CEJNA BATİZMÎ YÊ
Di bîr û baweriya Êzdîyan de
gelek cejnên ji hezar salan de tên piroz kirin hene,
û her çejnek ji van li gorî xwe giran bûhane.
Yek Cejna batizmiyê ya ku bi pirani li nava hemû êzdîyan û Êzîdxanê ferzin û hemû ezidi piroz dikin.
Nişana wan li berçava
heft watên pîroz va girêdayî ye.
- Milyaket
7.Tawus
7.Roj
7.Mêrên bi kerametê
- Siwar ê mala adiya.
Li gori zagonên Êzdatîyê ev sembolên Êzdîxanê tevayîye,
gori salnameya Êzîdxanê piştî di wezdeh mehên salê ku keta sala nû yekê sersalê te piroz kirin.
Çax û demên kû ev cejn tên pîroz kirin,min li jêr nivisandî ye kû
her sal bi şadmaniya gelê êzdî bi hevre piroz bikin.
- 01.Yekşem cilşo ye
- 01.Dûşem Nanė miriya ye
- 01. Seşem Nanê miriya ye
08 .01. Çarşem Pezgurane
09..01. Pênçşem Ger û piroz kirin
- 01. În.Bêhnvedan û Razane
- 01.Şemî. Roja Kare
- 01.Yekşem Sersala.
Êzdîyên liser rûyên dinyayê
pewiste ku hemû bi hevre û bi tifaqî û bi hevgirtin, vê çejna heft rojan bi dawet û dilan sema qewl, berdewam bikin
jibona afrandina heft milyaket
û ji bona her tiştên piroz.
Jibo Cejna (ida) Batizmiyê
1.Derket kevokek sipiye Nişana ve aşitiye hat ji aliye pîrê arî ye kevoka perê wê sipiye
2.Wê bi xwînê li ser erşe aliye Wê li ber melekê beriye
Îro bang û hawar me ji diwana Pîrê Arî ye.
3.Ev roja ji ezdiya re dana,Cejna Pîrê Ala. Îro roja meye bi dû havene,Yek kanüna yek zistana,Gôza hinde ji mere nişana
4 Şeve reşa pir tariye Puk ü berfe ü baran.dibariye dem hat ji derdile ü ji cihane Bûye mėvanè ezidixan Got kėç xort ü ciwanėn kalan dest bidine hevüdin bikin yekitiya li ser cejne pirė ala
piroz bikin roj ü şev bawer bikin gişti ji hev Pîrê Arî wi wexti ji were bê tew.
5.Were megri dayika min Te agir berda dile min Were iro cejne pîrê Arî Bika kêf ü şahiyan Here keça min hatin ser min dijmine kifire şewtandin mal û war Were dayika min derd û kulan pir meke 75 fermana nehe neka
Īro dayike Êzîdxan kirin yekitiya kezi bi hevre giredana
Xwe avetin nav pêlên avane ola xwe hildana ezmanê haftane.
6.Îro me sar neke li meydana Sar bûn ji mere zehmete em wundakin erf ü edetan
7.Ėz dayika êzdî ma Bi cejne pirė Arî qudretiye li erd ü ezmane sekinime Ezê îro bigirim govend û dilan
jibo cejne ezideyan ü ezidixan
Bi lîlînim li meydana
8.Îro roj roja meye Rabin geli ezidiyan Êzîdxanê
Pîroz bikin cejna pîrê ala Agir berdin li ser çiyan Ji dêrdîlê hatanî cihanê
Keçan dest dane xortan Bi def ü şibaba bi govand ü dilan
Pîroz dikin li bajar ü gundana Bêjin bav ü birana keç ü xort û kalane
Ez ji nahe va Cejna batizmî û roja Pîrê Arî.
Li tevayîye êzdîyan û Êzîdxanê piroz dikim û bi hêvîya xêr û xweşiyê jibo we.
Bijî cejna Êzdîyan û Êzîdxanê…
Zeynal Yüsün-Civaknas
Weşan DRA
23.12.2019