Berxwedana 11 mehan hêviya jiyana azad geş kir
Li ser berxwedana 11 mehan a ku bi rizgarkirina bajarê Şengalê bi encam bû, her wiha rola civaka Êzidî, jin û ciwan çawa di vê berxwedanê de bi pêş ketin û bi taybetî jî vê berxwedanê bi jinên Êzidî re çi ava kir û der barê gelek mijarên din de Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), li gel Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî hevpeyvîneke taybet çêkir.
Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî salvegera 7’emîn a rizgarkirina bajarê Şengalê li hemû civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî pîroz kir û hemû şehîdên ku di vê berxwedanê de canê xwe feda kirine bi bîr anî. Viyan Hebabî diyar kir ku armanc bi wê fermanê ew bû civaka Êzidî ji kokê ve rakin û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Armanc bi wê fermanê ew bû ku civaka Êzidî ji koka wê tune bikin û li ser vê axê jî hebûna Êzidiyan bi dawî bibe. Ji bo ku ev yek pêk bê jî destpêkê DAIŞ’ê pîroziyên civaka me û jinên Êzidî kir hedefa xwe. Rast e weke civaka Êzidî me gelek ferman bi vê armancê dîtin lê vê carê planên wisa bûn ku bi temamî hebûna me, hebûna civaka me li ser rûyê erdê tune bikin. Ev jî ne tenê plana DAIŞ’ê bû, plana dewleta Tirk, PDK’ê û hinek Erebên derdora Şengalê jî bû. Vê yekê hişt ku civaka Êzidî li hemberî hebûna xwe bêparastin û bêhêvî bimîne.”
‘Heya niha jenosîd nehatiye nasîn’
Viyan Hebabî diyar kir ku xeteriya fermanê hê jî berdewam dike û sedema vê yekê jî spart neqebûlkirina jenosîda Êzidiyan di cîhanê de. Hebabî wiha bilêv kir: “Dibe ku îro fermana fizîkî nayê jiyîn lê belê ev ferman hê jî bi riya helandina çanda me berdewam dike. Lingê wê yê xurt jî Êzidyên Başûrê Kurdistanê yên ku di bin desthiladariya PDK’ê de ne. Hemû hêz bi armanca pûçkirina baweriya me û dûrxistina ji rastiya wê kar dikin û planên xwe çêdikin. Ji ber vê jî heya roja îro fermana 74’an weke jenosaîd nehatiye qebûlkirin. Em jî weke civaka Êzidî ji ber van sedeman êşên di 2014’an de hê jî dijîn. Bi dehan gorên komî hê jî hene. Bi sedan yan jî hezaran jinên Êzidî winda ne. Ev hemû nayên jibîrkirin.”
Viyan Hebabî qala kêliyên hatina gerîlayên Kurdistanê kir û gerîla weke çirûskên hêviya civaka Êzidî pênase kir û got: “DAIŞ’ê di dilê her kesê de tirseke mezin dabû avakirin lewma tu kesê xwe neda ber şerê bi DAIŞ’ê re. Vê yekê ne tenê li Şengalê hatibû jiyîn, li giştî Iraqê ev yek bi vî rengî bû. Mûsil di rojek de ket destên DAIŞ’ê û gelek cihên din jî, li Şengalê jî heman tişt bû. Lê bi hatina gerîlayên YJA STAR, HPG, YPJ û YPG’ê ve ji bo parastina Şengalê û li hemberî DAIŞ’ê şer bike çirûska hêviya jiyana nû dan civaka me. Li gel êşa di çavên civaka me de, hêviya vegera li jiyana xwe bi keda bi sedan şehîdan bû rastî. Îro jî em weke hêzên Şengalê deyndarên şehîdên berxwedana Şengalê ne.”
‘Rihê berxwedanê bi gerîlayan geş bû’
Hebabî got ku rihê berxwedanê bi hezaran salan e her dem bi civaka Êzidî re hebûye lê ji ber siyaseta PDK’ê ev rih hatibû rizandin û got ku berxwedana gerîlayan, rihê berxwedaniyê ji xewa giran şiyar kiriye û wiha pêde çû: “Eger em li hemû fermanên berê binêrin, em ê bibînin ku rihê berxwedaniyê di civaka me de her dem hebûye û heye û tu carî jî ev ruh nehatiye kuştin. Lê di 2014’an de bi siyaseta PDK’ê ya qirkirinê re hêviya civakê lerizand. Ji ber ku tenê hêzên PDK’ê hebûn li Şengalê û ev civak bi wê hêzê pişta xwe şidandin. Lê mixabin bi xiyaneteke gelek mezin, civaka me tenê hat hiştin, ciwanên Êzidî xwestin şer bikin li hemberî DAIŞ’ê lê çek tunebûn, PDK’ê jî ne şer kir ne jî çek da ciwanên me ku parastina civaka xwe bikin. Bi hatina gerîlayan, civaka me dît ku hêzek heye li ber xwe dide, bi vê hatinê rihê berxwedaniyê ku PDK’ê rizandibû careke din derket holê, şiyar bû û li gel hêzên gerîla bi sedan ciwanên Êzidî şer kirin. Ne tenê ciwan jin, zarok û kal, derfeta kê hebû wê demê bû lingekî ji vê berxwedanê re.”
‘YJŞ’ê ji YJA-Starê îlham girt’
Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî destnîşan kir ku êşa jinên Êzidî di fermanê de kişandibû, bû sedema bihêzbûn û artêşbûna jinên Êzidî. Hebabî wiha domand: “Jinên Êzidî dema dîtin ku êrîşa herî giran li ser wan e û li ser bedena wan ferman pêk tê, li riya rizgarbûyînê geriyan. Tiştên ku hatin jiyîn kirin bi taybetî jî jinên ku di destên DAIŞ’ê de mabûn û rizgar bûn, derûniyekî gelekî giran ava kir. Ne tenê bi jinên Êzidî re bi hemû civaka Êzidî re ev derûniya tirsê belav bû. Ji bo jinên Êzidî jî riya xilasbûyînê heyfa xwe û tola xwe rakirin bû. Bi îlhama ku ji hêzên YJA STAR’ê girtin, YJŞ ava bû. Avabûna YJŞ’ê jî bersivdayîna fermanê bû. Ji bo tola xwe bigrin YJŞ beşdarî hemleya rizgarikirina Şengalê bû, heya Reqa û Minbicê çû. Yanî YJA STAR bû îlhama YJŞ’ê, û YJŞ jî bû îlhama hemû jinên Êzidî.”
Berxwedana 11 mehan bû hêza rizgarkirinê
Viyan Hebabî di dirêjahiya nirxandina xwe de îşaret kir ku berxwedaniya rizgarkirina bajarê Şengalê hêviya parastina Şengalê veguherand rastiyê û got: “Berxwedana 11 mehan a li bajarê Şengalê pêk hatibû bi fedakariyeke mezin bi pêş ket, bi rihekî cesûr û qehremanî bû. Her bihustek ji bajarê Şengalê bi taybetî jî Sûka Kevin a Şengalê bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Ji bo me weke civaka Êzidî ev cihê berxwedaniya 11 mehan ket dîroka civaka me ya ku tu car nayê jibîrkirin. Rizgarkirina bajêr, hêviya jiyana nû ya civaka me geştir kir û bi wê hêviyê jî bi tevlibûna ciwanên Êzidî hemleyên rizgarkirina tevahiya Şengalê dest pê kir.”
Der barê planên PDK’ê yên li hember siyaseta ku li Şengalê dimeşîne û hewldana PDK’ê ya ji bo veşartina rûyê xwe de Viyan Hebabî wiha got: “Hê me bajarê Şengal nû rizgar kiribû û piştî wê me yê pêngava paqijkirina bajêr bida destpêkirin, PDK’ê weke her carê nizanibû çawa rûreşiya xwe veşêre, vê carê jî bêyî ku şerm bike li ser ragihandinê derketin û gotin ku wan Şengalê rizgar kirine! Eger weke ku îdia dikin rast be, kanê şehîdên we yên di berxwedaniyê de? Kanê şehîdgeha we heye gelo? Kanê birîndarên vê berxwedanê? PDK’ê xwe winda kir. Li şûna ku bê lêborîna xwe ji civaka me bixwaze bi hemû rêbazan êrîşê civaka me dike.”
Viyan Hebabêı bal kişand ku bi berxwedana Şengalê rûmeta Iraqê jî hatiye parastin û wiha anî ziman: “Berxwedana ku li hemberî vê fermanê bi pêş ket, tecrubeyeke gelekî mezin da jinên Êzidî. Ya herî mezin jî tecrubeya bikaranîna çekê bi jinên Êzidî re çêbû, rihê berxwedanê xurt bû. Ji xwe bawer bû û heya derveyê Şengalê ji bo tola xwe bigire şer kir. Ev rihê berxwedanê yê li Şengalê bi pêş ket bandorê li hêzên Iraqê jî kir û ji wan re bû mînak ku li bajarên din ên Iraqê li hemberî DAIŞ’ê şer bikin. Berxwendaniya Şengalê rûyê Iraqê spî kir û rûmeta wî parast. Lê mixabin hikmeta Iraqê ne di ferqa vê yekê de ye. Nabîne hê jî nedîtiye û ew ê kengî vê rastiyê bibîne ne diyar e. Ji fermanê heya niha hikumeta Iraqê li hember mafê civaka me kêm maye. Lê herî kêm ev hikumet pêwîst e li hemberî êrîşên hewayî bêdeng nemaya.”
Ji pêşengiya berxwedanê ber bi parastina hebûnê ve
Viyan Hebabî îşaret bi hêza jinên Êzidî kir ku roja îro pêşengiya herî mezin ji berxwedaniyê re dikin û ev hêz bi vê awayê pênase kir: “Yên ku heya roja îro hişt Şengal li ser lingan bimîne ruxmî hemû dek û dolabên PDK’ê û dewleta Tirk jî jinên Êzidî bûn, dayikên me bûn. Di şerê Xanesorê de wan pêşengiya berxwedaniyê kirin. Nepêkanîna peymana 9’ê Cotmehê jî bi hêza berxwedaniya jinên Êzidî û pêşengiya dayikên me bû. Li hemberî hêza berxwedanê gelek alî dixwazin hêza dayikan reş bikin. Kîna jinên Êzidî ku di 2014’an de li hemberî dijmin pêş ket heya roja îro bi wê kînê xwe bi rêxistin dikin. Di salvegera 7’emîn rizgarkirina Şengalê de tevgera azadiya jinên Êzidî wê kongreya xwe ya duyemîn li dar bixe. Ev pêngaveke gelekî mezin û bi hêz e û bersiva hemû êrîşên roja îro ye.”
Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî, di dawiya nirxandina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî metisiya windabûna civaka Êzidî xwedî helwestên tund bin. Hebabî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civaka me ya Êzidî di roja îro de eger li ber parastina baweriya xwe bê helwest be wê rewşa civaka me ber bi xeteriyê ve biçe. Ji ber îro bi şerê taybet gelek hêz dixwazin baweriya me pûç bikin û ber bi tunebûnê ve bibin, tenê bi yekitiyê civaka xwe û tifaqê em ê van êrîşan hemû vala derxin. Em Êzidî hatine dinyayê em ê Êzidî li ser vê axê jî bimrin. Hêzbûna me bi yekitiya me ye. Em ê bi xwe qîmeta xwe ava bikin û giraniya xwe jî biparêzin.”