Şerê taybet a PDK’ê ya li ser Êzidiyan
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
Di destan û çîrokên bav û kalên me de ji me re gelek caran behsa şerê taybet hatiye kirin bê ku em bizanibin şerê taybet e. Dema çîrok ji me re dihatin gotin, behsa siwarên hespa dihate kirin û digotin “ Felan Eşrên êrşî ser felan eşîrê kirin hespê xwe bezandin û toz rakirin.’’ Eger li gor niha em şîrove bikin dema ku hespên xwe dibezandin û toz radibû, ji bo ku yên li hemberî xwe bitirsînin wate rakirina tozê ji ber lingê hespan li gor niha şerekî taybet bû li ser dijmin dihate meşandin. Hin caran dema êrîş çêdibû ji bo ku hejmara leşkeran zêde xuya bibe bi şev hereket dikirin, her kesekî du meşaleyên agir dikirin destê xwe, dema li van leşkeran dihate meyzekirin mîna her kesek du kes be xuya dikirin. Bi vê yekê jî dijmin hesaba wan dikir û tirs dikete nava wan de.
Hin caran axayê gundekî bi dengekî bilind û qerebalix diaxivî û bi dengê xwe yê bilind bandora xwe li ser gundiyan çêdikir. Ev jî beşek ji şerê taybet bû. Wate, di dîrokê de jî her şerê taybet hatiye meşandin. Di nava malbatan de jî bav li ser zarokên xwe daye meşandin ji bo kontrola malbata xwe bike.
Civak bêyî ku pê bihise dikeve nav sîstemê
Di roja meya îro de jî ev şer gelekî pêşketiye û piştî ku amûrên ragihandinê derketine, cîhan piraniya şerê xwe bi aliyê şerê nefsî (psîkolojîk) dike. Ji bo ev şer xurt bibe herî zêde giranî dane ragihandinê. Di serî de hêzên deshilatdar ji bo civakê bikin bin kontrola xwe de, ragihandinê bikartînin. Aliyên desthilatdar jî dixwazin hebûna xwe û sîstema xwe bi civakê bidin ferzkirin, ji bo civak li hemberî wan ranebe di serî de bi rêya Çapemeniya Şerê Taybet xwe mafdar dikin. Piştî ku gel qaneh kirin êdî pilana xwe didin meşandin û bê ku civak pê bihise dikeve nava sîstema wan û pilan li ser civakê tên meşandin.
Mînak dema ku pilana êrîşa ser cihekî datînin di serî de ragihandin dikeve dewrê û bi mehan kar dike ji bo ku aliyê desthilatdar rê ji bo pilana xwe ya êrîşê veke. Ev şerê taybet li ser ol, bawerî û kemîneyan jî tê kirin. Çanda kapîtalîst bi rêya hunerê, çêkirina rêzefîlman û înternêtê, dixwazin çanda xwe ya qirêj di nava her kesekî de bidin qebûlkirin. Civak bê ku bifikire di aliyê çand, ziman û dîrokê dê tê helandin. Em heya xwe dibinin, bi temamî ketina nava pergala desthilatdar û ji çanda xwe dûr ketine.
Qutbûna ji çiya û şerê taybet
Em wek civaka Êzidî ku xwedî çandeke bi hezaran salan e, bi parastina ol, ziman û dîroka xwe tên naskirin. Civaka Êzidî ji gelek netewan zêdetir li hebûna xwe xwedî derketine. Heya salên 1975’an dema ku Êzidî di çiyê de bûn, ev çand dihate parastin û civak nediket bin bandora şerê taybet. Lê piştî ku hikûmeta Beesê ya Sedam Hisên Êzidî ji çiya dûrkirin û li deştê komalgeh ji wan re çêkirin, şerê taybet ê li ser civakê kete meriyetê. Bi rêya TV’yan her kesek dihate xapandin. Pirsgirêkên civakî her ku diçûn zêde dibûn, çanda “şerme” di nava civakê de kêm bû, êdî gel zêde giringî bi çanda xwe ya kevnar nedida.
Li Şengalê eşîrên Ereban li derdora Êzdiyan hatin bicihkirin û Êzidî di aliyê ziman û çandî de bi çanda Ereba ve hatin girêdan. Ev girêdan di nava 50 salan de gihîşte astekî metirsîdar. Di nava Êzdiyan de dibistanên zimanê Erebî hatin vekirin. Dema zarok diçûn dibistanê pêwîst bû cil û bergên taybet li ber xwe bikin û ev yek ne li gor çanda Êzdiyan bû. Êdî bû şerm, dema kesek ji Şengalê be û bi zimanê Erebî nizanibe! Her ku diçû Êzidî dihatin helandin. Heya sala 2003’an, dema hekûmeta Sedam hilweşiya.
PDK’ê ji bo şerê taybet saziyên ragihandinê ava kirin
Di vê pêvajoyê de Êzidî ketin bin kontrola PDK’ê û Emerîka jî wê demê li Iraqê bû. Çanda kevnar û cil û bergên gelerî êdî ber bi nemanê ve diçûn. Bi rêzefîlman civak hate bêdengkirin. Civak fêrî bêkariyê hate kirin. Sîstema ku PDK’ê di nava civakê de da avakirin ew bû; her kes bibe xwedî mûçe û kar nekin. Êzdiyan ji bo hebûna xwe tu gav navêtin û bi fermanan nefikirîn. PDK’ê saziyên ragihandinê ji bo Êzdiyan avakirin û şerê xwe yê taybet li ser Êzdiyan da meşandin. Her hebûna xwe da xuyakirin û pirsgirêkên civakê veşartin. Asayîşa xwe li Şengalê zêdekir û her kesekî kêmasî kiriba û ne li gor wan be bi eşkenceyê ew bêdeng dikirin. Êdî gihîştibû wê astê ku kes dengê xwe neke ji ber PDK’ê. Ev kiriyarên PDK’ê di çarçoveya şerê taybet de bûn.
Hatina DAÎŞ’ê û qetilkirina Êzdiyan
Dema Mûsil kete destê çeteyên DAÎŞ’ê, PDK’ê hêzên xwe rêkirin Şengalê û bi rêya ragihandina xwe dan diyar kirin ku Şengal êdî herêmeke Kurdistanê ye. Gotin, ewê Şengalê biparêzin û bi vî şêwazî gelê Êzidî hate xapandin. Ji ber gelek propagandeyên xwe kirin êdî gel baweriya xwe bi van hêza ve anî heya ku DAÎŞ’ê li deriyê Êzdiyan xist. DAÎŞ’ê bi xwe jî beriya êrîşî ser Şengalê bike, bi rêya ragihandinê û belavkirina dîmenên xwe ku eşkencê li xelkê dikirin, çavê gel tirsandin. Dema DAÎŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir tu kesekî newêrîbû dengê xwe bike û ketibûn bin bandora wî şerê taybet a DAÎŞ’ê. Di aliyê din de, ew propagandeyên PDK’ê yên parastina Şengalê hemû derew derketin. Ew hêza didan xuyakirin, li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe nedan û civak di nava destê çeteyan de hiştin. Vê demê hate famkirin ku ne her tiştekî li ser ragihandina bête behskirin rast e. Hat famkirin bi ragihandinê gel tê xapandin.
Di roja ku PDK ji Şengalê reviyabû, di saetên şevê de nûçeyên hin dezgehên ragihandina PDK’ê dîmenên kevin belav dikirin û digotin “Pêşmerge gihîştine Sinûnê”, ev nûçe di demêkê de bûn ku tevahiya Şengalê radestî çeteyan hatibû kirin.
PDK li hemberî rêveberiya xweser şerê taybet dimeşîne
Dema ku Êzdiyan li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan û hêzên xwe yên parastina avakirin, PDK’ê ya ku Êzidî bi tenê hiştibûn û reviyabûn dest bi reşkirina berxwedaniya Êzdiyan kir. Di hin dezgehên xwe yên ragihandinê de digot “Êzdî hêza xwe ya leşkerî ava kirin, ev hêz wê bibin metirsî li ser olên din.” Bi vê yekê dixwestin, hêza berxwedana Êzdiyan reş bikin û ji hev belav bikin. Lê berxwedaniya YBŞ’ê û pergala wê ya rêxistinî rê li ber vî şerê taybet girtibû. Hemû pêkhateyên Şengalê cihê xwe di nava YBŞ’ê de girtin û li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan. PDK’ê ne tenê li hemberî hêzên parastinê belkû li hemberî tevahiya sazî û dezgehên rêveberiya xweser vî şerî destpêkir. Xwesetin gel ji rêveberiya xweser dûr bikin, ew pergala ku hebûna Êzidiyan pê dihate parastin ji hev belavbikin. Gelê Êzidî ku ji ber zilma çeteyan koçberî Başûrê Kurdistanê bibûn, bi rêya dezgehên ragihandinê, rêxistinên ser bi PDK’ê û kesên nêzî PDK’ê ve dihatin xapandin û ev yek heya niha dewam dike.
Her dema ku bûyerek piçûk jî li Şengalê rû bide, hemû ragihandina PDK’ê serferber dibe û çavkê kamîreya xwe didin ser Şengalê. Şengalê reş dikin, hêzên wê yên parastinê dikin hedefa dewleta Tirk a dagirker û xwe dikin qehreman. Ji ber ku destê wan nagehe Şengalê û êdî civak wan qebûl nake, niha jî di milekî de şerê taybet didin meşandin û di aliyê din de, berê gel didin koçberiyê. Dixwazin Şengalê vala bikin û Êzdiyan bê îrade bihêlin.
Di niha de, Êzidî heya astekê fam kirine ku şerê taybet çi ye û ji bo çi li ser wan tê meşandin lê beşek ji Êzidiyan taybet yên ku heya niha di bin desthiladariya PDK’ê de koçber in, lîstika PDK’ê ya şerê taybet fam nekirine û ew çi dibêjin koçber wê rast dibînin. Dema hin malbat vedigerin Şengalê û rêveberiya xweser bi hemû derfetên xwe pêşwaziya wan dike, êdî fam dikin ku ew çiqas ji aliyê PDK’ê ve hatine xapandin û ew tiştên li ser Şengalê tên gotin nerast in.