Navenda Çand û Hunera Şingalê Huner bi Pera nayê Kirîn

Navenda Çand û Hunera Şingalê Cih Bajarê Xanesorê, ya ku li despêka Sala 2015an li Serdeşta Çiyayê Şingal li bin Xîvetan de hatiye vekirin, lê mixabin li wî demî ji ber layanên Siyasî rê nedidan bi Fermî karê xwe bi rêvebibin. di Hevpeyvînek taybet de Helbestvan û Şanoger Azad Hisên wek berdefkê Navendê, yê ku ji Nehiya Til ‘izêr e û niha jî li Bajarê Xanesorê dimîne li derbarê vê çendêde di axive:-

 

A: xwedêda seydo

 

– Dîroka damezirandina Çand û Hunera Şingalê?

*li beriya Sala 2014an tu Navend û cihên Tayîbet bi vî karî rabin nebûn li Bajar û Gundên girêdayî Şingalê nebûn, û piştî Fermana Sala 2014an gelek guherîn li Şingalê hatin kirin û li despêka Sala 2015an li Serdeşta Çiyayê Şingalê li bin Xîvetan hatiye vekirin, û li zor û zehmetiyeke dirêj ku li wî demî Layanên û Partiyên Siyasî yên ku li Şingal de heyîn rê nedidan me ku bi Şêweyekî Fermî kar û Xebatên xwe bi rêvebibin, û Çanda xwe ji Miletê xwere bidin xweyakirin û xwe bikin xizmeta Gelê xwede û gelek tiştan bi wan bidin rûnkirin, û gelek Endamên me yên ku li Bajarên Xanesor, Digur, Sinûn, Borikê…hwd. zehmetî di kêşan ku karibin ji Seyteran derbasbibin û Perwerdên xwe berdewam bikin, herwisa Amûrên me yên Mozîkî di kêm bûn belkî Perwerda bi Tembûrekê di hat dayîn ji ber himara kêm Şagirt dihatin lê Tembûr nebûn ku Fêrî bibin, û eger destek Têlên Tembûrê hebana wek deh destên Têlan li ba me wisa û bi vê derfeta kêm jî me karê xwe berdewam dikir û me karê xwe neda sekinandin hitanî vê rojê jî.

 

– Beşên ku li ser di xebitin çine û Şaxên vê Saziyê li kurin?

*Wek Navenda me ya giştî li Bajarê Xanesorê ye û Şaxên wêjî li Digur, Borik, Şingal û Serdeşta Çiyayê Şingalê jî heye, û heke li demê pêşde Xelkê me yên Penaber li Başûrê Kurdistanê vegerin ser cih û warên xwe wek Pilan li pêşiya me heye ku em Şaxên xwe li Cihên dîjî bidine vekirin û her girêdayî Çand û Hunera Şingalê, û herwisa Beşên Şano tên dayîn û Şano tên çêkirin berî demekî Komên Dîlanê hebûn û nihajî li Navenda Kevana Zêrîn li Bajarê Xanesorê tên dayîn, û em wek Naven jî beşên me Şano, Helbest, Stran û berhemên Tomarkirina Stranan li Stodyo yê Navendê tên Tomarkirin, lê netinê ji bo Endamên Navendê ji bo Milet jî Mînak Kesên ku Helbestan çêdikinlê li aliyê Madî de nikaribin Berhemê xwe derxînin, em wek Navenda Çand û Hunera Şingalê bi wan re alîkarin di vî alî de û herwisa Perwerde li ser Tembûr, Erbane(Def), Şano û Amûrên ku Tayîbet Mamoste heyîn em kar li ser wan dikin, û hindek Amûre wek Mînak Bilûr û ‘Ûd ji ber ku Mamostayên wan nînin û emjî hewil didin ku em hindeka ji Endamên xwe bişînin Cihên Fêrkirinê yên Tayîbet, û wek Mînak Endamek ji yên me li Akademiyê Xwendî li Rojavayê Kurdistanê û Fêrî Tembûrê bûyî û Endamên me yên li Stodyo jî em hewil didin ku wanjî Fêr bikin û wan jî bînine Asta Mamostatiyê û ewjî karibin Xizmeteke vê Civakê bikin.

 

– Peywendiyên we li gel Navendên derveyî welêt di çi astê dene?

*Peywendiyên me bi Navenda Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê Şaxê Şehbayê re heyne û Derveyî Welêt bi Endamên Koma Berxwedan re ya li Elmaniya, û Koma Zerdeştê Kal têkiliyên me pêre çêbûn û li Başûrê Kurdistanê jî Koma Êzîdxan em pêre têkildarin, herwisa Hunermendên ku ne di Koman de jî yên Welêt û Derveyî welêt têkiliyêm me pêre heyne û di berdewain, û Hunermend û Kesên ku em nasnekin jî em hewil didin bikevin nav têkiliyê.

 

– Wateya Çand û Hunerê çiye di Civakê de?

*Çand nasnameya Gelaye yanî Mirovekî ku Çanda wî nebê wek Kesekî winda û bi Zimanê ‘Erebî wek tê gotin(Tiqafe we EL-Fen), Mirovekî ku bê Tiqafet bê ji her tiştî yê qute ji ber wêjî Çand wisa hatiye Pênasekirin ku Nasnama Gela ne, û ya dinjî bi giştî Hunerê Dinyayê yanî ne tinê em Mînaka Rojhelat yan Bakûr yan Başûr bidin her Mirovekî û her Gelekî bi Hunerê xwe tê naskirin, Mînak li demê kevin berî nêzîkî Dused salî Mirovê ku me ne dîtîn lê bi Cil û Bergên wan yanjî bi Dengê wan dihatin naskirin, û hita nihajî dibîjin Kirika(qirika) Bakûrî û Kirka Şingalî…hwd.bi wê ya diyare û her insanekî bi Çanda xwe û bi Kiltûrê xwe û bi Exlaq û Baweriya xwe di hate naskirin ji ber wê çendêjî Çand Nasnameya Gelaye.

 

– Hun li Civakê de di xwazin çi bidin avakirin û Karê li pêşiya we çiye?

*Wek Baweriya me Êzidiyan de gelek tiştên me yên Pîroz û Çandî û Honerî bi Fermana hatîne winda kirin û gelek tiştan em hêlayne Roja meya Îro, û gelek tişt eger ne ji ber wanba me nikarî hita îro jiyan bikin ji ber wê çendêjî hewildaneke me li ser vê çendê heye ku Çanda me ya hatiye windakirin em diyarbikin û Zindî bikin, û ji bo her Xelkekî Şirovebikin û bigihîne Miletê xwe yê Êzidî ku ka berî em di çi Astêde bûn û me Çawa Jiyan dikir û niha ji ber çi ev tişt bi serê me tên Armanca ma Serekî eve, em Milet bi Çanda wan bidin Naskirin û Fêmkirin belkî wisa li me hatiye ku niha gelek ji Xelkê me nizanin Çand çiye ji ber ku rastiyeke em Êzidî herdem, li Ferman û zehmetî û Komkujiyê re derbas bûyne û Pertûkên ku hatîne Nivîsan Dijmin Şewitandîne, Kesên ku li Dilê Xelkekî de heyîn dijmin nehêlaye bidin xwiyakirin û ew tişt bi wanre çûyne Gorê û gelek Mînakên dî hene ku em bi Miletê xwe bidin Fêmkirin, ku Deshiladariyê li wî Demî qebûl nekiriye ku bidin xwiyakirin û yanjî Pertûkên me bi zora ji me dibirin û di Şewitandin, ji ber wêjî tiştê ku li nav Civakê de heyn em Lêkolînê dikin li ba Rûspî û Dîroknasên xwe û li ba Dayîkên xwe, em van tişta Kom dikin ku e karibin carek din van tişta Zindî bikin û em bidin xwiyakirin, û ya dinjî Huner em li ser vê çendê Mejxol dibin ji ber ku Dîroka me Êzidiya wek Dîrokên Gelên din kêm li Pertûkan de hatiye Nivîsan û ketiye Pertûkxana de, û piraniya Ferman û Kêfûxweşiyên me bi Strana me û Xerîbiya me û Salf(Çîrok) û serhatî û Çîrokên me maye hitanî Îro, ji ber wê çendêjî em hewi didin vî tiştî bi parêzin û bi Tayîbet Strana xwe bi Parêzin ku gelek Stran hene, li aliyê Jinde em behsa ên wek Zerîfa Ûsê, Stiya Ês, Xatûna Fexra, Stiya Neqşa…hwd. her yek ji van ji mere Dîrokeke, û divê em van tişta bi Parêzin û di aliyê dinjî de Mêrxwazên wek Êzdî Mîrza, Derwêşê ‘Efd, Dawidê Dêwid, Ş.Mam Zekî Şingalî, Xêriyê Şêx Xidirê…hwd.Em di xwazin tiştên Kevin û nû hemûyê bi hevre Zindî bikin bidine xwiyakirin û bi Parêzin wek Arşîv, û bi Gelê xwe bidin Fêmkirin da ku zanibin em Kîne û ji ber çi em gihiştîne Roja meya Îro.

 

– Waneyên we tinê Hunerî ne yan Çandî jî ne?

*Çand û Huner herdû bi hevre girêdayî ne bê gûman Perwerdeyên me yên tên bi rêvebirin em li ser Çandî jî re di axivin, netinê li ser vê Fermanê re belkû Fermanên berî nihajî û Çanda me ya ku hatîye qirkirin û winda kirin û ketiye bin Bandora hinek alîyên dî, em hemûyê didin berçav û Şirove dikin ji bo ku Milet jî zanibin çi hatiye serê me û em ji ber çi berdewam di Fermanan re derbasdibin, ankû ne tinê li aliyê Hunerî li aliyê Exlaqê baweriya Êzidiyatê li çi Astê debû û niha gehiştiye çi Astê em van tişta hemûka Şirovedikin û didine xwiyakirin.

 

– Ji bo ku Filklorê Şingalê winda nebe û pêşve biçe hewildanên we di çi Astê dene?

*Dema ku Wêneyek li ser Televziyonê derkevê yanjî Wênesazek wêneyekê dirûst bike û Bandoreke wê li ser Xelkê çêbibe em jî bi rêya Şanoyê van tiştan didin xwiyakirin, û hemjî li ‘Îd û ‘Erefat û xweşî û Şahiyên me Êzidiyan de û tayîbet rojên Pîroz li Salê de wan roja em bi Cilên Folklor(Kiltorî) em li Şahiya pêşkêşî milet dikin, hewildanên me bi vî rengî hene û belkî li gelek Şahiya em derketine pêşiya Milet û em di xwazin wek tiştekî bidin xweyakirin wek gotineke me ya Şingalî di bîjê”ji Mala xwe despêke û dûra Şîretan li Cîranên xwe bike” em jî vî tiştî dikin Mînak wek Cilên Şingalî Keras, Şalk, Kumê Kolav û Piştêne, û hem li aliyê jinan jî de Keras, Zebûn, Şalik, Qutik, Kofî, Berdefk, em jî bi van tiştan hewil didin bidin xweyakirin da ku Xelke jî çav li me bike û bi rastî ne ku li gor Fikir hatiye guhartin, lê ev jî bûye çavlêkirnek Qapîtalîzma ku niha tê meşandin li seranserî Cîhanê bi giştî tasîr li ser me kiriye ku em ji Çand û Kiltûrê xwe dûrbikevin, wisa ev guhartin li aliyê Cil û Bergan de hatiye pêşxistin lê bê gûman divê her riyek hebê ku Mirov karibê dîsan vegerê Kiltûrê kevin û Xulk(Şêwe) û rengê wê yê xweşik yê nberê.her cihekî ku em karibin biçinê ne tinê Şingal û cihên asêjî em diçinê ji ber ku em karibin ji Behrê Dilopekê Xizmeta vî Gelî bikin, ji ber ku em vî tiştî nekin yek vî tiştî ji mere nakê ji ber ku bi hezarên Sala ye ‘Alem tê me bi Rêvedibe û me Serûsûtiyê(li gorî xwe bi rêvebirin) li me dike, ji ber vê çendêjî divê em rabin serxwe û em ji xwere bikin û em yên xweyne em xwe nasbikin û Serê sala nûjî ya 2020 em wek Çand û Huner Şahiyên xwe li dardixin, û rojên me yên Tayîbet de jî ne tinê Serê Salê wek Çarşema Nîsanê, Şêvberat, Batizmî, Xidi û Elyas, Rojiyên Êzî, Çilê Zivistanê û Havînê…hwd.yanî li van rojên meyên Pîroz de em Şahîya li dardixin û herwisa em wek Navenda Çand û Huner tevlî 2 Festîvala(Mehrican)a bûyne, carekê li Rojavayê Kurdistanê(Qamişlo) û carekê li Bajarê Silêmaniyê bi navê Festîvala(Sorne) û em wek Koma Çiyayê Şingalê, ku ji despêka Fermanê de hatiye avakirin û hitanî Îrojî em wek Kom di Beşdarin û Carekêjî li Rojava Koama me ya Şano û Koma me ya Zarokan jî beşdarî nav Festîvalê bûn, Komên ku li vê Navedê heyîn evin Koma Çiyayê Şingalê û Koma Şano bi navê Zarokên Şingalê û Koma Stêrkên Sor.

 

– Ji bo yekbûneke Hunermendên Şingalê ew çi Pîlan heye?

*Zehmetiya ku em di kêşin eve ji ber ku Derî û Dilê me ji Milet hemûyê re yê vekirî ye ne tinê Êzidî jî her Kesekî ku karibe Çanda xwe bi Parêze, Navenda Êzîdxanê Şingale ji ber ku Êzidî li tu cihî nayêne naskirin eger Şingal nebê ji ber ku Şingal ji mere Dayîk û Babe, û nihajî Kar û Xebatên ku em dikin jî bi zor û zehmetiyekê hem ji aliyê Madî û hem Manewî ve ji aliyê Mamostayên Amûran ve, û belkî Derfetên her Kesekî ji dervejî bê ji yên me bêhtir hebin lê Ruxmê vê çendêjî em Karê xwe bi rêvedibin, û em jî gelek îşê di kêşin bi şev û roj jî em bi hindek kesan re di axivin hitanî ku xwe nasbike û Civaka xwe nasbike, û karibe bikeve xizmeta Civaka xwede û em karibin bi hevre kar û xizmetekê ji bo vê Civakê bikin bê gûman em hedem di hewildanê dene.

 

– Ji bo ku Hunera Kurdistanê hemûyê bibe yek rêz û ji bo yek tiştî xebatê bikin Fikreya we çiye?

*Em li vê Navendê de Kardikin ji bo ku em bi hevre karekî bikin lê bi rastî gelek Hunermend hene ji Kerasê Huner derketine ji Xemla Huner Derketine, yanî Huner bi Pera nayê Kirîn lê gelek Hunermend derdikevin Şahiya lê naxwazin xwe bikin Xizmeta Xelkekî de ji ber wêjî em hinekî zehmetiya pêre dikêşin, lê hindek jî qani’i jî dibin hewildanên me ji bo vê çendê hene û ji ber ku em karibin Xelkekî li hev Kombikin, û eger em Hunermend bin wek Hunertiya xwe Karbikin wek ruhê xwe xizmetê bikin, Mînak dema ku Helbestvanek Helbestekê di nivîsînê Îşek di gehe canê wî ji ber wê Mecbûre wek Keziyekê Peyva lêk bi Hûne, û Îşa Dilê xwe karibe bi Hestên xwe bîne Ziman herwisa Hunermend jî gereke bikeve xizmeta Civaka xwe ji ber ku Hunermend nayê naskirin eger, Xelkek li pişde nebê yanî eger Civakek li pişde nebê ew nayê naskirin Hunermend bi Civakê heye ku Civak nebê Hunermend nîne.

 

– Peywendiyên we bi Hunermendên Civakê re çawa ye û hûn di çi alîde alîkariyê didine wan?
*
bê gûman em ne ti Minezimeyne ku em karibin alîkariyekê li aliyê Madîde pêşkêşbikin ji ber ku Aramanca me ya sereke ewe ku em vê çendê nehêlin, yanî em karibin Hunermenda ji bin bandora Pere derêxin ev bûye tasîreke mezin li ser Hunermendan netinê li Şingal li Cîhanê hemûkê em di xwazin vî tiştî nehêlin, yanî roj bi roj em şerê vî tşûiştî dikin eger her kesek bikeve bin bandora Perede divê li bin barê Huner de kesek nekeve bin bandora Pere de, ji ber ku Pere ewe yê ku Mirova dide guhartin dide xapandin û Mirova dibe ser zinara dakû karibe bi êxîne, Alîkariyên ku em ji Xelkê re dikin Stodyo yê me heye û em Strana û Helbesta ji Civakê re Kesê ku Madîya wî nebê em jîre Tomardikin, û Kesekî ku bi xwazê xwe Fêrî sazê bike em Perwerda vedikin û Kesekî ku bi xwazê xwe Fêrî Şano bike em Perwerdê vedikin, li hemû Beşên Huner de yên ku em pê karibin û eger Mamostayên me hebin em bi şev û roj di xizmeta Civakê dene, û ev ji bo me tiştekî pir Pîroze lê li aliyê Madî de em nikarin ji tu Kesî re bikin ji ber ku Tasîr nebe, û di aliyê Mamosta jî de ne wek Minezima bi Pereye ku Mirov karibê rehet razîbike wî Hunermendî berê wî bidî kur û Hunermend nabê wisa Razî bibê, lê tinê em ji bo jiyana wî ya rojane ji bo pêdawîstiyên rojane em alîkariyeke piçûk didinê.

 

– Rexneyên we li ser Hunermendan çine?

*Her Însanekî peyvek çi Helbest yan Şano yan Stran û Xaleke Pênûsê ji Çarçoveyê Huner Saz kir û çêkir em li serîde destxweşiyê lîdikin û herdem Serkeftî bê, lê Rexneyên me lik ser gelek Hunermendan heyne lê em naxwazin bi navbikin ji ber ku hindek jî derdikevin Şahiya, ne ku em li dijî vê çendêne lê rexnên me bi wî Şêweyîne wek gelek Stran li xweşiya tê gotin lê ne cihê wê ye bê gotin û gelek Stranên me tên gotin neyên Semeyê ne, Mînak Strana (Hey hê hawarê) li Şahiya hindek Hunermend di bîjin lê ev Strab Dîroka wê Fermanekê ye, û dema ku li Stranêde tê gotin(Şerê Birahîm Paşa kete danê Îvarê û Seferek li me rabû Sefera Nafî El-‘Amê) ankû ev Dîroka Fermanekê ye, lê eger li Şahiyekê bê gotin û Keç û Xort li ber Dîlanê bikin ev ne ciyê wê ye yanjî Strana(Şingal Şewitî mij dûmane) û gelek Stranên dî li ser, vê Kuştinê û vê Fermanê bi Tayîbetî çê nabê li Şahîya bê gotin ji ber ku ne ciyê wêye, û dîsan Rexnên me li ser Hunermendan heyne Mirovekî ku bibînê û zanibê û em hêvîdarin tu kes dest nede Peyvên Strana Folklor û pî ne lîzê, ji ber ku bi zor û zehmetiyê û kedekê hatîne nivîsandin û avakirin yanî her tişt di xemla xwede yê xweşe dema ku Gulên Biharê, li Werzê Zivistanê derkevin wê ne di ciwan bin û herwisa li werzê Havînêjî Gulên Werzê Biharê dekevin wê ne di Ciwan bin, yanî her tiştekî li Dema xwede û her Peyvek li wextê xwede ji ber wê çendêjî ew Stranên Fermana li zor û zehmetiyekêde hatîn Nivîsandin, hêviya me ji her Hunermendekî heye ku dest nedine wan Strana û peyvan ne guherin ji ber wê çendê Rexnê me li ser Hunermendan heyne, ji ber ku hitanî niha Dayîk ji Kezebê di nalin û ev Stran ne yên Şahiya ne û hêviya me heye ev tişt bê Dîqat kirin û her kesek hisab jê bê xwestin, û ez di wê baweriyê deme eger ew kes tinê Demjimêrekê ji 24 Demjimêran bi Fikirewê pê bihise ji ber ku ber bi çave her kesek dibîne û her Însanek ji xwe destpî bike, û ya dinjî hindek Layanên Siyasî destê xwe dikine van tiştan û hindek Hunermend hene ew bi xwe ji Stranê Fêm nakin nekû bi zanebûn vî tiştî dikin, wek Mînaka Strane(Heyhê Hawarê) dema ku ev Stran li ser Fermanekê hatiye çêkirin wek Fermana 3ê Tebaxa 2014an ku Miletê me têre derbasbûyî, û em hemû jî di zanin ku ji alînên Siyasî ve Gotinên wê hatine guhertin ji ber ku em nikarin xwe ji rastiyê dûrbixin, lê Şêx Şamo Peyvên Stranê guhartin û kirin(Hey hê hawarê Dewlet bûne vê carê) û ji ber ku qîmet û rêz nedida wê Stranê û bi wateya wî ev Stran ne tiştekî baş di got, Mirovekî ku karibe Peyvên Stranê bi guhere tê wateya wê çendê ku di xwaze wê Fermana bide ji bîrkirin û di xwazê zû Dîroka Mirov winda bibê, û Însanê ku Dîroka û Baweriya xwe û Çanda û Hunera û Gelê xwe ji bîrbike tu tişt namîne ji ber vê çendêjî hindek Mirov bi zanebûn dikin û hindek jî nozanin û Fîmnakin.

 

– Şano di Civakê de û Dîroka wê çiye?

*Şano Neynika(Xodîka) Civakê ye û her Însanekî xwe bibîne Leystikvan yanjî bi xwaze cihê xwe di Şanoyê de bigire tiştekî pir Pîroze, ji ber ku Şano Dayîka Hunere em di karin wisa bi nav bikin û Bandoreke Şano li ser Civakê heye lê Mînak Hunermend wê Stranekê pêşkêşke, lê tinê Mirov bi Guh Gudar dike lê dema ku Şano bê çêkirin Bandoreke Şano li ser Xelkê heye yanî Mirov lê komdibin û her kes di xwaze ku bibîne, lê li Civaka me ya Êzidîde Xelkê me ne gehiştiye wê Astê ku Şano Fêm bike û zanibe Şano çi tişte, û belkî me gelek zor û zehmetî dîtine hitanî ku me karîbe em Rêzefîlîmekî yan jî Şano yekê çêbikin û em zehmetiyeke mezin di kişînin hitanî ku em karibin Malbatekê bidin Razîkirin, ku Keçeke wê Malbatê bê li Şanoyê de bi lîze ew jî ber ku nayê fêmkirin Şano dibînin wek tiştekî bi ken û ne Fêmkirina wanjî bê guman ne sûcê wane, me got ku Însanê em bi Rêve dibirin ne du hêlan ku em xwe nasbikin ji ber wê çendê hindek zehmetiyê me hene lê dîsan jî Astek başde tê Fêmkirin, û tayîbet piştî Fermanê gelek guhartin çêbûne û li dema pêşde wê bêhtir bê Fîmkirin lo Cicakê de ku Şano çiye û her Însanekî ku rolekî bi tinê lîst, bi Şanoyê ve tê girêdan ji ber ku Şano Cidayî Şaxên dî yên Hunere lê li Şingal de Karê wê hindek zehmete, Salim Hisên li Tîpa(Koma) Gir ‘izêr debû û yekemîn kes ku li Şingal de Şano çêkirî ew bû li Sala 1985 z, di Saln Heştiyan de dest bi Şanoyê kir û hitanî Roja meya Îro li ser karê xwe yê berdewame, lê ew wek Tîpa(Koma) Gir ‘izêr li despêkê Şano pêşkêş dikirin lê piştî wê derbasî Berhemînana Rêzefîlma kirin, û Quris(Kasêt) li wî demî girêdidan û li wî demî Xelkê pir lê temaşe dikirin û pir jê hezdikirin û di karîn xwe ji Îş û Keserên Civakêre bikin Şano û Pêşkêşî Molet bikin, û di karîn ji tiştekî besît(Piçûk) yê ku li nav Civakê de Rûbide û hitanekî bi tiştekî Mezin dikarîn bi rêka Şano bi Xelkekî bidin Fêmkirin, û bi heman Şêwe em jî li ser Karê xwe Kêmasiyên ku li Civakê û Windayîyên Civakê em bi rêya Şano bi Xelkê xwe didin Fîmkirin, gotinek bi ‘Erebî heye di bîjê”bi awayekî ne Restewxo” ankû bi Şêweyekî ku Mirov dubînê û hem dikarê Rexnejî bike û Mirov dikarê bi Şêweyekî bi ken jî bide xwiyakirin, yanî bi her Şêweyekî Mirov dikarê bide xwiyakirin lê a Sereke Mirov bi Şêweyekî ne Zindî dide xwiyakirin.

 

– Berhemên we çine?

*Rêzefîlim hitanî niha nehatine Berhemînan ji ber ku Ekter(Lîstikvan) di kêmin lê wek din Kurte Fîlim heyne ji Pênc Çirke û hitanî bi Rib’ê Demjimêrê me Berhemînayne, dema ku em bibînin wek Rûdaneke Nexweş bikeve nav Civakê de em pê di êşin, û em li wî demîde radibin serxwe û bi Rêya Şano yan Skêcekî bi Civakê bidin diyarkirin ku çi Tasîra wî li ser me heye, û çi wateya wê heye em bi Civaka xwe didin xwiyakirin lê wek Rêzefîlim yanjî wek Jincîre(Xelek) nehatine Berhemînan, Bernameyên me yên Televziyona yên Yek demjimêr hene û herwisa di Çarçoveya Huner de çi li Beşê Wênesazî, Çandî, Hunerî, Stran, Şano…hwd.

 

– Daxwaza we ji bo Keç û Xortanên Civakê çiya?

*Daxwaza me bi Tayîbet ji her Malbateke Êzidî heye û her Malbateke Şingalî ku li kî Erdî bê ku Nebine Rêgir Tayîbet li pîşiya Keça, ji ber ku Keç ya Azad bê û karibê Kar û Xebatê ji bo Civakê bike û ji Sedî Sed dikare ji Mêr bêhtir Kar û Xebatê bike, lê Civak me ya Êzidî dibin rêgir û nahêlin ku Keç Tayîbet li aliyê Huner de xwe bide Fêrkirin û Zane bibê, belkî berî Pezdeh uan Bîst Sala eger Keçekê Stan gotiba dikirin wek Şermî û di gotin Kêrnayê lê niha pîşde çûn heyne di wî alîde, û em ji hemû Xelkê xwe bi hêvîne ku nebine rêgir li pîşiya Xort û Keça ku karibin li aliyê Çand û Hunera xwede Gava bavêjin û Pîşde çûn hebê, her Însanekî ku Çand û Hunera xwe naskir û bi xwaze cihê xwe li Kîjan Beşî de bigire û bigehê Asteke wisa eger ku Malbata wê ne Razî jî bê û pişre Piştgiriyê jî bike, û Ez bi xwe yek ji wanim dema ku min dest bi Şano kir di Zarokatiya xwede gelek Caran wek Nakokî li navbera min û Babê min d derdiketin, û di got tu yê çawa biçî ser Sehnê û ‘Alem wê bi te bikenê û tu çima xwe bi Simbêl yan bi Rîh dikî û tu vî Rolî di lîzî û hitanî Şazdeh Saliya min jî li pey min bû û nerazîbûnên xwe diyardikirin, lê min Şerê wê çendê dikir ji ber ku di Ruhê mindeye ji ber ku ez nikarim xwe jê Qutbikim û piştî borîna Demî û Berhemên me dîtîn, û Êvarekê ez bi Babê xwere axivîm û min got Şano eve û em ji ber vê çendê dixwazin bilîzin û vî tiştî bidin fêmkirin, ji wî demî ve bû wek Piştevanekî ye ji min re û li kî Cihî bê eger ew ne amadebê jî di bîje min ji min re bîne ku7 ez lê temaşe bikim, ji ber wê çendê Ez di wê Baweriyê deme ku her Însanê nebû rêgir li pîşiya Zaroyên xwe ku bên Cihê xwe di nav vî Karî de bigirin ewê Poşman nebin û wê Kêfxweş jî bin.

 

– Pilanên we ji bo Nivîsîna Pertûka û Belavbûna wan li Welatan çine?

*Hitanî vî Demî Hazirtiyên me ji bo Nivîsîna Pertûkan nehatine kirin lê wek Navend Stranên Îdoyê Kutî, Hey hê Hawarê û gelek Stranên me yên Şingalî me kar kiriye kuy em Berhembînin, lê Hunermendên me hene ku em di xwazin bên û bi Dengê xwe Stranan Tomarbikin lê nayên, lê me wek Navenda Çand û Hunera Şingalê Piroje kiriye Pêşiya xwede ku em karibin her Heyv Stranekê ji yên Kevin Tomarbikin û bikin Berhem, lê wek Nivîsîna Pertûkan me nedaye Pêşiya xwe û em vê çendêjî wek Kêmasiyeke xwe dibînin ji ber ku li ser me Erke, û em li Dinyayê Belavbikin li ser ên wek Îdoyê Kutî, Qasimê Meyrê, Biroyê Şerqî, Xidir Feqîr, Qepal, Celo, Çêlî…hwd. ên sax û ên ku çûne Rehmetê bikin Pertûk û bi Xelkekî bidin Fêmkirin û xwiyakirin, lê pêşiya meye ku bi Deng û li gor Îmkaniyên xwr em Strana çêbikin yên Kevin û Careke dî bidin Nûkirin, û Gotina min ya dawîn jî ji bo Civaka me ya Êzidî divê li pêşiyê Êzidî Çanda xwe û Baweriya xwe nasbikin, û xwe Nasbike yanî Mirovekî ku xwe Nasneke wê nikaribe Karekî bike û yê ku Çand û Hunerê Nasneke em daxwazê jîdikin ku Pirs bike û Lêkolîn bike, Çand û Huner çi Xizmetê ji bo Civakê dike û çiye û karibin bibin Deriyek ji Mala xwere ku bên em bi Hevre Kar û Xebatekî bidin Meşandin ji bo Êzîdxanê.