Xwe Ji Fermanê Biparêze
ÊZDÎN ŞENGALÎ
Bi hezaran salan e ku şûrê fermanê li ser serê Êzidiyan her li ba ye. Li hemberî vê jî civaka Êzidî û Êzdayetî bi hezaran salan e li deşt û çiya, li gund û bajaran li ber xwe dide. Em dikarin bêjin ku di dîrokê de berxwedana herî demdirêj a li hemberî ferman, talan û qirkirinê, berxwedana civaka Êzidî ye. Fermanên li ser Êzidiyan ne tenê bi Îslamiyetê re, bi ferzkirina misilmantiyê re destpê kiriye. Rast e, fermanên herî giran di serdema Îslamiyetê de li hemberî Êzidiyan û Êzdayetiyê pêş ketine lê beriya Îslamiyetê jî li ser qebîle, êl û eşîrên Êzidiyan şer û êrîş çêbûne. Rêber Apo gotibû, ‘’Berxwedana Êzidiyan û Çiyayê Şengalê 5000 hezar sal in berdewam dike.’’ Em civaka Êzidî 5000 hezar sal in li hemberî dewlet û desthilatdariyê, li hemberî koletî û xulamtiyê li ber xwe didin.
Lazim e em dîroka fermanan û dîroka berxwedanê baş nas bikin ku em karibin roja me ya îro jî êrîşên li ser bîr û baweriya xwe, çand û civaka xwe fam bikin û berxwedana xwe berdewam bikin. Sedem û çavkaniya van hemû êrîşan ew e ku Êzidî û Êzdayetî çanda kok a civakê ne, çanda kok a mirovahiyê ne. Dewlet û desthilatdarî ji bo karibin qebîle, êl, eşîr û qewman bikin kole herî zêde êrîşî çanda civakê kirine. Di dîrokê de dema dewlet û desthilatdarî pêş ket, beriya her tiştî berê xwe da qebîle, eşîr û qewmên azad. Hin ji van qebîle û eşîran nekarîn li ber xwe bidin û şikestin, hin ji wan jî koletî û xulamtiyê qebûl kirin û ketin xizmeta celadên xwe. Lê civaka Êzidî bi bîr û baweriya xwe, bi çanda xwe li hemberî hemû hêzên desthilatdariyê sekinî. Dest ji baweriya xwe berneda. Ji ber vê rastiyê ye ku 5000 sal in ferman û talan ji ser serê Êzidiyan kêm nabin. Bi hezaran salan e ku Êzidî hem bîr û baweriya xwe ya pîroz diparêzin, ser didin lê sir nadin û di heman demê de çanda civakî ya hemû mirovahiyê diparêzin. Ji ber vê heqîqetê ye ku mohra fermanê herdem di destê hemû dewlet û Împaratoriyan de bûye.
Ferman ew e ku tu bi her tiştê xwe ve tune bibî
Di Êzdayetiyê de ax pîroz e, av pîroz e , dar pîroz e, roj, agir, heyv û stêrk pîroz in. Eger ev pîrozî nebin, ne jiyan dimîne ne jî civak. Ji ber vê heqîqetê, civaka Êzidî hemû tiştên pîroz ên jiyanê, xwezayê û civakê parastine. Di serdema Îslamiyetê û bi taybet di dema Împaratoriya Osmaniyan de ev êrîşên li ser civaka Êzidî êdî bûne ferman. Ferman çi ye? Ferman ne şerê dewletan e, ferman ne şerê êl û eşîran e, ferman ne şerê qewman e. Ferman qirkirin e, tunekirina kokê ye. Armanca fermanê ew e ku kok were qelandin. Ji xwe dema Osmaniyan li ser serê Êzidiyan ferman radikirin, digotin ‘Kit ji wan nehêlin.’’ Armanca fermanê ne ew e ku şerekî biqewime û dest deynî ser mal û milkên xelkê, rast e ev jî heye lê navê vê talan e. Ferman ew e ku ji te, ji bîr û baweriya te, ji dîn û diyaneta te, ji cih û warê te, ji qube û silavgehên te, ji çem û rûbarên te, heta karxezalên te, tiştek ji te nemîne. Tu bi her tiştê xwe ve tune bibî. Lazim e em ferqa fermanan ji şer û pevçûnan bibînin û li gor wê heqîqete xwe biparêzin.
Çanda Êzdayetiyê çanda berxwedanê ye
Civaka Êzidî di dîroka xwe de carekî jî serê xwe li ber fermanan netewandiye. Ji Deşta Wêranşarê heya Çiyayê Zagrosan, ji Deşta Nînowayê heya Çiyayê Şengalê her li ber xwe daye. Di rastiyê de, çanda Êzdayetiyê çandeke mezin a berxwedanê ye. Çi demî êrîş li ser wan çêbûye, Êzidî li hev kom bûne, di bin darên pîroz, şikeft û geliyên asê de şêwra xwe kirine, biryara berxwedanê dane û bi dehan caran artêşa Osmanî şikandine. Carna jî neçar mane û ketine ser reya koçberiyê, li cîhanê belav bûne lê car din vegeriyane û li hev kom bûne. Ev heqîqeta bi hezaran salan e û roja me jî berdewam dike. Hemû qebîle û eşîrên civaka Êzidî li ber xwe dane. Wê demê, artêş an jî hêzên leşkerî yên Êzidiyan tunebû. Qebîle li ber xwe didan, eşîr dibûn yek û li ber xwe didan. Yanî hemû civak li hemberî fermanan li ber xwe dida. Xort, kalemêr, jin, zarok hemû civaka Êzidî parastina Êzdayetiyê dikirin. Di dîrokê de, civaka Êzidî tu caran parastina xwe ji kesekî re nehiştiye. Gotineke Pêşiyan heye, dibêje: ‘’Çavê li deriya xwelî li seriya.’’ Civaka Êzidî bi hezaran sal di ferqa vê rastiyê de bû. Ne ji Osmaniyan, ne ji Safewiyan hêviya parastinê kirin. Ma însan dikare parastina xwe ji celadê xwe re bihêle? Ma em dikarin berxê bikin devê gurî? Ma çawa dibe dijmin û xwêrnexwazên Êzidiyan, parastina Êzdayetiyê bikin? Ji ber vê heqîqetê civaka Êzidî bi sedhezaran şehîd dane lê ol, çand û baweriya xwe, bi xwe parastine.
Fermana 2014’an merheleyeke nû ya berxwedanê ye
Fermana 3.8.2014 ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hat, hem di dîroka fermanan de û hem jî di dîroka berxwedanê de merheleyeke nû ye. Lazim e em civaka Êzidî vê merheleya nû baş nas bikin, fam bikin. Dijminên Êzdayetiyê, dixwestin bi vê fermanê re derba dawî, derba mirinê li me bixin. Dixwestin navê Êzidiyan, heqîqeta Êzdayetiyê ji kokê ve tune bikin. Dixwestin keleh û stargeha pîroz a Êzidiyan, Çiyayê Şengalê bişkînin. Ji bo vê, hemû dijminên Êzidiyan bû yek. Di dîroka Êzidiyan de cara ewil bû ku gelek dewlet û hêz ji bo FERMANA REŞ ketibûn nav tifaqê. Ev di dîroka fermanan de tiştekî nû bû. Ji ber vê jî, fermana herî giran bi serê Êzidiyan ve hat. Lazim e em vê rastiyê baş bibinin û nas bikin. Ji bo rûmet û kerameta me bişkînin her tiştî anîn serê me. Rast e li hemberî vê fermanê jî me li ber xwe da lê me berdelên herî giran a dîroka xwe dan. Çima ev fermana talî bi ser serê me ve ewqas giran hat? Lazim e em bersiva vê pirse jî rast bidin.
Ya yekem; ruxmê ku me dengê lingê Fermanê bihîst jî em dereng ketin nav liv û tevgerê û me amadekariyên parastinê nekir. Sedem ew bû ku me parastina xwe ji pêşmergeyên PDK’ê û artêşa Iraqê re hişt. Di dîroka Êzidiyan de me tu carî parastina xwe ji kesî re nehiştiye. Lê di Fermana 2014’an de em ketin nav hêviya ku ewê PDK û artêşa Iraqê parastina me bikin. Wisa lê hat ku, dema pêşmergeyên PDK’ê mal bi mal geriyan û sîlehên me kom kirin, me ferq nekir ku ewê çi bi serê me ve were. Heya kêliya fermanê jî em li bendê bûn ku pêşmerge û artêşa Iraqê xwe bigihînin hawara me. Eger me parastina xwe nehişta bextê tu kesî û me amadekariya xwe bikira, ev ferman ewqas giran bi ser me ve nedihat. Lazim e em vê rastiyê baş bibînin. Lê di dema Osmaniyan de, me parastina xwe ji tu kesî hêvî nedikir. Em bi xwe bûn. Me şêwra xwe dikir, biryara berxwedanê dida, çek û cebilxaneyên xwe hazir dikir, pêşengên berxwedanê diyar dikir û herkes parastina xwe dikir. Ji ber em ji vê rastiya xwe dûr ketin, me berdêlên giran dan.
Lazim e civak xwedî li parastina xwe derkeve
Di wê fermana giran de hêzên gerilayên azadiyê, şagirtên Rêber Apo xwe gihandin Şengalê û rewş guherî. Em bînin bîra xwe, ne ku tenê gerîla li ber xwe da. Bi hatina gerîla ve bi sedan keç û xortên Êzidî çek rakirin, tevlî parastina Şengalê bûn û dijmin wisa şikest. Eger tenê gerîla li ber xwe bidana ewê têr nekira. Lazim e civak bi xwe xwedî li parastina xwe derkeve, xwe perwerde û birêxistin bike û rê li ber fermanan bigire. Ruxmê hemû êşên giran, fermana 2014’an di dîroka Êzidiyan de rûpeleke nû jî wekir. Ji bo parastin û rizgarkirina Şengalê hêzên parastina cewherî hatin avakirin. Ev di dîroaka me ya berxwedanê de merheleyeke nû ye. Rast e, bi hezaran salan e ku em li ber xwe didin. Wekî qebîle, wekî eşîr, wekî civak me her li ber xwe daye. Lê me di dîroka xwe de tu carî hêzeke parastinê, hêzeke fedayî ya ji bo Êzdîxanê ava nekiribû. Eger me ev hêz ava nekira, me ne dikarî Şengalê biparêzin ne jî Şengalê rizgar bikin. Asayîşa Êzdîxanê, hêzên YBŞ-YJŞ’ê stûna Êzdîxanê, parezvanên Çiyayê Şengalê ne.
Dibe ku hin kes û hêz bêjin, ‘’Me ferman derbas kir, me DAÎŞ şikand û Şengalê rizgar kir, Dinya bi Êzidiyan hesiya û loma êdî me hêzên parastinê navê.’’ Ji xwe hin alî ji niha ve hebûna hêzên parastinê dixwazin bixin nîqaşê. Di bin navê ‘hêzên ne yasayî’ de dixwazin hêzên me yên parastinê ji hev belav bikin, dijminên me ji me re dibêjin ‘’Werin stargeha we em in, em ê we ji ber hemû êrîşan biparêzin.’’ Hin kes bi zanebûn vê nîqaşê dikin hin kes ji nezanînê. Lê lazim e em baş fambikin, yên van peyvan dibêjin ne xwêrxwazên me ne. Ma ne ev hêz bûn ku fermana 2014’an anîn serê me. Emê çawa careke din baweriya xwe bi wan bînin, hêzên xwe yên parastinê tune bikin, xwe bê parastin bihêlin. Me divê ji her demê zêdetir hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Çima? Ka em berê xwe bidin Iraqê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê. Her der di nav agirê şer de ye. Her roj dewletek êrîşî dewleteke din, rêxistinek êrîşî rêxistineke din dike. Dijminên Êzdayetiyê jî wekî nêçîrvanan li dora me digerin, dixwazin me bixin xefikê, dixwazin nêçîra me bikin. Wa rewşa Iraqê, ne xuya ye ku wê sibe çi biqewime. Her roj li ser Şengalê êrîşên qirkirinê têne kirin. Dijminên Êzidiyan wekî guran li dora me digerin. Rast e, me bi berdêlên giran rê li ber fermana 2014’an girt lê şûrê fermanê hê jî li ser serê me ye, me divê em vê heqîqetê ji bîr nekin, bi her awayî Xwe Ji Fermanan Biparêzin.
Navê hebûna Êzidiyan Rêveberiya Xweser e
Di dîroka Êzdîxanê de cara yekem e ku em bûn xwedî nîzameke civakî û siyasî. Êdî em hemû pêdiviyên civaka xwe hewl didin bi xwe çareser bikin. Gelek tiştên ku dewletên mezin nikarin çareser bikin, em dikarin bi hêza xwe ya cewherî çareser bikin. Eger em berê xwe bidin dîroka xwe, civaka Êzidî ji bo zilm û zordariyê bike tu caran dewlet ava nekirine. Em civaka herî qedîm a Rojhilata Navîn in, em ji dewletan qedîmtir in. Bîr û baweriya me ji dewletan qedîmtir e. Me welat hebûye lê dewlet nebûye. Îro jî em bê dewlet in û em dizanin dewlet ji bo zilm û zordariyê heye. Lê welatê me heye, civaka me heye, bîr û baweriya me ya qedîm heye. Emê di nav evçend dewletên hov de çawa hebûna xwe biparêzin, çawa zarokên xwe perwerde bikin, çawa xwe birêve bibin? Bersiva van hemû pirsan Rêveberiya Xweser e. Rast e, em nebûne dewlet û em naxwazin bibin jî lê lazim e em civaka xwe birêve bibin, têkiliya civaka xwe bi hemû dinyayê re çêkin. Loma me nîzameke civakî, siyasî, aborî divê û ew jî Rêveberiya Xweser e. Di sedsala 21’emîn de navê hebûna Êzidiyan, Rêveberiya Xweser e. Civaka Êzidî encax bi vê nîzamê dikare hebûna xwe biparêze û pêş bixe. Ji ber vê heqîqetê, lazim e em li dora vê nîzamê ji her demê zêdetir kom bibin, nizama xwe xurt û mezin bikin.
Êrîşên li ser civaka Êzidî ne tenê êrîşên leşkerî ne, jê zêdetir êrîşên çandî, siyasî, civakî û aborî hene. Ne tenê şûrê Fermana Reş li ser serê me ye, roja me ya îro, êrîşên li ser me zêdetir yên Fermana Spî ne, êrîşên qirkirina çandî ye. Loma lazim e em Fermana Spî û Şerê Taybet jî baş nas bikin, li hemberî van êrîşan berxwedana çandî pêş bixin. Di roja me ya îro de tenê bi parastina leşkerî tu civak nikare hebûna xwe biparêze, civaka Êzidî hîç nikare. Ji ber ku em civaka bîr û baweriyê ne, em bi çanda xwe hebûna xwe diparêzin. Roja ku bîr û baweriya me, rê û resmên me, çand û hunera me ji destê me çû em nema dikarin hebûna xwe biparêzin. Ji bi em Xwe Ji Fermanan Biparêzin, herî zede jî lazim e em berxwedana çandî bilind bikin. Ji bo vê jî lazim e em polîtîkayên qirkirina çandî û şerê taybet a li ser civaka me tê meşandin baş nas bikin.
Em dikarin di çarçoveya parastina civakê de gelek xalên din bînin ser ziman. Lê ya girîng ew e ku em zanibin êrîşên li ser civaka Êzidî, êrîşên qirkirinê berdewam dikin. Ji Fermana Reş heya Fermana Spî, dijminên Êzdayetiyê dixwazin hebûna me tune bikin. Rast e, me li hemberî fermana 2014’an li ber xwe da û me rê li ber tunebûna Êzdayetiyê girt. Me hebûna xwe parast. Lê îro roj, êrîşên li ser Êzidiyan, êrîşên li ser Şengalê ji sala 2014’an girantir e. Di fermana 2014’an de xwestin me bi carekî tune bikin. Lê îro, bi rê û rêbazên cûda, hêdî hêdî dixwazin me bihelînin, civaka me parçe bikin û fermanê temam bikin. Peymana 9’ê Cotmehê ji bo vê ye. Wekî din gelek bazariyên qirêj li ser sere me tê meşandin, şûrê fermanê hê jî li ser sere me digerînin. Ji ber van rastiyan, eger em dixwazin hebûna xwe biparêzin lazim e em Xwe Ji Fermanê Biparêzin. Eger em hemû civaka Êzidî, ji hêzên parastinê heya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi yek fikrî û yekdestî li dijî van êrîşan bisekinin, emê biserkevin. Ewê civaka Êzidî karibe li Iraqê jî, li Rojhilata Navîn jî li hemû cîhanê jî wekî civakeke azad hebûna xwe berdewam bike.