela û bobelatên hatine serê Êzdiyan nehatiye serê gurê çolan. Ji ber wê jî, ji milet û civakan tevan bêhtir pêdiviya Êzdiyan ji tifaq û hevgirtinê heye. Qet şik û guman nîne ku em ji her kesî bêhtir hewceyî hev himêzkirinêne.

Heke tu bi rastî ji pêsîra Êzî ye, li ser bawerî, çand, ziman, dírok û miletê xwe dilşewitî ye, tu yê bêyî ezezî, beyî berjewendiyên şexsî, partî û malbatî rahîje vê mijarê. Tu yê berjewendiyên miletiyê di ser her tiştî re bigre. Ger te ev yek bi cî anî, tu yê şopa kilîdê bibînî.

Di derheqê tifaqê de, em wekî civak heta roja îro timî ji derveyî xwe li sedeman geriyan. Me timî sedemên em çawa nikarin werin ba hev derxistin pêş û berê xwe daye kêş. Me yên ne bi me re bin, ew sucdar hesibandine û xwe mafdar û rêrast dîtiye. Kî mîna me nefikirîbe me ew di rêza xayinan de hesibandiye. Me yên derveyî xwe tev şaş û çewt dîtin û xwe xist navenda rastiyê. Lê binêrin bi vê yekê jî em hîn zêde dûrî hev ketin û belav bûn. Me tu carî berê awêneyê neda sûretê xwe. Me ji xwe ne pirsî bê ka em çi ne û çi dikin?

De werin her yek ji me, em xêr û gunehên xwe têxin mêzîna xêr û gunehan û biwezinînin. De werin em verê neynikê bidin xwe û bi xwe re rû bi rû bibin. Bê kanê kesek ji me pîrûpak û bê qisûr heye gelo? Divê em êdî li xwe mikur werin.

Bawer bikin, eger em Êzdiyên li dinyayê tevan komî ser hev bikin, hejmara wan nagihîje milyonekê. Lê werin li vê siûda kambax temaşe bikin ku bi qasî êşên dinyayê gişî, zulm û neheqî li me hatiye kirin. Mal û milkên me ji me hatine sitandin, destdirêjî li ser namûs û kerameta me hatiye kirin. Lê li gel vê rastiyê jî çi sedem nahêlin ku em bibin yek?

Ez dibêjim, nezanî û cehaleta nava me ye. Çavnebariya me, hesûdî, xwe înkarkirin, li erkên xwe xwedîdeneketin, hev neqebûlkirin, û…hwd.

Lê ya herî sereke jî, me bi giştî zirxên partiyan bi ser kirasê olî de li xwe kiriye û em dibêjin, çima Êzdî bi hev re natifiqin? Ma heta ew zirx li te be û partî ewqasî dijberî hevbin, qey pêkane tifaqa Êzdiyan pêk were? Na xêr. Atmosphare siyaseta Kurdî çibe, tifaqa Êzdiyan jî wê di bin siya wê de dirûv bigre.

Lema ji derve li sedemên bêtifaqiyê negerin. Sedemek hebe ew jî ez û tu bi xwene. Gotina min ew e, ku birîna me ji hundur de ye. Binêrin ewqas kom, komik û rêxistinên Êzdiyan hene. Xwendevan û rewşenbîrên me hene. Me hîn weke edetê nikariye zulma li me hatiye kirin binivisînin û bi dinyayê bidin naskirin.

Çima?

Ji ber ku hêza me belave û şerpezeye. Avên kaniyên me di erqên cûda re diherikin û diherin ser golên cûda. Em nikarin dîroka me ya ji me hatîye dizîn bi şûnde vegerînin. Me mîtolojiya xwe nenivsandiye. Me xumama li ser têkiliyên Êzdîyatî û Zerdeştîtiyê ji ser baweriya xwe ranekiriye. Me dîroka mîrîtiyê, şêxîtiyê nemivisandiye. Me hatina Şêx Adî ya nava me zelal nekiriye, her yek ji me xwedan nêrîneke cûdaye di vê derbarê de. Pirtûkeke me ya olî ku her tiştî digre nava xwe hê nehatiye nivisandin. Ol û baweriya me hê ji moda devikî û çîrokiyê derneketiye. Me wekî mal û Kamele dîwarê girî lêkirine û em bi vê yekê jî xwe dipesinînin. Lê pirtûkeke me ji bo nifşên li pey me nîne ku li ber siya wan dîwaran rûnên û bixwînin. Dîwarên hatine lêkirin ji girî pêve bi kiyêrî tiştekî nayên. Heke ziman, çand, ol û ax çû tu yê di nava wan çar dîwaran de dengê xwe bigihîne kî?