Dîroka Fermanan Beşa 2

 

  • Fermanên Sedsala 15’emîn ( 1400 -1500)

38- Fermana Celaledîn Alamîr ( Sala 1400 )

Di sala 1400’an de Celaledîn Alamîr Mîran Şah kurê Teymurlenk, li Mûsilê bi xwîna gelê Mûsilê û gelê hawîrdora wê deverê sor kir, talan û wêran kir.

39- Fermana Şewitandina Laleşê ( Sala 1409’an )

El-zergelî got: ‘’Gora Şêx Adî di sala 1409’an de hate şewitandin.’’ Di kitaba El Maqrîzî de jî hat nîvîsandin di vê salê de gora Şêx Adî ya li Hekarî hatiye şewitandin lê nayê zanîn kê û çima şewitand.

40- Êrîşa Celaledîn Yusif el-Hilwanî ( Sala 1414’an )

Hatina fermandarekî bi navê Celaledîn Muhamed bin Îzidîn Yusif el-Hilwanî tevî hêzên çekdar ji axa Romê, dest bi fermanekê li ser Êzidiyan li Çiyayê Hekarî kirin. Li gorê xwesteka ilmdarekî şafîî bi navê Celal el-dîn Muhemd, Mîrê Cizîra Botan Îzedîn el-bextî, Mîrê şiranş ya girêdayê Dihokê tugil a Kurdî û Mîrê Keleha Hezqîl Şems el-dîn el-Cerdqelî alîkarî dan Celal el-dîn. Bi hevdû re berê xwe dane Çiyayê Hekarî. Ji bo ku dest bi fermanê bikin û tê gotin ku hejmareke mezin ji civaka Êzidî hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin. Ew kesên ku dîl girtibûn li ber gora Şêx Adî kom kirin û gor xerakirin û hestîyên wî jî derxistin û şewitandin. Ji wan re jî gotin ‘’ev însanê we yê pîroz ka çima nikarî xwe biparêze. Her wiha hukimdarê Keleha Heskîfê jî li gel Celaledîn bû û bi hev re dest danîn ser mal û milkê gel. Tê gotin ev cara sêyemîn e ku destdirêjî li ser gora Şêx Adî tê kirin.

41- Rûxandina Laleşê ( Sala 1415’an )

Di sala 1415’an de ji aliya siwarên olperest gelek Êzîdî hatin kuştin û disa li pêşberî wan ziyaretê Şêx Adî hat vekirin û hestiyen wî jî dîsa şewitandin.

42- Êrişa Çerkezên Misrê ( Sala 1448’an )

Pir êrîş li ser wilayetên Êzîdiyan hebû di milê Bîlad al Şam û Tirkiye jî wekî wilayetên Kilis-Heleb- Qesîr-Antakya hwd. Di sala 1448’an ji aliya Çerkezên Misrê di bin fermandariya Tahir Qanso û hin eşîretên Kurdan wek Qadiriya û Germiyan, êrîş li ser wilayeta Kilis ya Êzîdiyan kirin. Di vê êrîşê de mîrê Êzidiyan (Hebîb) hat kuştin û pê re jî çi li ber çavên wan ket talan û wêran kirin.

43- Fermana koçberkirina hemû Êzidiyan ji Germiyanê ber bi Musilê ve ( Sala 1451’an )

Di vê salê de hemû Êzîdî ji Germiyan hatin koçberkirin û li dora Musilê hatin bicihkirin.

44- Fermana Uzun Hesan Qere Bolok ( Sala 1464’an )

Ji rêveberên eyla tirka (Akkoyunlu) yek bi navê Uzun Hesan Qere Bolok li Heskîfê êrîşê Êzîdiyan kir. Hijmarekî gelek mezin ji wan hate kuştin. Ev êrîş pir dijwar bû heya astekî ku gundekî bi giştî hatin qetil kirin. Artêşa êrîşker di bin fermandariya Xelîl Beg de bû.

  • Fermanên Sedsala 16’emîn ( 1500-1600 )

45- Fermana Îbrahîm Xan

Di serdema Nadir Qulî de, birayê wî waliyê Azarbîcanê Îbrahîm Xan fermandarê artêşekî bû. Ev artêş di bin fermandariya wî de êrîş biribû ser Êzîdiyên Azarbîcanê. Êrîş ji Bilbeasê destpêkir heya bi Miragê û Sildoz ve çûbû. Di vê êrîşê de hijmarekî mezin ji Êzîdiyan hatin kuştin. Nêzîkê 1500 malbat hatin girtin û her tiştên wan hatin dizîn. Li gorî dîroknasan nêzîkê 18 qebîle li vê herêmê jiyan dikirin. Ji van eşîran jî Mehmudiyan Dunbelan, Buxtî, Bazugî, Bradot, Buşkî, Şikla, Reş, Birav, Mendgî, Şikakî, Dagorî, Şiflî, Nadimî, Şemzikî, Mugrî, Sîcargî, Artuşî, Kerfelî, Zikrî, Dumbelî û hwd. hebûn.

46-Fermana Mîrê Erdelan li Dijî Hêzên Hisên Begê Dasinî

Eşîreta Dasiniyan bû armance pir êrîşan, bi taybet di serdema mîrê Kurdan Izedîn el-Bextî ku di dema wî de Mîr Teymûr el-Arecî hakim bû. Dema ku Sultan Suleyman di sala 1534’an de xîlafet girt û bû Sultan, dît ku Izedîn Şêr ku Êzidî bû û waliyê Hewlêrê bû, gotinên wî guhdar nake. Lewma xwest wî bikuje û wîlayete Hewlêrê bide destê Mîr Hisên Begê Dasinî. Di wê deme de herêma ku girêdayî wîlayeta Hewlêrê Misilman jî lê dijîn. Lewma misilmanan qebûl nedikirin ku yekî Êzidî wan birêve bibe. Lewma Mîr Seyfedîn xwe gihand mîrê Erdelanê û alîkarî jê xwest da Mîr Izedîn Şêr bikujin. Lê Mîrê Erdelan daxwaza wî qebûl nekir. Seyfedîn vegeriya Hewlêrê û bi navê cîhadê bang li hemû misilmanan kir ku êrîşê Êzidiyan bikin.

Bi hovane êrîşê Hewlêrê kirin û şerekî dijwar qewimî. Tê gotin ku artêşe Dasiniyan şer winda kirin û 500 kes ji hêzên Dasiniyan hatin kuştin. ji bo wê Sultana Osmaniyan bang li Hisên Begê Dasiniyan kir û Hesabê binketinê jê xwest. Di dawiyê de Hisên Beg li astana hat îdam kirin. Hisên Beg Dasinî bû, lê waliyê Şêxan jî bû, lewma kuştina wî ji aliyê Sultan Suleyman Qanunî ve bû sedema nerazîbûna Êzidiyan. Êzidî bi vê hêrsa xwe êrîş birin ser Osmaniyan. Di wê demê de yekem car bû ku Osmanî bi riya bawerî, fermî fetwaya kuştina Êzidiyan dabû.

47- Êrîşa Ismaîl el Sefewî ( Sala 1507’an )

Di sala 1507’an de Ismaîl el Sefewî fermanekî li ser Êzîdiyan birêvebir. Êzîdî li hemberî vê êrîşê li berxwedan û hijmarekî mezin ji artêşe Sefewiyan kuştin. Lê artêşe Sefewî warên Êzîdiyan bi taybet Şengal dagirkirin ku wê demê de bin dagirkeriya qizilbaşan de bû. Şerî wî ji 1504’an heya 1509’an berdewam kir.

48-Êrîşa Biryak Begê Moxolî ( Sala 1508’an )

Di sala 1508’an de Biryak Begê Moxoliyan êrîşê Êzîdiyan kir. Ji wan pir kes kuştin, cih û warên wan talan kirin.

49-Fermana Qizil Baş (Al-Sefewî) ( Sala 1516’an )

Êzîdiyên Şengalê di sala 1516’an de bi hevkariya mislimanên sune, di bin fermandariya Omer Beg û Kerkud Buxten de bi alîkariya bavê al Mewahib kurê Îdrîsê Bidlîsî, şerê qizilbaşan kirin û ji wan nêzî 200 kes kuştin. Piştî kuştina (qerxan) biraye waliyê Amedê, hemû herêmên weke (Aran, Şengal Cermîn, Bîraçek, Mêrdîn) di bin serweriya Êzidiyan de bû.

50- Êrişa Osmaniyan li ser Îmareta Kîlîsê ( Sala 1516 – 1517’an )

Osmaniyan xwestin Misrê dagir bikin û hêz ji xwe re kom bikin. Di wê demê de Sultanê Osmaniyan bang li Êzîdiyan kir tevî Amîrê wan Qasim. Wê demê Îmareta Kîlîsê di destê malbata (Şêx Mend el Şemsanî ) de bû. Rusipiyen Êzîdiyan û Amîrê wan Qasim û kurê wî Cenbula çûn Stenbolê bi daxwaza Sultanê Osmaniyan. Di heman demê de amîrê Helebê Qerac Paşa peyam ji Sultan re şand û jê xwest Êzîdiyan bikuje. Sultanê Osmaniyan xiyanet li mêvanên xwe kir û hemû tev amîrê wan Qasim kuşt.

51-Êrîşa Hesan Kurê Seyfedîn Mîrê Amêdiyê ( Sala 1534’ an )

Hesan kurê Seyfedîn Mîrê Amêdiyê, sala 1534’an fermandariya fermanekî li Îmareta (desîn) Dihok kir. Piştê çûyîna Hesan li gel Şahê Sefewî Îsmeaîl el Sefewî û xwe girêdayî wî kir, êrîşê Dasîn kir. Bi giştî Şêxan xist destê xwe û tevlî wilayeta xwe kir.

52-Êrîşê Sultanê Osmaniyan Silêman Xan Qanunî ( Sala 1570’an )

Fermane Sultanê Osmaniyan Silêman Xan Qanunî di sala 1570’an de hat destpêkirin û fetwa ji aliye muftiyê dewletê derket û tê de kuştin û dîlgirtina Êzîdiyan serbest kir û heya firotinên wan jî li sûkan helal kirin.

53- Fermane mîrê Botanê Elî Seydo Beg Di Sala 1585’ an De

Di sala 1585’an de Mîrê Botanê Elî Seydo Beg, fermandariya arteşekî mezin kiribû, ev artêş berê xwe dabû Şengalê û li dijî Êzdiyan êrîş destpêkir. Di vê êrîşê de 600 Êzidî hatin kuştin û hijmarekî mezin ji jin û zarokan hatin revandin.

  • Fermanên sedsala 17’emîn (1600 – 1700)

56-Fermana Murad Paşa ( Sala 1607’an )

Di sala 1607’an de jî serhildan li dijî Osmaniyan bi pêşengtiya Êzidiyan destpêkir. Ji van serhildanan jî Serhildana Elî Paşa Canpolatê Êzidî bû. Di hêza Êzidî de herî zede Êzidiyên Efrînê hebûn ku ji artêşa Murad Paşa ya Osmaniyan reviyabûn. Ev serhildan bi avakirina hikumetekê bi encam bû, lê dirêj nekir.

Di sala 1607’an de ji milê Murad Paşa ve artêşekî bi 40 hezar kesî hat amadekirin. Ev artêş ji Kurdên Qadirî ya Meraşê û Botanê ve pêk dihat. Armanca vê artêşê bidestxistina wilayeta Kîlîsê bû ku di bin serweriya Mîrê Êzidîyan Canpolat de bû. Di 24’ê Cotmeha sala 1607’an de êrîş destpêkir û şerekî giran li Deşta Aroj a nêzî Efrînê-Helebê qewimî. Di vî şerî de bi dehhezaran kes ji hêzên Mîr Elî Canpolat hatin kuştin. Her wiha Osmanî dest danîn ser bajarê Helebê û gelek cihên din ên Êzidiyan jî.

57- Fermana Niduh Paşa ( Sala 1607’an )

Osmaniyan, ji dema avebûna xwe ve her êrîş û fermanan li ser Êzîdiyan kirine. Di sala 1607’an de Niduh Paşa fermanekê li ser Êzîdiyan radike û êrîşê Şangalê dike, di vê êrîşê de serê 27 hezar Êzidiyan hate jêkirin. Lê bi kuştina7 hezar leşker ji artêşa Osmaniyan, Êzidî biserdikevin. Ji bo parastina xwe, Êzidî xwe dispêrin çiyayên Şengalê.

Piştî ku Osmanî fêm kirin ew nikarin Êzîdiyên Şengalê bin bixînin, û ji ber ku Kurd bi şer kirina xwe dihatin naskirin, berê waliyên Amedê dan Şengalê.

58- Fermana Qeraçîqey Xan ( Sala 1624’an )

Di sala1624’an de Qeraçîqey Xan fermandariya fermanê kir û êrîşê Şengal kir. Pir kes hatin kuştin, jin û zarok jî hatin revandin. Cih û warê Êzîdiyan heya Mardînê xistin bin desthilatdariya xwe û ev deran dagirkirin. Piştî wê, Qizilpaşiyan jî Mûsil û Kerkûk dagirkirin.

59-Fermana Ehmed Xan Al-Sefewî ( Sala 1636’an )

Ehmed Xan el Sefewî, êrîşê Êzîdiyan kir mal û milkê wan girt û hijmarên zêde kuşt û serkeftina xwe wekî mizgînî da Şah Abbas el Sefewî.

60- Fermana Ehmed Paşa Waliyê Amedê ( Sala 1638’an )

Di serdema Sultan Ibrahîm Qadir de, Waliyê Amedê Ehmed Paşa fermanekê li ser Êzîdiyan pêkanî. Hêza ku tevlî êrîşê bû 70 hezar kes bûn. Wan 13 hezar kuştin û 12 hezar jî esîr girtin ku hemû jî Êzîdiyên Şengalê bûn.

61-Fermana Qral Ehmed Paşa li ser Şengalê ( Sala 1640’an )

Ehmed Paşa dibêje: “Min çiyayên Şengalê dorpêç kir, êrîşê Şengalê kir. Min ji wan deh hezar kes kuştin û hijmareke zêde girtin.” Sultan paşa piştî ku Şengal wêran kir û her tiştê wê talan kir dîsa berê xwe da Amedê.

63- Fermana Şah Ehmed Paşa ( Sala 1650-1651’an )

Piştî Murad Paşa, Şah Ehmed Paşa di navbera salên 1650 û 1651’an waliyê Amedê bû. Di nav Kurdan de weke dijminê mezin yê hemû wîlayetên Kurdan tê naskirin. Li hemberê Kurdan û îmaretên wan pir bi kîn bû, kîn û nefretê ji Êzîdiyan dikir. Di sala 1639’an de êrîşê Şengal kir. Wê demê waliyê Amedê bû.

Di sala1656’an de bi hinceta hebûna Êzîdiyan di nav hêzên Bîdlîsê de, êrîşî Mîr Evdalê Bîdlîsê kir. Di rastiyê de jî Mîrê Bîdlîsê û Mîrê Êzîdiyan bi hev re li hemberî Osmaniyan dibûn alîkar. Ehmed Paşa bi artêşa ji 40 hezar kesî, ji Amedê êrîşê Şengalê kir.

64- Fermana Waliyê Wanê Şemis Paşa ( Sala 1650’an )

Piştî îdamkirina Mîrê Êzîdiyan Mîrza Dasinî, di dema Sultantiya Muhemedê çaremîn de, Di sala 1650’an de Waliyê Wanê Şemis Paşa fermandariya fermanek gelek mezin li ser Êzidyan kir.

65- Fermana Şemis Paşa li dijî eşîretên Êzîdiyan (sêbke – al-heyderiya)

Şemis Paşa gelek dek û dolaban li ser Êzidiyan dabû meşandin. Yek ji wan jî ew bû ku daxwaz ji Êzidiyên derveyê sînorên Osmaniyan yên weke Ermenîstan û Rusyayê dikir ku vegerin gundên xwe, lê dema vedigeriyan yan bi darê zorê mislimantî li wan ferz dikirin, yan jî wan mecbûr dikirin ku her sal pereyekî gelek mezin pêşkêşî Osmaniyan bikin. Bi vî awayî civaka Êzidî dihatin xapandin. Ji ber ku hêza civaka Êzidî ne mezin bû nedikarîn li hember Şems Paşa serîhildin û bi vî awayî gelek Êzidî bûn misilman.

66- Fermana Waliyê Amedê Mistefa Paşe Firarî ( Sala 1655’an )

Waliyê Amedê Mistefa Paşa Firarî, sala 1655’an bi fermanekê ji Sultanê Osmanî gelekî ferman li ser Êzîdiyan rakir. Hemû jî bi awayekî hovane bûn. Şûn û warê wan talan û wêran dikirin jin û zarokan direvandin.

67- Fermana Duyemîn a Mistafa Paşa ( Sala 1666’an )

Di sala 1666’an de di bin fermandariya Mistafa Paşa de fermaneke duyemîn li ser êzîdiyan hate rakirin. Lê ev ferman bi ser neket û negihîşt encamekê.

68- Fermana Sêyemîn a Mistafa Paşa ( Sala 1667’an )

Mistafa Paşa dema ku cara duyemîn xwest ferman rake lê nekarî, careke din jî ferman li serê civaka Êzidî anî lê ev êrişa wî carek din jî bi serneket.

69- Fermana Ehmed kurê Şêx Muhemed el Fedlonî ( Sala 1699’an )

Ehmed kurê Şêx Muhemed, bi navê Mihdiyê derewker dihate naskirin. Hêzekê ji 50 hezar kesî avakir û dest danî ser hijmarekî gundan. Qubad Beg Mîrê Behdînanê, hêzekê şand ji bo pêşiya Mehdî bigirin, lê nikarîbûn zêde bimînin û binketin. Pişt re Êzidîyan alîkarî ji rêveberiya Mûsilê xwestin. Waliyê Mûsilê wê demê xwe gihand Êzidiyan û artêşek şand. Şer dirêj û bi xwîn qewimî û bi mehan berdewam kir heya ku Mehdî binket û hêzên wî reviyan.

70-Fermana Kablan Paşa ( Sala 1674’an )

Kablan Paşa xwest Êzîdiyên Şengalê bi binbixe. Ji bo wê jî hêzek amadekir û êrîşê Şengalê kir lê di destê Êzîdiyên Şengalê de binketineke mezin jiyan kir.

71- Fermanên li ser hev li ser îmaratên Şam, Kilîs û Helebê di sedsala 17’emîn de

Di encama siyaseta zilmdar û ne edaletî ya li ser Êzidiyan, Êzidiyên ku li Şam, Kîlîs, Heleb û Terblûsê de jiyan dikirin têkiliyên xwe bi Fransiyan re xûrt kirin. Fransayê soza alîkariyê dabû, lê bi şerta ku Êzidî 30 hezer leşkerên xwe tevlî artêşa Fransayê bikin. Bi vî awayî gelek Êzidî bûn leşkerên Fransayê bi taybet yên Çiyayê Semean û Helebê.