{"id":441,"date":"2023-04-15T08:02:47","date_gmt":"2023-04-15T08:02:47","guid":{"rendered":"https:\/\/kovaradicle.com\/?p=441"},"modified":"2023-04-24T08:04:43","modified_gmt":"2023-04-24T08:04:43","slug":"ciwanen-sengale-besek-ji-xeleka-agir-a-li-dora-reber-apo-ne","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/kovaradicle.com\/?p=441","title":{"rendered":"Ciwan\u00ean \u015eengal\u00ea be\u015fek ji xeleka agir a li dora R\u00eaber Apo ne"},"content":{"rendered":"<p>&nbsp;<\/p>\n<p><strong>Sara \u015eengal\u00ee<\/strong><\/p>\n<p>&nbsp;<\/p>\n<p>&nbsp;<\/p>\n<p>Em\u00ea weke Yekitiya Ciwan\u00ean \u00caz\u00eedxan\u00ea erk \u00fb berpirsiyariy\u00ea ku bikeve ser mil\u00ea me, weke ciwan ji bo r\u00eaber\u00ea xwe bikin. Ev demeke dir\u00eaj e agah\u00ee ji R\u00eabert\u00ee nay\u00ea standin, ev 24 sal\u00ean xwe \u00e7\u00eab\u00fbn R\u00eabert\u00ee di nava zindana \u00cemral\u00ee de ye, di nava \u00e7ar d\u00eewaran de ye. Li hember\u00ee her \u015fert \u00fb merc\u00ee R\u00eabert\u00ee teko\u015f\u00eeneke b\u00eahempa dide me\u015fandin, li ber xwe dide. Em j\u00ee weke Yekitiya Ciwan\u00ean \u00cazid\u00ee bi rast\u00ee j\u00ee ji v\u00ea h\u00eaz digirin, moral digirin. Ji ber ku ti \u00eensan, ti serok weke R\u00eaber Apo nikarin bi v\u00ee \u015fekl\u00ee li ber xwe bidin. R\u00eaber Apo di nava \u015fert \u00fb merc\u00ean giran de li ber xwe died, ev bi xwe j\u00ee h\u00eaz\u00ea dide me ku weke ciwan em ji bo \u015fikandina tecr\u00eed\u00ea t\u00eako\u015f\u00een bikin.<\/p>\n<p>Weke Yekitiya Ciwan\u00ean \u00caz\u00eedxan\u00ea ji 2017\u2019an ve ye em li ser fikr\u00ea R\u00eaber Apo xwe bir\u00eaxistin dikin, xwe perwerde dikin. Fikr\u00ea R\u00eaber Apo ji bo ciwan\u00ean me weke nasnameyek\u00ee ye ku h\u00eazeke pir xurt dide me. Wek ciwan\u00ean \u00cazid\u00ee erk\u00ea dikeve ser mil\u00ea me, xwe li ser fikr\u00ea R\u00eabert\u00ee bir\u00eaxistinkirin e. Ji xwe Serok dib\u00eaje, her kes\u00ea xwe li ser fikr\u00ea min bir\u00eaxistin bike ew ji bo azadiya min teko\u015f\u00een dike. Ji ber ku hedef \u00fb armanc\u00ean R\u00eabert\u00ee xwenaskirin e, hedef \u00fb armanca w\u00ee civak bir\u00eaxistin \u00fb perwerde kirin e. Dema em behsa azadiya R\u00eaber Apo ya f\u00eez\u00eek\u00ee bikin ne ten\u00ea em b\u00eajin em w\u00ee fizik\u00ee azad bikin, em fikr \u00fb felsefeya w\u00ee hedef \u00fb armanc\u00ean ku ew dixwaze lazime em p\u00eak b\u00eenin, lazim e em li ser w\u00ee ti\u015ft\u00ee bime\u015fin. <strong>Eger me fikr\u00ea R\u00eaber Apo di nava xwe de belav kir me xwe li ser w\u00ee fikr\u00ee bir\u00eaxistin kir w\u00ea helbet azadiya R\u00eaber Apo ya fizik\u00ee j\u00ee p\u00eak were.<\/strong> Ji ber ku eger di vir de em bi h\u00eaz bin di vir de me xwe bi h\u00eazkir w\u00ea helbet azadiya fizik\u00ee ya R\u00eaber Apo j\u00ee p\u00eak were. Ji bona v\u00ea j\u00ee em wek tevgera ciwanan ev demek dir\u00eaj e di nava berxwedan\u00ea de ne, di nava teko\u015f\u00een\u00ea de ne. \u015eengal\u00ea bi taybet cihek\u00ee wisa ye ku bi rast\u00ee j\u00ee heya niha bi saya fikr\u00ea Serokat\u00ee li ser lingan maye.<\/p>\n<p><strong>\u015eengal b\u00fb xwed\u00ee h\u00eaz \u00fb r\u00eaxistin<\/strong><\/p>\n<p>Weke ciwan, em bixwe j\u00ee heta niha \u00e7alakiy\u00ean ku em dikin li ser xeta R\u00eabert\u00ee me xwe bi r\u00eaxistin kir, me xwe perwerde kir, ev hem\u00fb j\u00ee ji bo belavkirina fikr\u00ea R\u00eaber Apo \u00fb azadiya w\u00ee ye. Yan\u00ee weke ciwan\u00ean \u00cazid\u00ee j\u00ee erka ku bikeve ser mil\u00ea me, ti\u015ft\u00ea ku ji dest\u00ea me were em\u00ea bikin. Ji ber me xwe bi fikr\u00ea w\u00ee naskir me xwe bi fikr\u00ea w\u00ee perwerde kir. Ji can\u00ea me j\u00ee z\u00eadetir \u00e7i hebe em\u00ea bidin ji bona azadkirina Serok\u00ea xwe. Tu li d\u00eerok\u00ea bin\u00ear\u00ee heta niha ferman \u00fb qirkirin\u00ean bi ser civaka \u00cazid\u00ee de hatine di van fermanan de ciwan bi taybet hatine hedef girtin. Yan\u00ee heya niha ti kes\u00ee ew fermana bi ser\u00ea mede hat\u00ee nasnekir l\u00ea bi fikr\u00ea R\u00eabert\u00ee \u00eero her kes\u00ee \u00ea\u015f \u00fb deng\u00ea civaka \u00cazid\u00ee bih\u00eest. <strong>\u00cero em b\u00eajin \u015eengal b\u00fb xwed\u00ee h\u00eaz, \u015eengal b\u00fb xwed\u00ee r\u00eaxistinek pir mezin ev j\u00ee bi saya fikr\u00ea R\u00eaber Apo ye, \u00eero eger ciwan\u00ean \u015eengal\u00ea di nava YB\u015e \u00fb YJ\u015e\u2019\u00ea de axa \u015eengal\u00ea dipar\u00eazin ev j\u00ee bi saya fikr\u00ea Serok Apo ye.<\/strong> L\u00ea heya niha j\u00ee em di vir de k\u00eam mane, ji bo \u015fikandina tecr\u00eed\u00ea em ji bo R\u00eaber Apo \u00e7i bikin k\u00eam e ji ber ku ti\u015ft\u00ea w\u00ee ji bo civaka me kir em nikarin ji derheq\u00ea w\u00ea derkevin. Ji ber ku em kirin xwed\u00ee nasnameyek\u00ee azad.<\/p>\n<p>Ev demek dir\u00eaj e em ti agahiyan ji R\u00eaber\u00ea xwe nizanin \u00fb li hember\u00ee v\u00ea j\u00ee her kes xwe kerr \u00fb kor dike l\u00ea em wek ciwan li hember\u00ee v\u00ea b\u00eadeng nam\u00eenin, em\u00ea heya dawiy\u00ea j\u00ee ji bo azadiya R\u00eaber Apo t\u00eako\u015f\u00een bikin \u00fb em\u00ea di nava \u00e7alak\u00ee \u00fb berxwedaniy\u00ea de bin. Ji ber ku weke \u00eensan ti kes nikare weke Serok li ber xwe bide, rast\u00ee j\u00ee ev ne \u00ear\u00ee\u015fek\u00ee normal e ji aliy\u00ea dewlet\u00ean navnetew\u00ee ve li ser R\u00eaber Apo t\u00ea me\u015fandin. Ji ber ku hedef girtina Serokat\u00ee, hedefgirtina tevahiya \u00eensan\u00eeyet\u00ee ye, tecr\u00eeda \u00eero li ser Serokat\u00ee hey\u00ee her kes\u00ea xwe wek \u00eensan bizane, xwe xwed\u00ee wijdan bib\u00eene gerek hewl bide ji bo azadkirina Serok \u00fb b\u00eadeng nem\u00eene. Ji ber ku R\u00eaber Apo \u00eero ne ten\u00ea ji bo kes\u00ean ku bi ziman\u00ea Kurmanc\u00ee xeber dibin dike, insan\u00ea bindest li ku der\u00ea be bila bibe R\u00eaber Apo ji bona w\u00ee v\u00ea berxwedan\u00ea dike, v\u00ea teko\u015f\u00een\u00ea dike. Li hember\u00ee van \u015fert \u00fb mercan li ber xwe dide yan\u00ee eger insanek\u00ee ti bixe nava \u00e7ar d\u00eewaran, hefteyek\u00ea w\u00ea nikaribe li ber xwe bide l\u00ea Serok c\u00fbda ye, ji xwe ev 24 sal in di w\u00ee hal\u00ee de li ber xwe dide. Ji bo v\u00ea j\u00ee em dikarin b\u00eajin ku \u00eeradeya bi R\u00eaber Apo re hey\u00ee bi ti \u00eensan\u00ee re n\u00eene. Ji bo v\u00ea j\u00ee xeta r\u00eaber Apo ji me re esas e, fikr\u00ea R\u00eaber Apo weke ciwan ji me re esas e.<\/p>\n<p><strong>Fikr\u00ea R\u00eaber Apo \u00fb Ezdayet\u00ee ji hev ne qut in<\/strong><\/p>\n<p>Wek \u00e7awa civaka \u00cazid\u00ee bi wijdan\u00ea xwe, bi dem\u00eer\u00ea xwe, bi exlaq\u00ea xwe, bi \u00e7anda xwe t\u00eaye naskirin ji bo me c\u00fbdahiye fikr\u00ea R\u00eaber Apo ji v\u00ea tune. Yan\u00ee fikr\u00ea R\u00eaber Apo \u00fb fikr\u00ea \u00cazidiyat\u00ee em ji hev qut nab\u00eenin. Her kes\u00ee bi \u00e7av\u00ean xwe d\u00eet di ferman\u00ea de ji ber ku R\u00eaber Apo yekem kes b\u00fb ku bi hawara \u015eengal\u00ea ve hat, di heman dem\u00ea de pi\u015ft\u00ee ku \u00e7end salan ti agah\u00ee ji Serok nehatin dema ku hevd\u00eetin bi Serok re hatin kirin di axaftina destp\u00eak\u00ea de pirsa rew\u015fa \u015eengal \u00fb ke\u00e7 \u00fb jin\u00ean \u00cazid\u00ee kir. Ji ber ku sozda ew\u00ea bi perwerdekirina civaka \u00cazid\u00ee tola ferman\u00ea ji her kes\u00ee bibe, niha tecr\u00eeda li ser Serokat\u00ee \u00a0\u00e7end di\u00e7e girantir dibe. \u00a0Helbet eger hevd\u00eetin bi Serok re hatiba kirin em\u00ea ne di v\u00ea rew\u015f\u00ea de b\u00fbna, ji ber v\u00ea her ku di\u00e7e ew tecr\u00eed\u00ea girantir dikin. L\u00ea em weke ciwan li hember\u00ee v\u00ea ti car\u00ee b\u00eadeng nam\u00eenin. <strong>Ruxm\u00ea v\u00ea tecr\u00eeda giran j\u00ee em ji R\u00eaber Apo h\u00eaz digrin, moral digrin, cesaret digirin. Ji bo v\u00ea \u00e7iqas neh\u00ealin em hevd\u00eetin bi R\u00eabert\u00ee re bikin l\u00ea ji ber ku R\u00eabert\u00ee di m\u00eajiy\u00ea me de, di dil\u00ea me de, di her nefesa ku em werdigirin de ye em xwe bi Serok re dikin yek, emp \u00ea re jiyan dikin.<\/strong> Rast e wek f\u00eez\u00eek\u00ee Serok ne di nava me de ye l\u00ea ew her gav \u00fb her dem di rih \u00fb dil\u00ea me de jiyan dike, em rojane bi R\u00eaber Apo re jiyan dikin. Ji bo v\u00ea heya daw\u00ee \u00e7i bikeve ser mil\u00ea ciwanan em\u00ea bikin ji bo azadiya Serok.<\/p>\n<p>Serok Apo dib\u00eaje me bi ciwant\u00ee destp\u00eakir em\u00ea bi ciwant\u00ee bi ser j\u00ee bikevin, ji ber ew h\u00eaz \u00fb \u00eeradeya di xw\u00eena ciwanan de ku ji R\u00eaber Apo girtine di roja me ya \u00eero de bi sedan, bi hezaran ji bo ku bi R\u00eaber Apo re bibin ye ji bo ku v\u00ea tecr\u00eeda li ser R\u00eabert\u00ee bi\u015fk\u00eenin bedena xwe dan ber agir. Her\u00ee daw\u00ee j\u00ee ew ciwan\u00ea ku li Bakur\u00ea Kurdistan\u00ea ji bo ku tecr\u00eed b\u00ea \u015fikandin bedena xwe da ber agir ji bo v\u00ea em j\u00ee weke ciwan \u00e7i b\u00ea xwestin em\u00ea b\u00ea fikar ji bo Serok\u00ea xwe bikin. <strong>Ciwan h\u00eaza sereke ye ku li dora R\u00eaber Apo xwe bikin xelekek ji agir, em j\u00ee weke ciwan\u00ean \u015eengal\u00ea be\u015fek ji w\u00ea xeleka ji agir in.<\/strong> Ji ferman\u00ea heya niha ciwan\u00ean \u00cazid\u00ee li ser fikr\u00ea R\u00eaber Apo li \u015eengal\u00ea xwe bir\u00eaxistin dikin \u00eero ji bo her \u00ear\u00ee\u015fek\u00ee ku were ser\u00ea civaka me amade ne, eger ev fikir neba me nikar\u00ee em v\u00ea bikin ji xwe di ferman\u00ea de diyar b\u00fb ku ne r\u00eaxistinkirina civak\u00ea bi taybet ya ciwanan w\u00ea bedel\u00ean w\u00ea \u00e7i bin. Ji bo ku ev ferman d\u00fbbare nebe me xwe bir\u00eaxistin kir \u00fb em amade ne li hember\u00ee her \u00ear\u00ee\u015fek\u00ee ku were ser civaka me t\u00eako\u015f\u00een\u00ea bikin \u00fb li ber xwe bidin. Bi taybet eger em \u00eero weke jin\u00ean ciwan wisa rehet dixivin, nirxandinan dikin \u00fb rehet jiyan dikin ev bi saya fikr\u00ea Serok Apo ye.<\/p>\n<p><strong>Hedef \u00fb armanc\u00ea me azadiya R\u00eaber Apo ye<\/strong><\/p>\n<p>\u00c7awa ku bi girtina Serokat\u00ee re ev h\u00eaz, fikir \u00fb r\u00eaxistin neb\u00fbye tune hevd\u00eetin\u00ean ku neh\u00ealin bi Serokat\u00ee re \u00e7\u00eabibin ew\u00ea me ti car\u00ee zayif neke ew\u00ea nikaribe v\u00ea h\u00eaza me \u00fb k\u00eena me ya li hember\u00ee dijmin, li beramber\u00ee dewlet\u00ean navnetew\u00ee ku b\u00fbne destek ji bo komploya li ser R\u00eaber Apo tune bike. Heta ku em agahiy\u00ea ji Serok\u00ea xwe nest\u00eenin heya ku em Serok\u00ea xwe fizik\u00ee azad nekin em weke ciwan\u00ean \u00cazid\u00ee em\u00ea li ser piyan bin \u00fb em\u00ea li ser fikr\u00ea w\u00ee xwe birexistin bikin. Eger \u00eero me xwe li ser fikr\u00ea R\u00eabert\u00ee bir\u00eaxistin kir, me xwe perwerde kir \u00fb fikr\u00ea w\u00ee di civaka xwe de me da naskirin em\u00ea \u00eero karibin azadiya R\u00eaber Apo ya fizik\u00ee j\u00ee p\u00eak b\u00eenin. Hedef \u00fb armanc\u00ean me j\u00ee weke ciwan axa xwe \u00fb serok\u00ea xwe azad kirin e \u00fb em\u00ea v\u00ee ti\u015ft\u00ee bikin j\u00ee. Heya dawiy\u00ea j\u00ee \u00e7i ji dest\u00ea me b\u00ea em\u00ea bikin. Ji can\u00ea me j\u00ee zedetir \u00e7i p\u00eaw\u00eest bike weke \u015fagirt\u00ean R\u00eaber Apo em\u00ea bikin.<\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>&nbsp; Sara \u015eengal\u00ee &nbsp; &nbsp; Em\u00ea weke Yekitiya Ciwan\u00ean \u00caz\u00eedxan\u00ea erk \u00fb berpirsiyariy\u00ea ku bikeve ser mil\u00ea me, weke ciwan ji bo r\u00eaber\u00ea xwe bikin. Ev demeke dir\u00eaj e agah\u00ee ji R\u00eabert\u00ee nay\u00ea standin, ev 24 sal\u00ean xwe \u00e7\u00eab\u00fbn R\u00eabert\u00ee di nava zindana \u00cemral\u00ee de ye, di nava \u00e7ar d\u00eewaran de ye. Li hember\u00ee her [&hellip;]<\/p>\n","protected":false},"author":2,"featured_media":442,"comment_status":"closed","ping_status":"open","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"jnews-multi-image_gallery":[],"jnews_single_post":null,"jnews_primary_category":null,"jnews_override_counter":[],"footnotes":""},"categories":[15,20,22,12],"tags":[],"class_list":["post-441","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-baweri","category-cangori","category-ciwan","category-fikir"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/441","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/users\/2"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcomments&post=441"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/441\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":443,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/posts\/441\/revisions\/443"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/media\/442"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fmedia&parent=441"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcategories&post=441"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/kovaradicle.com\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Ftags&post=441"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}