Rêxistinbûn xwe ji fermanan parastin e
Yezda Havîn
Cîhan bi hemû nijad, kom û civakan ve bi xwezayê re temenekî dirêj wext bihurandiye. Di nava zimanê vî wextê dema temenê dirêj de tecrubeyek ji keda desta girti ye. Çiqas dîtiye û jiyaye nifûsa xwe zêde bûye û di encama wê de astekî çawanî û çendînî pê re bidest xistiye. Ev tecrube bûye bingehê berhem û daneheva salan ku xwe birêve bibe. Dîrokê, bi van danehev û tecrubeyên gerdûnî bi enerjiya mirovan bingehekî ber bi civakîbûnê ve avêtiye. Bi civakîbûnê ve pirsgirêka xweparastinê jî derdikeve holê. Ji ber zêdebûna hejmarê û belavbûna mirov rê li ber qonaxeke nû vedike.
Di destpêka mirovahiyê de pirsgirêka parastinê li dijî afetên xwezayî û heywanên dirinde rû dide. Mirov ji bo xwe ji afêtên xwezayî û heywanan biparêzin xwe lihev digirin. Di encama parastinê de tekiliyê mirov bi mirov re, tekiliyê mirov bi xwezayê re di nava jiyaneke aram, yekgirtî û azad de pêş dikeve. Dijminatî di navbera mirovan de nîne, hevûdû kuştin nîne, berovajî dostayî heye, hevûdû dana jiyandin heye, li hevûdû xwedî derketin heye û li beramberî hevûdû berpirsyartî heye. Ev jî feraset û zîhnîyeta civaka exlaqî û polîtîk a demokratîk bixwe ye.
Di gerdûnê de her zindî xwedî mafê parastinê ye. Heta parastin mafekî xwezayî ye. Mirov jî yek ji cureyê zindiyên xwezayê ye. Her zindî xwe bi pergalekê diparêze. Rêber Apo di derbarê vê mijarê de wiha dibêje; ‘’Gulek ji bo xwe biparêze stiriyê xwe hene.’’ Di vê wateyê de gul jî xwe bi stiriyê xwe diparêze. Di xwezayê de her heywan an jî nebat, hinek bi bêhnê, hinek bi hîs, hinek bi qiloç, hinek bi hêz û her wiha mirov jî bi aqilê xwe xwedî pergala parastinê ye. Rêber Apo jî got, ‘mirov gerdûna biçûk e’, di vê wateyê de çawa hemû zindî xwe di pergala gerdûnê de diparêzin mirov jî bi aqilê pergala xwe yî gerdûnî dikare hêza parastina xwe nîşan bide. Di heman demê de mirov di dema xwezaya civakî de wekî fîzîk zindiyê herî lewaz e. Ji ber hêza mirov wekî ya şêr û gur nabe yek. Lewma ev lawaziya di mirov de dibe sedemê ku her lêgerîna tekoşîna xweparastinê pê re pêşkeve.
Li ku dere mirov hebe li wê dere parastin heye
Di vê wateyê de, parastin bi çêbûna mirovahiyê re derketiye holê. Li ku derê mirov hebe li wê de parastin jî heye. Lê parastin li gorî dem û cih diguhere. Ji ber mirov ruxmê hemû astengiyan jî neçar e hebûna xwe ya jiyanî, aborî, civakî û polîtîk bi parastinê bidomîne. Eger ev nebe nikare jiyaneke serbixwe û azad bidestxe. Ji ber vê yekê bingehê parastinê, aboriya serbixwe ye. Her kom an jî civak berî her tiştî divê çavkaniya pêdiviyên maddî û manewî peyda bike. Civaka xwe nespêre çavkaniya aboriya serbixwe, nikare li beramberî êrîş û xeteriyan hebûna xwe li ser pîyan bihêle. Di dîrokê de ji klan û eşîran heta etnîsîteyan yanî rêveberiya serbixwe ya heremî tekiliyê bi axê re, bi çand û çandiniyê re û bi xwedîkirina heywanan bê ku mihtacî kesî bibin têra xwe kirine. Tekiliyê bi axê re reha dilê jiyana mirov lêdixe. Şewqa jiyana azad ji vir dipişkive û ji vê de şewq dide. Ev, di civakan de baweriya hêza cehwerî pêşdixe. Êdî ji xwe bawer dibin, vîna xwe dibînin, hêvî û bendewariyê wan ji wan çêdibin. Ev xalekî gelek girîng e. Lewma dewlet-netew bi salan e tekiliya civakê ji ax, çand û çandiniyê biriye. Gund bêwate kirine, herkesî ji gunda didin revandin û dikişînin bajaran. An jî ji ked û berhemdayînê qut dikin û dikin koleyê diravan. Bi vê yeke vîna gel dişikînin, ji xwe bêbawer dixin û pê re bi xwe ve girêdidin. Niha jî hem dewleta Iraq’ê û hem jî PDK’ê herî zêde vî şêwazî wekî sê çekên kîmyewî li hemberî civaka me ya Êzîdî bikaranîne û bikartînin. Yek; tirs, du; dirav. Di esasê vê de jî ji xwe bêbawer xistin û hêviyê wan bixwe ve girêdan heye. Ev jî tê wateya tinebûn û ziwabûna rehê jiyanê.
Yek ji sedemên parastinê bawerî ye
Di vê wateyê de bingeha xwe parastinê, berî her tiştî bi aboriyê re zanîst û hêza xwebûnê ye. Dema mirov xwe nas bike, koka xwe nas bike, çanda xwe nas bike, dîroka xwe nas bike wê pêşeroja xwe jî li ser esasê xweparastinê ava bike. Klan û qebîle ruhê parastinê bi tekiliyê komîn û koman ve pêşdixe. Vê yekê ger bi pîrozkirina Totem, ger bi pîrozkirina heywanekî û ger bi pîrozkirina stêrk, heyv û rojê baweriyê xurt dike. Her klanek baweriya xwe bi remzekê tîne. Bi rêya baweriyê girêdaneke manewî ya hevbeş di endamê klanan de ava dike. Yek ji sedemê parastinê jî bawerî ye. Ji ber ku bawerî nirxê civakê yê hevbeş temsîl dike. Ya rastî bawerî yekîtî, şêwr, bi hevre tevgerbûn û zanebûna civakî ya navxweyî pêşdixe. Ev rastî her çiqasî têra êrîşên ji derve neke jî bingehekî sereke li dijî xeteriya ji derve ava dike. Dîrok di vê wateyê de bi tecrube û mînakan têr û tije ye. Gava em di vê wateyê de dîroka civaka xwe ya Êzîdî di ber çavan re derbas dikin; dibînin ku ti kom, hindikayî û gel bi qasî baweriya Êzîdxanê xurt nîne. Lê ji ber hêzeke xwe ya rêxistinî û pergaleke xwe ya parastinê nîne, her bi zorê ji cihê xwe bûye, koçber bûye, hatiye kuştin û her wiha gelek êş û jan kişandiye.
Li cihekî êrîş hebe, li wê derê parastin jî heye. Di vê wateyê de her êrîş di hinavê xwe de feraseta parastinê jî dihewîne. Êrîş nebe parastin jî nîne. Ji ber îro li her derê êrîş heye, li her derê şer û pevçûn jî heye. Zîhnîyeteke xerab dinyayeke xerab e, dinyayeke xerab jî şer û pevçûn e. Lê wekî di dîrokê de jî hatiye dîtin, her zîhnîyeteke xerab bi zîhnîyeteke baş hatiye bidawîkirin. Ji ber ku her êrîş bi destê zorê mal û milkên gelan desteserkirine. Wekî ji vê jî tê fahmkirin bingeha êrîşan jî zor bixwe ye. Bingeha zorê jî mulkîyet bixwe ye. Bingeha mulkiyetê jî ezezîtî ye. Di vê wateyê de gava em, koka zîhnîyeta êrîşan bikolin, dikarin wiha birêz bikin; ezezîtî mulkiyetê, mulkiyet zorê, zor êrîşan, êrîş desteserkirinê, desteserkirin jî wêranî û talankirinê bixwe re tîne. Eger mirov ne dijminê mirov be, wê êrîş jî çênebe. Eger di nav însanan de aşitî, yekîtî, hevsengî, azadî hebûya pêwîstî bi parastinê jî nedibû. Lê ev ruh û zîhnîyet ji aliyê pergala modernîta kapîtalîzmê hedef hatiye girtin. Bi taybetî eger em sedsala 17’mîn, 18’mîn û 19’mîn de yanî 300 salên dawî di ber çavan re derbas dikin hem li Rojhilata navîn û hem jî li cîhanê bi desthilatdariya hêzên hegemonîk ve kom û hindikayiyên wekî Êzîdî, Suryanî, Keldanî, Ermenî û bi qirkirina sîyasî û desteserkirinê re rû bi rû mane. Ev kom û hindikayî bi êrîşên tevkûjî, koçberî û wêrankirinê ji hev belavkirine. Tenê ji bo tine nebin berxwedan û tekoşînek bêhempa dane nîşandan û heta îro karîbûne hebûna xwe biparêzin.
Parastin rêxistin e, rêxistin parastin e!
Gava em di çarçoveya êrîş û parastinê de civaka me ya Êzîdxanê bigirin dest bi rastiyeke pir cûda re em rû bi rû dimînin. Ev rastî mirov di gelek aliyan de dide fikirandin, gelo çima civaka ku di 74 fermanan re derbas bûye bê parastin maye? Û her wiha gava mirov van pirsan dixe ber lêpirsînê du xalên esasî yên ku civaka me ya Êzîdî xwestiye lawaziya xweparastinê pê derbas bike derdikevin pêşberî me. Yekem; parastina baweriyê, Duyem; hejmar zêdekirin! Di serdema modernîta kapîtalîzmê de ku êrîşên manewî, bawerî, paşeroj û nirxên hevbeş dike, tenê bawerî û zêdekirina hejmarê nikare rê li ber êrîşan bigire. Berî her tiştî wekî ku Rêber Apo dibêje; ‘’Li Kurdistanê pelek jî bêrêxistin naheje.’’ Ev tesbît heqîqetekê radixe ber çavan ku divê wekî nan û av em li ser rêxistinbûnê rawestin. Pirsgirêka xwe parastinê pirsgirêka xwerêxistinkirinê ye. Yanî rêxistin parastin e, parastin rêxistin e. Wê wextê xwerêxistinkirin çî ye? xala herî sereke welatparêzî ye, hezkirina axê ye, girêdana welat e, zanebûna dîrokî ye, yekîtiya civakî ye û pergala xwe parastinê ye.
Niha dewleta Iraqê û PDK’ê parastina malbatî derdixin pêş. Helbûkî ne mimkûn e ku parastina malbatî bêyî parastina civakî pêşbikeve. Ev feraset pir şaş û xeter e. Ji ber tenê parastina malbatî jihevxistina civakî ye. Lewma pêwîst e parastina malbatî di parastina civaka xwe de û parastina civakî jî di parastina xaka Şengalê de bibîne. Di dîrokê de jî bi sedan salan malbatan parastina xwe bi eşîrên xwe re, eşîr jî parastina xwe bi yekîtiya eşîran re pêş xistine. Lewma di vê serdemê de, rêya azadiya gelan di rêya parastina civakî re derbas dibe. Wê wextê hestên azadiyê bi xwe re hestên parastinê jî ava dike. Di vê wateyê de parastin û azadî yekîtiya malbat û eşîran e. Îro malbat û eşîrên Êzîdxanê ji yekîtî bêtir belavbûnekê dijîn. Ji ber vê sedemê gelê me yê Êzîdxanê bi 74 fermanan berdelên gelekî giran daye. Ji bo xwe ji fermana biparêze neçar e bi tevlêbûna Rêveberiya Xweser re xwe komî hev bike û ev belavbûna heyî derbas bike.
Çiyayê Şengalê dostê rojên teng e
Civaka me ya Êzîdî û Çiyayê Şengalê bi êrîş û berxwedanan, wekî rehê xwe li hev bibêçin xwe li hev pêçane. Wekî darê bi rehê xwe ve sitewiyayî, bi hev re sitewiyane. Di vê wateyê de, têgîna Kurd, çiya û parastin şêweyê felsefa jiyana azad e. Kengî êrîş li ser wan çêbûye berê xwe dane çiya û çiya jî hembêza xwe ji wan re vekiriye. Kom bi kom, malbat bi malbat tevî çîrokên xwe hatine Çiyayê Şengalê. Ji bo azad bijîn, xwe ji fermanan biparêzin û hebûna xwe berdewam bikin hatine… Ji ber çiya dostê rojên teng e. Sedam Huseyîn ji bo rehên dostên lihevpêçayî qut bike bi feraseta nijadperestî, dewletperestî û desthilatdarî êrîş kiriye. Her êrîşekî bi fermana tinekirin û qirkirinê destpêkiri ye. Dîroka berxwedana Çiyayê Şengalê li ser çîrokên heyî çîrokên nû zêdekirine. Niha binê Çiyayê Şengalê ji kun û ji şikeftan wekî kunê seradê ye. Her kun û şikeftek stargehek e, xwedî çîrokek e. Gava çavê bi tirs noqî wan dîwaran dibûn, çîrok û hafiza fermanên meşa ber bi Çiyayê Şengalê ve, zor û zahmetiyên mezin ku kişandine zindî dibûn. Jixwe hestên bi tirsê distewin di hafiza mirov de her zindî ne. Di vê meşa bêserûbinî de xizantî, birçîbûn, tîbûn heye û heta gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane. Lê meşekî ku hêviya parastina baweriya pêşerojê tê de xurt bû dîtine. Lewma Çiyayê Şengalê ji bo parastin û baweriya civaka me ya Êzîdî pîroz e. Civaka Êzidî ruhê xwe bi baweriyê û bawerî jî bi Çiyayê Şengalê re parastine. Sedam Huseyîn ev çîya ji civaka Êzidî re zêde dîtiye û di sala 1975’an de ew ji Çiyayê Şengalê bi darê zorê daxistine deştê. Piştî wan dadixe deştê, mal û milkê wan dişewitîne. Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya û behsa wan kêliyan bikira. Armanca ku ew ji çiya daxistina deştê, qutkirina rehê berxwedan û xweparastina civaka Êzidî û teslîmgirtina wan e. Çiya çawa çeper e, deşt jî ewqasî bêçeper e. Yanî hedef ne çeper e, hedef mirov bixwe ye. Ji ber li deştê çepera ku mirov tê de şer bike û xwe tê de biparêze nîne. Wekî di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ku DAÎŞ’ê raste rast bi êrîşê deştê kirin, civaka me ya Êzîdî neçar ma ku çareyê di revê de bibînin. Ji ber ku li deştê ne kevirekî xwe bidin ber û ne jî çekekî pê şer bikin di destê wan de hebû. Heta ber bi Çiyayê Şengalê ve hilkişiyan, bi hezaran hatin kuştin, dîl ketin û her wiha derfetê xweparastinê nedîtin. Ew dîmen hîn di hefiza me teva de zindî ye.
Armanca DAÎŞ’ê qelandina koka civaka Êzidî bû. Lê gerîlayên azadiyê bi komeke biçûk pêşiya vê kok qelandinê girtin. Bifikirin bi hezaran ciwanên Êzîdxanê hene, lê ji ber ne xwedî pergaleke xweparastinê ne xelasiya xwe di revê de dibînin. Ev rev hîn bêtir DAÎŞ’ê bi cesaret dike, har û dîn dike û êrîşkar dike. Nimûne, rast e komeke gerîlayên azadiyê ya biçûk hebû, lê xwedî pergalekê parastinê ya mezin bûn. Eger mîna koma gerîla komek ciwanên Êzîdxanê jî xwedî heman tecrubê bûna wê DAÎŞ’ê ewqasî bilez pêş ve neçûya. Teqez wê pêşiya wan bigirtana û ewqasî jin, zarok û Êzîdî neketibana destê çeteyan. Bifikirin, hinekan dayikên xwe li şûna xwe hiştibûn û bazda bûn. Civaka ku nikaribe dayika xwe ji fermanê xelas bike ew civak mirina herî kûr dijî. Ji ber vê heqîqetê civaka Êzîdî jî wekî her civakekê neçar e pergala xwe ya parastinê ava bike. Eger pergala parastinê xwe nespêre hêza xwe cehwerî wê nikaribe li beramberî êrîşan îrade nîşan bide. Parastina yekemîn zîhnîyet e, ya duyemîn çîya ye, ya sêyemîn çek e û ya çaremîn şerkirin e. Rêveberiya Xweser a Şengalê xwedî van hemû derfetan e.
Eger parastina cewherî nebe ferman heye
Di Fermana 3’ê Tebaxa 2014’ an de civaka me ya Êzîdî bawer nedikir 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê ew di nav lepê DAÎŞ’ê de berdin û bazdin. Ev jî bû dersek, eger civakek xwedî hêza xwe cehwerî ya parastinê nebe û xwe ji fermana neparêze, wekî heman fermanê wê di bin êrîşan de biperçiqe û bi komkujiyê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê piştî fermanê pêwîstî bi rêxistinkirina YBŞ-YBJ’ê û pergala Rêveberiya Xweser hate dîtin. Rêveberiya Xweser pêwîst e bi qasî parastina zîhnî parastina cewherî jî pêş bixe. Ji fermana 2014’an heya niha ked û hewldaneke mezin hate nîşandan. Bi taybetî yên ku pêşengî ji vê hewldanê re kirin, Şehîd Mam Zekî, Şehîd Seîd, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Şehîd Egîd, Şehîd Dilşêr û her. wiha bi sedan ciwanên Êzîdî û gerîlayên azadiyê bi ruhekî fedayî û bi destaneke dîrokî bingehek ava kirin. Di encama vê berdêla giranbuha de, îro Rêveberiya Xweser bi sazî û dezgehên xwe pêşketineke pir cidî di aliyê sîyasî, leşkerî û rêxistinbûnê de bidestxistiye. Cara yekemin e ku civaka me ya Êzîdî rêxistineke navxweyî û hêzeke hundirîn ava dike. Di vê pêvajoyê de, pêşketin û guhertinên mezin jî çêbûne. Ev kêfxweşî û dilşadiyeke mezin e.
Piştî ku YBŞ-YJŞ’ê rehê zanebûna xweparastinê berdan nava tevahî civakê, ev metirsiyeke mezin di dewleta Tirk, PDK û Iraqê de ava kir. Lewma ev fikar û metirsî bingeha Peymana 9’ê Cotmehê danî. Peymana 9’ê Cotmehê di esas de tinekirina hebûn û îradeya parastina Şengalê bû. Bi taybetî çima Asayîşa Êzîdxanê kirin hedef? Ji ber ku Asayiş hêzeke parastina civakî bû. Armanc civakê bêparastin hiştin bû. Lê helwest û berxwedana civaka me ya Êzîdî ev peyman pûç kir. Lê ev nayê wê wateyê ku em bi temamî bêjin xeteriya Peymana 9’ê Cotmehê rabûye. Lê mirov dikare vê xeteriyê bi zanebûn û rêxistinkirina cehwerî bêwate bike. Nimûne dema artêşa Iraqê êrîşî Asayişa Êzîdxanê dike, gel li berxwe dide û li pêşiya êrîşan radiweste, fermandarekî artêşê ji leşlerekî Êzidî re wiha dibêje; ‘’Êzîdî çiqas guherîne, berê du leşker serê hemû Êzidiyan biperçiqanda jî yekî newêrîbû dengê xwe derxista. Lê niha em bi tank û hêzeke mezin hatine jî nikarin bi wan.’’ Wekî ji vê mînakê jî tê fahmkirin civakeke rêxistinkirî dikare xwe ji her cure êrîşên derve biparêze.
Gava em parastinê di çarçoveya zîhnîyet û şêweyê pergala kapîtalîzmê de digirin dest, guhertinên berbiçav ên herî xeter dibînin. Wê çaxê ev şêweyê xeternak çi ne? Bi rêya teknîk û zanistê êrîşî tevahiya nirxên civakê dike, wekî çand, huner, ziman, dîrok, aborî, sîyasî û erdnîgarî. Pergala modernîta kapîtalîzmê ku ji bilî çîn, dewlet û serweriya xwe ti kesî nas nake, her cure şêwazî bikartîne û hebûna nijad, gel û civakan di nava xwe de dihelîne, belav dike û difelişîne. Ya rastî civak hebûna xwe bi çi heyî dike û bi çi diparêze, wê hedef digire. Dîyardeya ku bingeha nasnameya civakî îfade dike, tevahî bi xeyalê pêşeroja cîhanî di mejî û fikir de ditevizîne. Vê jî bi jibîrkirina hafiza dîrokî, bi nenaskirina heqîqeta koka civakî û bi helandina jin û ciwanan dike. Ev jî bi xwe re, pêwîstî bi avakirina pergala xweparastinê ferz dike. Di vê wateyê de divê em jî wekî Şengal li beramberî vê rastiyê hê bêtir xwe bi hafiza dîrokî, bi naskirina heqîqeta koka civakî û bi perwerdekirina jin û ciwanan bigihijînin asta xwebûna ku hebûna me dixuliqîne. Ji bo em bersiva fermanan bidin, dil û mejiyê xwe bi Rêveberiya Xweser re bikin yek hêz, yek deng, yek reng û yek îrade. Asta têgihiştina wê asta serkeftina wê dîyar dike. Bi vê zanebûnê divê em destpêkê xwe, malbata xwe, cîranê xwe û bi civaka xwe re di nava yekbûneke tekoşîn û berxwedanê de tevbigerin.
Eger em bi xwe bawer bin, bi hêza xwe bawer bin û ji xwe hêvîdar bin tiştekî em bisernexin nîne. Bawerî hêz û serkeftin e, hêvî moral û şadîbûn e. Ev derfet jî di destê me de heye, tenê em bi zanebûna parastinê xwe birêxistin bikin û pêşeroja xwe azad bikin.