Xwe parastina ji fermanan berpirsiyariya her jineke Êzidî ye

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Ew roj ne dûr in ku pêxwas, bi tirs, perîşan bibûn. Bi dilekî tijî kul û keder, tirs û xof bûn, serî tijî bi guman û hêvî bi rojan li ser axa Şengalê, li ber koçan, li bin daran, li ber tava tûj a meha Tebaxê ketibûn rêyan, koçber bibûn, hatibûn revandin, hatibûn kuştin û şehîd xistin, hatibûn firotin û rastî destdirêjiyên hovan hatibûn. Di ser re tenê 8 sal derbas bûne. Wan rojan jinên Êzidî pêxwas, birçî û tênî bi hêviya ku hinek xwe bigihînin hawara wan qîr û hawar dikirin, bi çavên tijî girî, bi lêv û bedenên dilerizî zarokên li hembêza xwe di dil û hinavên xwe de bi şidahiyekê bê tarîf hembêz dikirin, dapîr û bapîrên nedikarîn bimeşin didan pişta xwe, destê wan digirtin û bi hêvîya çend gavên din jî ji wan hovan dûr bixînin dua dikirin, bi rica û minet re xwe diavêtin ber lingên wan û hewl didan wan qaneh bikin ku bimeşin, bi hêvîya ku ji fermanê rizgar bibin û bifilitin.

Ji derveyî jinê ti kes wê naparêze

Lê belê mixabin yên karibana alîkar bibin, yên jê bawer kiribûn li ku mabûn gelo? Li ku derê bûn ew bav, bira, hevjînên wan, li ku derê bûn hevalên wan ku ji wan re soza parastina wan dabûn? Li ku derê bûn artêşa dewleta Iraqê ku bi cil û bergên xwe, rext, bejin û bala xwe ve li kolanên Şengalê digeriyan û xwe nîşanî wan didan? Çi dikirin wan peşmergeyên ku xwe ‘canbexşê axa Kurdistanê’ binav dikirin? Di rastiyê de ‘peşmergeyên roj’ bûn ku pêşiya milet girtin, çekên wan komkirin, dan sekinandin û ew teslîmî çeteyên DAİŞ dikirin, pişta xwe didan milet û baz didan. Ji bo civak xwe nekare biparêze her tişt kiribûn û yên hewldidan xwe biparêzin jî li Zorava şehîd xistibûn. Îro ti Şengalî, ti Kurdekî bi vîcdan ne dixwaze wê peşmergetiya wan, ne jî Kurdeyatiya wan ku xwe nîşanî jina Êzidî dabû cardin bibihîse û bibîne.

Wê rojê ti kesî nekarîbû jina Êzidî rizgar bike, ew bê xwedî mabû, bê parastin û bê rêxistin bû. Ji ber wê jî bi hezaran jin ketibûn destê çeteyên DAİŞ’ê, bi hezaran hatibûn kuştin û koçber kirin. Tevahiya cîhanê îro qebûl dike ku herî zêde jina Êzidî êşa fermanan jiyaye, herî zêde ya ji xwe can û cîger daye her car ew bûye. Cardin hatibû ispat kirin ku ji bilî jinê ti kes alîkarî nade wê, wê naparêze, wê pêşnaxe û ava nake. Ji ber wê ye dema gerîlayên HPG-YJA Star, YPG-YPJ’ê bi cilên leşkerî, bi keziyên zêrîn xwe gihandibûn wan, pir kelecan girtibûn û bi çavê xwe dîtibûn ku şervanên azadiyê li ser fikir û ramanên Serok APO, ev peyam dabûn wan: “Jin encax herî zêde êş û azara jinê hîs dike, jin encax herî zêde wê fam dike û xwedî lê derdikeve.” Ji ber wê ye îro bi hezaran jinên Êzidî çek hilgirtin, perwerda parastinê dibînin û ji bo xwe ji fermanan biparêzin seferber bûne.

Jina Êzidî hêvî û baweriya xwe ti demî wenda nekir

Jina Êzidî di hemû fermanan de bû hedefeke sereke. Sedema wê jî ji ber ku ew bingehê jiyanê bû. Bêsedem nîne ku îro dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li çar aliyê cîhanê deng vedaye. Jin jiyan e, heger bixwazin wê jiyanê tine bikin yê di serî de jinê bikin hedef. Wek encama 74 fermanên di dîrokê de pêk anîn, di serî de her car heman hedefê dan pêş xwe; yê çawa bikarin jina Êzidî cismen tine bikin, heger nekarin tine bikin jî dê çawa bikarin wê ji baweriya wê, ji çanda civaka wê, ji hêviyên wê, ji ziman û pêşeroja wê ya Êzdîyatiyê dûr bixin. Dê çiqas bikarin wê bikin misilman, şîa, sunne, file, dê çiqas bikin Ereb, Faris, Tirk û ji miletên din.

Îro dema em li Şengalê digerin di çav û awirên jinan de, jinên cîwan de  em êşên kûr ji çavkaniya dîroka bi êş, azar û fermanan dikarin bibinin. Çavên tirsandî, hêvîyên pirtikandî, mereq û lêgerîna tepisandî, jiyanek di kêliya tê de hepiskirî ye. lê bi van jinan re heman demî bawerî û hêviyeke veşartî ya ji dil û hinavê tê jî heye, ji ber wê ye zimanê xwe ji bîr nekirin, baweriya xwe terk nekirin, pişta xwe nedan irf û edetên xwe. her çiqas jê pir tişt hatibe girtin, pê dabin wenda kirin jî kok zindî ye, kok kûr û saxlem e.

Xwe parastina ji fermanan mîsyona sereke ya jina Êzidî ye

Ji ber ku koka civaka Êzidî pir eleqeyî rewşa jina Êzidî ye; xwe ji Şengalê, ji civakê, ji pêşeroja statuya Êzidiyatî berpirsiyarî jî hildigire. Ev ne tercîh e, ev mecbûriyeta hemû jinên Êzidî ye. Ev ne mecbûriyetekî ji derve tê ferz kirin e, ev mecbûriyetekî vîcdanî û ehlaqî ye, ketina ferqa xwe, hêz, rol û mîsyona xwe ye. Van mecbûriyetên xwe pêk neyne yê civak tine bibe, yê nirxên civakê nemîne. Ev erk û mîsyona jina Êzidî parçeyek hebûna wê ye, ji ber wê ye jî barê wê ji herkesî girantir e. Xwe ji fermanan rizgar kirin û xwe parastinê divê herî zêde jina Êzidî cidî bigire û wekî mijareke jiyanî bibîne, bizane û ji bo wê tekoşîn bike, xwe birêxistin bike. Ji ber wê ye her roja em pêş ve diçin jina Êzidî rêxistinbûna xwe pêş ve dibe, saziyên xwe yên xweser ava dike, rêveberiyên xwe hildibijêre, civînên xwe pêk tîne û perwerdeyên xwe dibîne. Ji xwe ji bo xwe parastinê hinek xebatên di serî de divê bêne pêşxistin jî ev in. Xwe ji fermanan rizgar kirin di serî de zanebûnê dixwaze: Em kî ne? ji ku derê hatine? Em xwedî dîrokek çawa ne? Pêşengên me kî ne? Bawerî û nirxên me çi ne? Em divê çawa pêşwazî bikin, çawa bijîn da ku em bi wan nirxan ve girêdayî bijîn? Di van û gelek mijarên din de zanebûnê dixwaze. Zanebûna ku ji her jina Êzidî re xwedibûna armanceke mezin bîne dixwaze.

Gelo armanc divê çi be? Bêgûman divê jiyaneke bi nirx û azad be. Jiyanek li gorî nirx û pîvanên Êzdiyatiyê be, bi zanebûn û exlaq be. Bi zimanê dayikê be, bi dîrok û nasnameya xwe be, bi çand û baweriya xwe be. Bi rih û manewiyata ax, welat û civaka xwe be. Ji bo vana jî têkoşîn û xwe birêxistin kirin şert e. Jina Êzidî xwe çiqas birêxistin bike û di van xalan de rol û mîsyon bigire ser milê xwe û pêşengtî bike yê ewqas xwe, civak û welatê xwe ji fermanan biparêze, yê ewqas bikare pêşerojekê tijî hêvî, azadî û bi garantiya statû û nasnameya Êzdiyatiyê ava bike. Yê ewqas bikare bê tirs û gûman bi keyfxweşî û aramiya pêşerojeke azad bo zarokên xwe, xwişk û birayên xwe jiyan bike. Bi hêviya ku ew roj ji her demê nêztir e ji jina Êzidî re…